Tevgera heri mezin a Terorê DAIŞ û Fermana 73’an

img

ŞENGAL - Ji ber xisleta modernîteya kapîtalîst a qeyranî, serê her sedsalê carek dikeve tengijîneke mezin. Çimkî pergala modernîteyê ya xwedî angaşta ku ji bo çareserkina pirsgirêkên civakê derketî, ji bo ku bi xwe çavkanî û sedema pirsgirêka ne, şûna çareserkirina pirsgirêkan, wan mezintir, kûrtir û berfirehtir dike. Ev tenê weke tez û angaşteke bêbingeh û teorîk nîne bêguman; ji bo vê hema em awirekî li sedsalên dawî binêrin, her du şerên parvekirinê yên cihanê, keraset û bobelatên di serê civakê de anîn, bi awayekî eşkere û zelal rastiya vê derbirînê derdikeve holê.

 
Modernîteya kapîtalîst di destpêka sedsala 21’emîn de bêyî ku vîna civak, çand, bawerî, kevneşopî û hesasiyetên civakê esas bigire, li gorî berjewendiyên xwe yên qirêj, piştî her du şerên parvekirinê yên cîhanê, li Rojhilata Navîn texrîbat û windahiyên gelek mezin li pey xwe hişt. Li ser van birîn û êşan, pergala desthilat û dewletê ya yekperest û faşîst ava kir. Ev nêzikatî bêguman ji bo erdnîgarî û çandên Rojhilata Navîn weke ku tu kirasê dînîtiyê li kesekî bikî, herêm bi forma netewe dewletê hat rêkûpêkirin û li ser her yekê jî hevkar û nokerekî xwe danîn, kirin desthilatdar. Van desthilatdariyên ji feraseta jor û kapîtalîst, bêyî ku civak û pêwîstiyên civakî, maf û azadiyên wê xema wan be, civak ji bo berjewendiyên xwe yên li ser mêjokeriya ked û nirxan hatî avakirin kirin amûr. Civak anîn asta fetisînê ku nekare nefesê bistîne. Civakên Rojhilata Navîn ku ji çanda yekperestî, yekrengî, kapîtalîzmê re biyanî, bi vî kirasê dînîtiyê bêhn lê çikandin.
 
LI DIJÎ PERGALA DESTHILATDAR TEVGERA ŞOREŞÊ AVA BÛ 
 
Her ku pergala sermeyedariyê bi hişmendiya kapîtalîst civak xist ber diranên çerxa vê pergala xedar, civak tengijî û ji hundir ve hate ber teqînê. Lêgerînên civakên Rojhilata Navîn ên derketina vê qeyran û aloziya pergala dewlet û desthilatdariya navendperest û yekparêz, her tim ji aliyê serdestan ve hatin çewisandin û perçiqandin. Ji destpêka sedasalê heta salên 2000’î herêm weke sîtileke ser êgir di hundirê xwe de kelijî. Lê ji ber nebûna pêşengî û sîstemeke alternatîf, dîsa ji ber parçebûna ji nakokiyên pergala navborî di nava civakê de pêk hatî, nerazîbûneke rêxistinî li dijî vê pergalê pêş neket.  Di nîveka salên 1970’î de bi pêşengiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ciwanên rewşenbîr ên Kurd li dijî vê pergala dewlet û desthilatdariya li Rojhilata Navîn hatî ferzkirin, tevgereke şoreşî hat destpêkirin. Vê tevgerê nêzî 40 salan bi awayekî bêhempa  li dijî vê pergal û komseptê têkoşiya. Dewleta Tirk li herêmê ji aliyê pergala kapîtalîst ve hatibû avakirin û weke cendirmeyê vê pergalê li ber pergalê nobet digirt. Li dijî azadî, demokrasî, mafê diyarkirina çarenûsa xwe li dijî gel û civakan weke şûrê demokles, ango weke çovê tirsê û darê zorê dihat bikaranîn. Di serî de li dijî gelê Kurd û gelên herêmê, li dijî hemû çand, bawerî, kevneşopî, nirx û civakên Rojhilata Navîn dewleta Tirk hate bikaranîn û bû xwedî risteke nobedarê pergalê. 
 
