AMED - Hevjînê Dayika Aştiyê Fatma Surme û 6 kurên wê tên girtin. Surme, dibêje bawer dike ku wê têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bi ser bikeve.
Fatma Surme (63) ji ber rewşa aborî tevî malbata xwe koçî Îzmîrê dike û hema bêje jiyana wê di rêya girtîgehan de derbas bûye. Di rojekê de hevjînê wê û 5 kurên wê bi hev re tên girtin. Surme, dibêje li ber van êş û azarên gelê kurd, dayik hîn bêtir bibiryar û xweragir in.
HEVJÎNÊ WÊ Û 5 KURÊN WÊ TÊN GIRTIN
Surme, di sala 1993'yan de tevî hevjînê xwe û 13 zarokên xwe ji Amedê berê xwe dide Îzmîrê. Di sala 2008'an de gava wesayîteke polîsan di rê de diçe bombeyeke diteqe û piştî vê teqînê polîs davêjin ser mala wê û hevjînê wê û 5 kurên wê tên binçavkirin û paşê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" tên girtin.
Piştî vê Surme êdî li mala xwe çay çê dike û difiroşe û hewl dide zarokên xwe xwedî bike. Paşê li dikana di binî xaniyê xwe de hem çay çê dike, hem jî çay û şekir dfiroşe û heftê rojekê jî goştê pez difiroşe. Tam salekê bênavber diçe girtîgehê cem hevjînê xwe û 5 kurên xwe. Hem ji bo debara zarokên xwe dixebite hem jî ji bo aştî pêk bê di bin banê Meclîsa Dayikên Aştiyê de dixebite. Di sala 2009'an de danişîna hevjîna wê û 5 kurên wê tê lidarxistin. Lê belê Surme wê rojê ji dêvla ku biçe dadgehê tev li daxuyaniya Dayikên Aştiyê dibe. Di vê danişînê de 3 kurên wê tên berdan, lê hevjînê wê Takyeddîn Surme û kurê wê Bunyamîn û Ahmet nayên berdan.
JI BO KARIBE BI RIHETÎ BIÇE GIRTÎGEHÊ HÎNÎ XWENDIN Û NIVÎSANDINÊ DIBE
Surme, bi tirkî nizane lê belê di 3 mehan de hînî xwendin û nivîsandinê dibe. Ji bo gava diçe girtîgehê li otobêsên şaş siwar nebe hînî xwendin û nivîsandina bi kurmancî û tirkî dibe.
AN GIRTÎGEH AN JÎ SIRGÛN
Tenê xeyalek Surmeyê heye ew jî, tevî hevjînê xwe û zarokên xwe di bin banê xaniyekî de bijî. Lê belê zarokên wê an di girtîgehê de ne an jî tên sirgûnkirin. 3 kurên wê yî ji girtîgehê derketin ji ber rewşa xwe ya siyasî diçin derveyî welat û 6 sal in li derveyî welat in. Surmeya ku hevjînê wê û 2 kurên wê girtîne, 6 sal şûn de kurekî wê yê din jî tê berdan.
DÎSA TÊ AMEDÊ
Piştî 22 salan ji Îzmîrê bar dike tê Amedê. Ji bo hatina xwe ya Amedê dibêje: "Cardin em hatin mala xwe. Tu der wek welatê meriv nabe. Dibe ku Îzmîr xweş be, lê min qet hez jê nekir."
Dayik Surme, li vira hê bêtir daxilî nav têkoşînê dibe. Gava tê Amedê ewilî diçe tev li nav Dayikên Aştiyê dibe. Çendî ku ji ber qezayeke biçûk lingê wê şikiya be jî, lê belê tevî alçiyê li linxê wxe û gopalê xwe ji tu daxuyaniyeke çapemeniyê û çalakiyan namîne.
Surme, di hilbijartina 7'ê Hezîranê de xezûrê xwe yê di nav ciya de di ber sikratan de dibe ser sindiqo û ji bo wê rojê dibêje: "Dengek dikare gelek tiştan biguherîne. Hê jî gava tê bîra min dikenim. Me bi wî halî ew bir ser sindoqê."
KUREKÎ WÊ YÊ DIN JÎ TÊ GIRTIN
Kurekî Surmeyê yê din jî ku 8 salan winda bû, li Mûglayê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" tê girtin. Kurê wê 3 mehan di Girtîgeha Mûglayê de dimîne û paşê wî dişînin Girtîgeha Tekîrdagê. Dayik Surme, piştî 8 salan cara ewil kurê xwe li girtîgehê dibîne. Geh diçe Girtîgeha Tekirdagê û geh jî diçe Girtîgeha Şakranê cem hevjînê xwe û kurê xwe yê din.
Piştî 10 salan hevjînê wê di sala 2018'an de tê berdan. Gava çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê dest pê dike ew jî tevî dayikan dadikeve kuçeyan. Her roj ew û hevjînê xwe diçin Parka Koşûyolûyê û ji bo girtiyên siyasî nobetê digirin.
‘BI BERXWEDANA WAN SERBILIND IM'
Surme, ji bo wan rojan dibêje: "Em jî ketin greva birçîbûnê. Diviya me moralê girtiyan xweş bikira. Bi berxwedana wan serbilind bûm. Em dayik ji bo zarokên xwe têkoşiyan. Helbet wê rojekê têkoşîan me bi ser bikeve."
NANÊ SÊLÊ DIFIROŞE
Surme, 7 meh berê ji ber rewşa aborî dest bi çêkirina nanê sêlê kiriye û difiroşe. Surme dibêje: "Piştî nimêja serê sibê hevîrê xwe dikim. Paşê petatên xwe çê dikim û dest bi nanê sêlê dikim. Heta saet 12.00'an hazir dibin. Carinan li bazarê, carinan li qehwexaneyê û carinan jî li kuçeyan difiroşim. Heba wî bi 2 lîreyan difiroşim. Gava diçim qehwexaneyê kêfa wan tê dibêjin 'gozleme geldi'. Lê belê ez jî tim ji wan re dibêjim 'navê wî nanê bikartol e'. Divê li her derî em bi zimanê xwe biaxivin."
MA / Arjîn Dîlek Oncel