ŞIRNEX - Piştî Deriyê Sînor ê Xebûrê ji ber koronavîrusê hat girtin, çay, şekir û tiştên tûtinî yên ji Iraqê dihatin jî li Şirnex û navçeyên wê ji sedî 50 hatin bihakirin.
Piştî koronavirûs berbelav dibe, li herêmê Deriyê Sînor ê Xebûrê jî hat girtin. Girtina derî, bandor kesên rojane diçûn Iraqê û tiştên wekî çay, şekir û tiştên tûtinî dihanîn jî kir. Bi vê re çay, şekir û tiştên tûtinî li Şirnex û navçeyên wê jis edî 50 biha bûn.
Çaya ku kîloya wê bi 50 lîreyî bû, piştî girtina derî bû 70-75 lîre, şekirê ku 10 kîloyê wê bi 38 TL'yan bû piştî girtina derî bû 48 lîre. Her wiha şîrê zarokan ê glîkoz ku bi 28 TL'Yan bû, niha bûye 35 TL. Her wiha qartoan cixareyan jî 10 lîre hatiye bihakirin.
Şêniyê bajêr Mûrat Erîk, anî ziman ku piştî deriyê sînor hatiye girtin wekî berê wxeşikî tiştek bi dest wan nakeve. Erîk, diyar kir ku li piyaseyê çay tuneye û got: "Ne diyar e wê kengî derî bê vekirin. Rewş nebaş e. Tenê dahata me bazirganiya sînor e. Piştî vê rewşa me nebaş bû. Heger ev enxweşîn neyê helkirin û derî neyên vekirin, wê rewşa gel xirabtir bibe."
ÇARESERIYEKE MAYINDE
A.D.'yê ku diçe wî aliyê sînor û beran tîne difiroşe jî anî ziman ku her cara di derî re derbas dibûn 30 TL qezenc dikirin, lê belê ji ber koronavîrusiyê êdî ew jî bid est wan nakeve. A.D., destnîşan kir ku ji bo tenduristiyê girtina derî tiştekî rast e û got: "Helbet bazirganî ji canê mirovan ne biqîmetir e. Ji ber vê nexweşînê bi sedan eks mirine. Hêvîdarim ev nexweşîn bê helkirin û derî jî rojek berî rojekê bên vekirin. Heger dirêj dewam bike mecbûr wê mirov ji xwe re li rêyeke din bigerin û dibe ku xwe lî sînoran jî bixin." A.D., bang li rayedaran kir ku ji bo vê nexweşînên ne çareseriyeke dembor, çareseriyeke mayinde bê peydakirin.
Esnaf R.C. jî got: "Nîv kîlo çaya ku berê me bi 20 TL'yî dikirî niha em ji kesên rojane diçin wî aliyî bi 27 TL'yan dikirin. her wiha şekir, qehwe û berên din jî bi vî hawî dikirin. Yanî ên ku biha dikin ne em in."
MA / Mujdat Can