HÊZÊN SERDEST LI DIJÎ CIVAKA POLÎTÎK Û SINCÎ  DAIŞ AVA KIRIN
 
Têkoşîna azadî û demokrasî ya ku bi pêşengiya şoreşgerên Kurd ve hatî destpêkirin, bandora xwe li hemû herêmê kir. Ji bo civak û çandên heremê bû hêvî, bawerî û hêza dijderketinê. Lewre piştî salên 2000’î lêgerînên gel û civakên Rojhilata Navîn yên ji bo pergaleke alternatîf zêdetir bûn. Vê jî kir ku pergala modernîteyê bikeve nav tirs û xofê. Lewre xwest vê nerazîbûna civakê ya li dijî pergalê li gorî berjewendiyên xwe bikar bîne û pêşî li lêgerînên azadî û demokrasiyê bigire ku pergala modernîteyê nexe metirsiyê. Ji bo vê jî divê hêzeke noker, paramîlîter û hoveber ku bikaribe li gorî van armancên xwe bikar bîne, derxe holê. Pergala modernîteyê dîsa bi serkêşiya dewleta Tirk, çiqas kes, derdor û bîrdoziyên xwedî hişmendî û feraseta tarî û paşverû hebin kom kirin, perwerde kirin û amade kirin. Piştî ku salên 2010’î li dijî pergala yekperest a netewe-dewletê tevgerên ‘Bihara Ereban’ destpê kir, di demeke kurt de ev tevgerên azadîxwaz berbelavî hemû herêmê bû û pergala modernîteyê hejand. Lewre hêzên modernîteyê demildest, tevgerên dij-şoreş daxistin qadê û li dijî tevgerên şoreşî bikar anîn. Piştî demekê ku nekarîn pêşî li tevger û raperînên civakê bigirin, tevgera dîrokê ya herî xedar a terorê DAÎŞ afirandin û berê êrîşên wan dan ser civakê.  Zilmhezan bi armanca tevgerên civakî pûç bikin, DAÎŞ ava kirin. Bêguman civakên ku xwe li gorî rewşên awarte rêxistin nekirî û amadekariyên xwe tineyî, herî zêde bûn hedefa êrîşên DAÎŞ'ê û bûn qurbaniyên van komkujiyan. Ji van jî civaka herî zêde ku bûyî mexdûrê vê hovîtiya DAÎŞ'ê, Êzidî bûn. Ferman û komkujiyeke ku di dîrokê de mînakên wê nehatî dîtin di serê wan de hat anîn. 
 
DAIŞ AJOTIN SER KURDAN
 
Ev tevgera terora dîrokê ku bi rûpoşa ‘Îslama selefîst’ û sunnî-tundraw, di serî de Hikûmeta Tirkiyeyê bi arastekirina dewlet û desthilatdariyên dijminê gel û baweriyan, li dijî civakan hatin bikaranîn. Hikûmeta Tirkiyeyê tişta ku ji heyama Osmaniyên kalikê xwe yên qirker ve neyartiya Kurdan dikirin, hefsarê DAÎŞ'ê xist destê xwe û ajotin ser Kurdan. Çimkî di vê sedsalê de gelê ku pergala kapîtalîst nekarî dîl bigire û bixe xizmeta xwe gelê Kurd bû. Lewre gelê Kurd di vê sedsalê de li Rojhilata Navîn herî zêde rêxistinî û dînamîk, li dijî sîstema qirker a modernîteyê xwedî proje û bername bû. Ji bo wê jî pergala modernîteya Kapîtalîst, Kurdê serhildêr ji xwe re weke metirsî û astengiya pêşiya hedefên xwe didît. Nexasim yê ku ji vê paradîgmaya azadîxwaz û demokratîk re herî zêde vekirî, civaka Êzidî bû. Ji bo wê bi arastekirina Hikûmeta Tirikyeyê DAÎŞ destpêkê diajot ser civaka Êzidî ya bê parastin. 
Beriya Iraqê, DAÎŞ li Sûriyeyê hin deveran dixe destê xwe û her ku diçe bandor li hermê dike. Komên selefî û averê yên bi xwedî hişmendiya terorî hemû li dora xwe kom dike. Beriya wê jî zext û zoreke li ser Êzidiyan hebe jî hîn zêdetir di asta xwecihî-lokalî de dimîne. Ev êrîş hîn zêdetir bi armanca çavtirsandina civaka Êzidî tên kirin. Piştî wê sala 2014’an, DAÎŞ destpêkê Musilê bi 2000 çeteyan ve  dagir dike û piştî Musilê ji rêzê ve dikeve Telafer, Behic, Rebîa, dîsa deşta Şengalê, heta ser sînor Emba tevahiya vê herêmê dikeve destê DAÎŞ'ê. Bi vî awayî Şengal dikeve dorpêça DAÎŞ'ê. Ne tenê di nav sînorê Iraqê de, bi heman awayî li aliyê din ê sînor, ango li aliyê Sûriye-Rojava jî herêmên weke Hesekê, Holê, Şeddadê jî ketibûn destê DAÎŞ'ê. Ango ji her du aliyên sînor ve jî Şengal dikeve dorpêça DAÎŞ'ê.
 
BI VEKIŞÎNA PÊŞMERGEYAN A ŞENGALÊ RE FERMANA 73'AN DEST PÊ KIR 
 
Beriya ku DAÎŞ êrîşê Şengalê bike, li herêma Şengalê 12 hezar pêşmerge hene. Ji bo ku herêm di bin serweriya rêveberiya Başûrê Kurdistanê de ye, hem ji aliyê leşkerî ve, hem jî ji aliyê saziyên civakî hwd ve herêm di bin destê hêzên Başûrî de ye. Di vê pêvajoyê de li ber çav metirsiyeke qirkirin û komkujiyê nêz dibe. Ligel ku fikar û gumanên civakê gelek zêde ne jî, hem hikumeta Kurdistanê hem jî hêzên Pêşmerge ji gel re dibêjin, ‘Çi dibe bila bibe em ê we biparêzin. Em ê li we xweyî derkevin, em we tenê nahêlin!’ Bi vî awayî heta ku DAÎŞ xwe li herêmê bicih dike û rêxistiniya xwe pêş dixe, ti tevdîr nayên girtin. Piştî ku DAÎŞ, ji her aliyî ve xwe rêxistin dike, êrîş tîne ser Şengalê. Dema ku DAÎŞ êrîş dike, hêzên pêşmerge bêyî ku bergiriyê bike, bêyî ku fişekekê biteqînin ji herêmê vedikişin û gelên Şengalê bi qirkirinê re rû bi rû tên hiştin û ‘fermana 73’an’ destpê dike!
 
 
ASAYIŞA PDK'Ê YA ŞENGALÊ CIWANÊN ÊZIDÎ LI DIJÎ EREBAN SOR KIR
 
Li gorî çavdêrî û agahiyên ji xelkê herêmê, yek ji sedema sereke ya kîn, nefret û neyartiya Erebên li derdorê Şengalê ya li dijî Êzidiyan yek jê jî siyaseta rêveberiya başûrê Kurdistanê li hêrêmê meşandiye. Siyaseta Herêma Kurdistanê, nexasim jî siyaseta ku PDK'ê li Şengalê meşandî, bûye yek ji sedema sereke ya kîn, nefret û neyartiya Erebên derdor a li dijî Êzidiyan. Lewre weke me li jor anî ziman, piştî herêm dikeve bin serweriya hikumeta Kurdistanê û pêşmerge tên Şengalê, gelek xort û ciwanên Êzidî dikin pêşmerge. Asayîşa PDK'ê ya li Şengalê, van Êzidiyên kirî pêşmerge li hemberî Ereban sor dike û dixwaze bi destê wan heyfa xwe ya pêkûtiyên di dema rejîma Baasê de ji Ereban derxe. Lewre di bendên kontrol û seytereyan de gelek pêkûtiyên xirab li Ereban hatine kirin û ciwanên Êzidî teşwîqî wê hatine kirin ku neyînî nêzî Ereban bibin, rûmeta wan bişkînin. Vê jî hiştiye ku beşeke Erebên derdor ku jixwe nêzikatiyeke wan a erênî li hemberî Êzidiyan nîn bû, zêdetir har bibin û dijminatiya Êzidiyan zêdetir bibe. Ev jî dibe sedemeke sereke ku gundewarên Ereb ên li derdora Şengalê bi DAÎŞ'ê re têkilî deynin û di dema êrîşên DAÎŞ'ê de bi hêrs û kîneke mezin qirkirin û komkujiyê bi serê Êzidiyan de bînin.
 
ROJA FERMANÊ 
 
Di 3’ê Tebaxa 2014’an de bi berbanga sibehê re dîkên gundan, li şûna mizgîniya sibeheke aram ku tav tîrêjên xwe bide rûyê zarokên rojê; banga qirkirinê dida bi dengekî hewarî! Şûna geşbûna rojê, rengê reş û tarî yê kirêtî û qirêjiya DAÎŞ’iyan siha xwe dida ser dilpakiyên zorokên Tawusê Melek! Li vê xakê ev çendîn car bû mehşera qiyametê radibû, kesî nizaniya lê gotin di cih de be qiyameta bêbextî, xiyanet û rûreşiya dîrokê, şerma mirovahiyê pêk dihat. Êdî qad bibûn meydana bazariya can û giyanan, hem jî bi erzahî, gellek erzanî û bêarî! Dê weladê xwe davêt. Seyê pîr li xwedanê xwe xweyî dernediket. Deşt û berrî, gund û bajarên Şengalê veguherîbûn qesabxanê, mirov weke berxikan dihatin şerjêkirin. Mirov bi saxî û bi komî dixistana gorên ne diyar. Hêj di temenê nûgihayî ku jiyan û cîhan pênase nekirî! Tama tehl, rûsariya cemidî, dilxedariya bêrehm a tarîtiya bin axê nas dikirin..! Heyyy xwedayoo! Ev çi zilm, çi zordarî, çi hovîtî bû! ev çi guneh bû ku ewqas xedariya bêpênase heq dikir!
 
Bi tariya êvarê re, mirovên xwe bi tarîtî û qirêjiya dîrokê pêçayî, bi pêlên reşaya tartîtiyê re dikevin tevgerê. Êdî navê jiyanê tenê û tenê dibe berxwedana man û nemanê, cenga hebûnê. Mîna ku mirov kevirekî bavêje gola avê, pêlek gilover çêke û her ku biçe ew pêla gilover fireh bibe û heta bigihê peravê golê; pêla êrîşên DAÎŞ'ê jî wisa li gund û deşta Şengalê kêlî bi kêlî belav dibû. Weke ewrekî reş, mij û moran; lê ne ji ber serma, berf û baranê, ji ber kelekela germa Tebaxa şewat bû ev kel û dûxan, ev mij û moran, ev qêrîn û hewar! Li aliyekî bazara can û mal, li aliyekî rev û beza ber bi jiyanê destpê kiribû, di nav çirkên demê û qonaxên şevê de. Kesên mecal û derfet dîtî, yê dest li ber rabûyî, dest avêtibû xîretê bergiriya hovîtiyê dikir. Egîd û mêrxasên leheng çok dabûn erdê, sing dabûn ber riman, dil kiribûn senger û ala berxwedanê ba dikirin.
 
HAWARA 12 SUWARIYAN
 
Li aliyê dîtir yên ji vê mecalê bêpar, berê xwe dabûn rêka çiya… Bi lingên xas, bi tena kiras, bê av û nan di kelegerma şeva Tebaxê de dikudandin… Lingan dilezand ber bi şiverêyên çiyayê serberz û enî pak. Lê dil, hest, raman, ango tevde hebûna arîşenî li pey dihat hiştin di nav lepên çeteyên har û hov de. Lewre her malbatek, her gundekî nîvê cerg û mêlaka xwe li pey xwe hiştibûn û berê xwe dabûn çiyê neçar! Çiya ku ji dîrokê ve stargeh û aramîgeha gelê Kurd, lewa ji wan re digotin qewmê çiyayî. Vê carê jî vaye dîsa careke dîtir dibû şahidaya ferman û komkujiyeke dilsoj. Lewma çiya hemêza xwe ya germ ji gel re vedikir bê fikar…
Bi berbanga sibehê re şiverêyên çiyayê Şengalê, bi mirovên dil bi kul dagirtî bûn. Lê mixabin ev ne xêliyên dawet û şahiyekê bûn. Ne jî qasid û peyamberên cejn û bextewariyê bûn. Karwanên ji ber şûrên rûreş û diltariyan filîtîbûn, ber bi çiyê ve dilezandin. Bi lingê xas, bi dilê tazî, bi çavên şil, bi rûyê xembar.. her gaveke davêtin li ser axa tebaxê ya ji kelegermê sincirî, mîna bisteke sor bûyî, dax dikir hest û giyana wan!
Bi berbanga sibehê re xeberê nexêrê zû belav bû ku hejmara qurbaniyên vê fermana bêyom ji 500’î derbas bûye jî. Belê zimanê deştê nîne ku olan bide, ew behreyeke çiya û gelî, newal û zinaran e ku dengê hewarê vede û bang bike, bang bike ku zarokên çiyayî, şervanên dilpak, cengawerên canbexş xwe ji çiyayan berdin berriyê, bên hewariyê. 
Li aliyekî 9 dilşêr û sozdar, 9 şervanên çiyayî, gerîlayên serdemê ku li ser çand û kevneşopiya Derwêşê Mêrxas li Çiyayê Şengalê ketibûn cengê, weke 12 siwariyên Derwêşê Evdî daketî nav qada şer û li hemberî artêşa Gêsiyan şer û cenga giran danî... 9 mêrxas û egîdan sing dabû ber neyar û xêrnexwazan, dilê xwe kiribûn mertal. Lê vê carê ne şûr û tîr û rim bûn ku li can dihat dayîn, çekên mor mirin vedireşîn li ser jînê. Li aliyekî gelê ji fermanê filitî û ketî ser riya çiyê digihandin deverên ewle, li aliyê dîtir bergiriya êrîşên hovane dikirin. 
 
 
Rêber û rêzanên çiyayî  dengê çîçekên deştê bihîstibûn û soz û qewl dabûn ku dê wan tenê nehêlin; berdêla wê çi be bila bibe dê biçin hewara civak Êzidî û di nav pençên DAÎŞ'ê de nehêlin. Mixabin rê dûr û dirêj, rê metirsî, rê bi kemîn û dafikan dagirtî bûn. Gerîlayên ji kûrahiya dîrokê derketî dê xwe berdana deştê û biçûna hewariya civaka Êzidî ku ji dîrok û çanda wan emanet û mîras mayî…
Despêkê êrîşên DAÎŞ'ê li herêmê ji aliyê başûr ve destpê dikin. Beriya navenda Şengal û komalgehên li derdora wê çete destpêkê berê xwe didin çar gundên Êzidiyan ên li milê deştê ku di nav gundên Ereban de ne. Gundên Koço, Xatimî, Gundê Til Qesaba Kevin, Şehwanî û Azimî yên Êzidiyan nêzî 12 km li aliyê başûr ê Şengalê ango li milê deştê dimînin. 
 
XWESTIN ÊZIDÎ BIBIN MISILMAN 
 
Piştî êrîş destpê dikin, ciwanên Êzidî li gorî derfetên destê xwe de û çekên xwe yên takekesî bergirî li hemberî DAÎŞ'ê dikin. Êrîşên mezin ên destpêkê li ser Sîba, Gir Zerik, Gir Ezer giran dibin. Li Sîba, Gir Zerik li dijî êrîşan berxwedaneke bêhempa tê raberkirin. Li gundê Gir Zerik heta ku tankên çeteyan tên didin ser berxwedêran, şer tê kirin û radest nabin. Ev jî dihêle ku êrîş piçekî bên derenghiştin, asta komkujiyê mezintir nebe. 
Trajediya mezin û dilsoj li herêma Koço û her sê gundên bi ser wê ve pêk tê. Giregirê van her çar gundan, Ehmed Caso ye. Li gorî vegotinên kesên ji fermanê filitî, piştî ku DAÎŞ dikeve Musilê Ehmet Caso, li ‘destebira’yekî xwe yê bi navê Ebû Hemze ku serkêşekî DAÎŞ'ê ye digere û rewşê jê dipirse ka dê DAÎŞ, zererê bide wan an na. Ebû Hemzeyê DAÎŞ’î ewlehiyê dide Ehmet Caso û dibêjê ku dê tiştekî li wan nakin. Lewre Ehmed Caso jî ji niştecihên van her çar gundiyên girêdayê xwe re dibêje ku ‘DAÎŞ destê xwe nade me, ji bo wê hewce nake em gundê xwe biterikînin’. Lewre Êzidiyên van her çar gundan ji gundên xwe dernakevin.  Piştî ku DAÎŞ tê van gundan, destpêkê ji wan re dibêje ‘çi çekên di destê we de heyî bidin me’. Ji bo ku Ehmed Caso qaşo ji destebirayê xwe yê DAÎŞ’î garantî û ewlehî girtiye, gundî jî bi ya wî dikin û çekên xwe didin! Piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê çekên wan ji wan distîne, bêyî ku tiştekî li wan bike, ji gund vediqetin. Lê belê piştî sê rojan vedigerin gund û dibêjin ‘Xelîfetiya me ferman daye, di nava sê rojan de divê hûn bibin misilman’. Li ser vê daxwaza DAÎŞ'ê gundiyên van her çar gundan li hev dişêwirin. Di encamê de gundî vê daxwaza DAÎŞ'ê qebûl nakin. Hinek gundî metirsiya nêz dibe hîs dikin, lewre ji gund vediqetin û berê xwe didin çiyê. Lê belê ji bo ku Ehmed Caso baweriya xwe bi destebirayê xwe Ebû Hemze yê DAÎŞ’î tîne, gundê xwe naterikîne û beşeke van her çar gundan jî baweriya xwe li Ehmed Caso tînin û ew jî dernakevin. Piştî ku Ehmed Caso ji serkêşê DAÎŞ'ê re dibêje ku naxwazin bibin misilman, komeke DAÎŞ'ê piştî sê rojan vedigerin gund ku Ebû Hemze jî di nav komê de ye. Xelkê gund li gorî çand û rêzdariya xwe wan pêşwazî dikin û wan dikin mêvan. Lê belê koma DAÎŞ'ê ji gundiyan re dibêje, “Madem hûn naxwazin bibin misilman, em ê jî mafên ku me dayî Xiristiyanan bidin we. Lewre hûn ê cizye (bac) bidin me.  Em ê piştî çend rojan dîsa vegerin gund û billa gundî jî li cihekî kom bibin, em ê baca xwe ji we bigirin (pere, zêr û eşyayên bi qîmet) û paşê we bi seyareyan bişînin herêma Kurdistanê.”
 
BI KOMÎ DIKUJIN Û DIXIN GORÊN KOMΠ
 
Piştî 4-5 rojan nêzî hezar çeteyên DAÎŞ’î careke dîtir vedigerin gund. Li gund piştî ku zînetên ji gundiyan xwestî ji wan digirin, jin û zarokan ji gundiyan vediqetînin. Zilam, kal û pîran ji gund hinek dûr dixin, bi komî wan dikujin û dixin gorên komî. Jin û zarokên hatî veqetandin jî li otobusan siwar dikin û dibin Tel Aferê. Ev jin û zarok hêviyê ne ku dê wan bibin Kurdistanê! Mixabin li Tel Aferê van jin û zarokan weke pez dixin malan û yek bi yek derdixin dibin û li bajarên Tel Afer, Fellûce, Musil, Reqa hwd weke eşyayekî difiroşin. Ev jî trajediya fermanê mezintir, birînên civakê xedartir dike! Ango komkujiya herî mezin bi vî awayî li Gundê Koço û derdora wê pêk tê. Piştî ku asta komkujiyan belav dibe, navend jî tê de, niştecihên komalgeha Şengalê bi lez û bez dikevin ser şiveriyên çiyê… 
 
BÎLANÇOYA KOMKUJIYÊ 
 
Li gel zirarên maddî û manewî, li gorî daneyan bîlançoya vê komkujiyê wiha ye:
 
*Nêzî 400 hezar kes ji gund û bajarên xwe koç ber bûye.
*Navenda Şengal, nehiyên Sinûnê û Til Êzer jî tê de hema bêje bi giştî gund, komalgehên Şengalê tên xirabkirin an jî şewitandin.
*Li aliyê Başûr ê Şengalê gelek malbat hema bêje bi giştî hatin qirkirin, an jî ketin destê DAÎŞ'ê.
* 6450 jin, zarok, keç û beşek zilam dîl ketine destê DAÎŞ'ê.
* Li gorî hatî tespîtkirin heta niha ji 6450 kesan 3370 kes ji destê DAÎŞ'ê hatiye rizgarkirin. Kesên hatî rizgarkirin li gorî zanyariyan 300 jê zilam, 758 jin, 456 keç û 473 kes jî kur in. 
* Zêdetirî  3 hezar kes aqûbeta wan hêj ne diyar e. Di destê çeteyên DAÎŞ'ê de ne yan hatine qetilkirin nayê zanîn.
*1500 kes ên li dijî DAÎŞ'ê li ber xwe dayî şehîd bûne.
* 280 kes dema ku ji ber êrîşên DAÎŞ'ê direvin, di rêyên çiyê de bi têhn-birçîbûn û nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane.
* 890 kes dema koçberiyê de ji ber sedemên cur be cur birîndar bûne.
*Bi qasî 100 hezar zêdetir Êzidî koçberî derveyî welêt bûne.
*Bi qasî 350 hezar Êzidî ji warê xwe koçber bûne, li deverên din ên weke Kurdistan hwd dimînin, koçber in, derveyî Şengalê ne.
*Ji kesên hatî revandin û winda heta niha cenazeyê 1280 kesî hatiye dîtin. Cenazeyên hatî dîtin bi gelemperî di gorên komî de hatine dîtin. 
*Heta niha 12 gorên komî hatine dîtin û tê texmîkirin ku hêj gelek gorên komî hene. 
*Bi qasî 100 hezar kes jî niha li ser axa Şengalê dijî.
*Beşek ji van kesên ketî destê DAÎŞ'ê, bi hevkariya YBŞ-YPG-QSD'ê hatine rizgarkirin. Beşek jî bi derfet û hewldanên xwe ji destê DAÎŞ’iyan filitîne û xwe gihandine cihên bi ewle, li qadên di bin serweriya YPG-QSD’ê de.
 
MA / Mem Avba 
 

Sernavên din

05/03/2020
09:14 Welatiyên Amedê: Vîrûsa Corona li Tirkiyeyê tê veşartin
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2020'AN
04/03/2020
17:01 Baroya Mêrdînê xwest parêzer Kahraman were berdan
17:00 Li Îtalyayê ji ber vîrusa koronayê dibistan hatin girtin.
16:40 ‘Penaber bi mirinê re rû bi rû ne, mirin sûcek mezin e’
15:50 Tora Piştevaniya Rojnamegeran: Ji bo rastiyan veşêrin zextan zêde dikin
15:46 Şahî û çalakiyên 8’ê Adarê didomin
15:37 Aysel Koç bi dirûşmeyan defin kirin
15:36 Selma Irmak ji doza 'propagandaya rêxistinê' berat kir
15:32 Peyamnêrê Rûdawê ji Edîrneyê birin Enqereyê
14:40 Ji Asrinê daxuyaniya Îmraliyê: Ocalan, careke din hêza xwe ya çareseriya qrîza siyasî destnîşan kiriye
14:36 Leşkerên Yewnan êrişî penaberan kir: Penaberek hat kuştin û birîndar hene
14:28 Rapora girtîgehên Derya Reş: Îşkence didome
14:05 Qeymeqamê Çinarê ji wezîfeyê hat girtin
13:45 4 kesên li Sûrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:34 Cotkarên mêrdînî biryar girtin ku garis û pembû daneynin
13:22 Leşkerên li Nexweşxaneya Rehanliyê sekinîne: Tabûrek leşker hat kuştin!
13:16 Freedom House: Tirkiye ne azad e
13:12 Ûca serdana herêma erdhejê kir
13:11 Li Idlbiê 2 leşkerên din jî hatin kuştin
12:57 4 kesên ku li Sûrê hatibûn binçavkirin 3 jê ji wan hatin berdan
12:20 Di dorpêça çekan de birin şîna keça wî
11:53 Li ser bertekan DEDAŞ'ê ceyrana gundan berda
11:34 WHO: Ji Vîrûsa Corona 3 hezar û 110 kes mirin
11:21 Ji ber bêavî û bêceryaniyê gundî metirsin ku nexweşîna têger derkeve
10:56 Jinên penaber rastî tundiya dijwar tên
10:42 Li Dersimê tora çawişên pispor: Ji bo her xwendekara ku pê re hevdîtin pêk tînin dibêjin, 'Me kurdeke din jî kuşt'
10:08 'Ev derketina ji rêya xwedê ye'
09:38 Ji bo valakirinê muhlet dan gundê Şikeftan
09:37 Li dijî DAIŞ'ê berxwedana dîrokî
09:32 Ceylan: Hevdîtin aştiyê, tecrîd şer pêş dixe
09:30 Dozgeriyê ji bo KCD'ê gotiye 'saziyeke îllegal'
09:29 Kaya: Wê bi girtina deriyan şîrket giş top bavêjin
09:29 Ji ber koronavîrusê bi hezaran TIR li sînor hatine sekinandin
09:28 'Li derve kar, li malê aramî tuneye'
09:14 Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Me awayekî cuda yê têkoşînê nîşanî cîhanê da
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2020'AN
08:06 Polîsan rojnameger Bariş Terkoglu binçav kirin
03/03/2020
23:27 Nûçegihanê me Sayilgan ji girtîgehê derket
20:25 Li Amedê panela 'Wêje û Jin'ê hat lidarxistin
18:19 Malbatan li Îmraliyê hevdîtin bi xizmên xwe re pêk anîn
17:14 Yekitiya Êzidiyan ji NY'ê xwestin ku parêzeran bişînin Îmraliyê
16:45 Bav û 2 birayên Çîçek Kobanê der sînor kirin
16:41 Malbata Koç cenazeyê Aysel Koç ji saziya tipa edlî wergirtin
16:17 Nûçegîhanê me Sayilgan li ser îtîrazê hat berdan
16:16 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
16:13 'Ji bo jiyanek azad û rakirina tecrîtê em ê di 8'ê Adarê de li qadan bin'
16:02 Meclîs bi rojeva Idlibê li hev civiya
15:53 Onder Babat bi bîr anîn
15:37 Rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê: Em diçin Enqereyê bi rengê spî bixemilînin
15:20 Li Îranê vîrûsa korona bi 23 parlamenteran re hat tespîtkirin
15:00 ‘Dewlet pêşî li cînayetên kar nagire’
14:46 Sancar: Di şerde xizan winda dikin
13:57 ‘Tu kes ji keyfî koç nake: Tirkiye û Ewropa sûc dikin
13:50 Şaredariya Bornovayê malên cemê kir statuya îbadetxaneyan
13:47 Elîaçik: Diyanet kirinên dewletê meşrû dike
13:38 Li 3 navçeyan nehiştin endamên meclîsê bikevin avahiya şaredariyê
13:10 ‘Ji bo heqîqet neyê ragihandin rojnamegeran binçav dikin’
12:58 Koprudaş ji bo piştevaniya penaberan diçin Edîrneyê
12:53 Girtiyê kirin hucreyê 20 rojin di greva birçîbûnê deye
12:07 Piştî çend rojan di bin berf û sermayê de serê xwe şûştin
11:49 Polîsan li gundekê Sûrê bi ser malan de girtin
11:28 Teknîkereke jin a karê înşaetê dike: Dixwazin wekî mêr tev bigerim
10:38 Girtî Aysel Koç jiyana xwe ji dest da
10:32 Serokê TTB'êAdiyaman: Zû dereng dê Vîrûs bigêje Tirkiyeyê
10:18 Aktivîsa TJA'yê Boga: Sedsala 21’emîn wê bibe sedsala jinan
10:11 Akademiya Muzîkê ya Ma’yê 3’yemîn sala xwe pîroz dike
09:51 Tevgera heri mezin a Terorê DAIŞ û Fermana 73’an
09:26 Wê fabrîkeya polîpropîlenê zirarê mezin bide mirovan û xwezayê
09:25 Hem li malê hem jî li nav erdan keda wan tê binpêkirin
09:24 Piştî Deriyê Xabûrê hat girtin her tişt biha bû
09:23 ‘Ji ber bendava ewlehiyê mirov mecbûr man terka warê xwe bikin'
09:22 Ji ber ku got 'Birêz Ocalan' doz lê hat vekirin
09:22 Dayika Surme ku 6 kurên wê û hevjînê wê hatibûn girtin: Wê têkoşîna dayikan bi ser bikeve
09:21 Dengvedana sedsalekê: Heyran Xanim
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2020'AN
02/03/2020
17:08 Erdogan: Ku venekişin dê serê wan li ser milê wan nemîne
16:41 Li Hatayê ÎHA'yek ket
16:36 Hevşaredara Peyasê Yilmaz nehat berdan
16:25 Hevseroka KCD'ê Guven: Hêza me jinan a vî şerî rawestîne heye
16:16 Rewşa penaberên li ser sînor û rojnamegerên hatin binçavkirin birin meclîsê
16:00 Hêzên rejîma Sûriyeyê ketin Seraqîpê
15:31 Li ser sûrên Amedê awazên jinan
14:43 Dayika Helîn Şen: Bibin piştekê têkoşîna me ya edaletê
14:29 Ji ser sînorê Yewnanîstanê xeberên mirinê tên
14:09 Ji qaymeqamiyê daxuyaniya hewldana revandinê
13:59 TJA: Bila êşa li ser sînor bi dawî bibe
13:47 Ji ÎHA’yê nûçeya sosret!
13:44 Olûç: Bi rûniştina girtî dixwazin mijara Idlibê ji gel veşêrin
13:33 Li Erxeniyê şahiya 8’ê Adarê hat qedexekirin!
13:25 Nûçegîhanê me Îdrîs Sayilgan hat girtin
13:13 Serokwezîrê Yewnanistanê: Em ê penaberan vegerînin
12:50 Di Sibatê de 22 jin hatin qetilkirin
12:43 Dadgehê 18 meh ceza da Endamê MYK'ê yê KKP Kazici
11:51 Li Wanê rêya 112 gundan hat girtin
11:48 Pûtîn: Em xwe ji bo şer amade nakin
11:46 Qeyûmê Qoserê meclîs kir betlanê!
11:11 Dadgehê 2 sal û mehek ceza li Rojnameger Oruç birî
11:01 2 amerîkiyên krîtik tên serdana Tirkiyeyê
10:59 Êrişî avahiya HDP’ê ya Aydinê kirin