Rewşa penaberên li ser sînor û rojnamegerên hatin binçavkirin birin meclîsê

img

ENQERE - Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Tayip Temel, rewşa penaberên li ser sînor û rojnamegerên ku nûçeyên penaberan li Edîrneyê dişopandin hatin binçavkirin, bir meclîsa Tirkiyeyê. Temel pirsname da meclîsê û xwest Cîgirê Serokomar Fuat Oktay bibersivîne. 

Piştî Rejîma Sûriye û Rûsya li dijî eskerên TSK'ê êrîş pêk anîn û 36 eskeran jiyana xwe ji dest dan, Serokomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan got "Emê deriyan vekin" û derî vekirin. Piştî Hikûmetê derî li penaeran vekir, bi otobus û kamyonan penaber ji gelek bajarên Tirkiyeyê şandin sînorê Edîrneyê û xwestin wan derbas bikin. Nûçegîhanên ajansa me (MA) Nacî Kaya û Îdrîs Sayilgan ên nûçe dişopandin hatin binçavkirin. Sayilgan îro sewqî dadgehê kirin û şandin Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê. Nacî Kaya hêj di bin çavan de tê girtin. Nûçegîhanên Sputnîk û Rûdavê yên hatibûn binçavkirin jî serbest hatin berdan. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Wanê Tayip Temel, ji bo balê bikişîne ser rewşa penaberên li ser sînorê Edîrneyê û rojnamgerên ku nûçe li ser sinor dişopandin hatin binçavkirin pirsname da meclîsê. 
Temel, xwest Cîgirê Serokomar Fuat Oktay pirsên wî bibersivîne. 
 
Temel bal kişand ser girtina Nûçegîhanê MA'yê Îdris Sayilgan û binçvkirina Naci Kaya. 
 
Temel, ji bo Oktay bibersivîne ev pirs pirsîn: 
 
"* Piştî Omer Çelik got 'Êdî em nikarin penaberan bigirin', têkildarî penaberan tu tedbîrên bibe sedema krîzên mirovahiyê hatin girtin ya na? 
 
* Penaberên ku li ser sînor hatin komkirin bi kijan rêbazê ew birin ser sînor? Hêjmara penaberên ku ji sînorê Tirkiye derketin û li ser sînorê Ewropa kom bûne çiqas in? 
 
* Ji bo penaberên li ser sînor hatin rawestandin, tu alîkarî û piştevaniya xwarin, zexîre û pêdiviyên jiyanê tên kirin ya na. Ger ku xebatek nehatibe kirin jî sedema vê yekê çiye? Penaberên ku pêdiviya wan a alîkariya tendurisityê heye tu alîkarî hatiye kirin ya na? Tu pilana we ya bi vî rengî heye ya na? 
 
* Ji 2'ê Adarê û şûnde çend penaber ji bo biçin Ewropa ji Tirkiyeyê derketin? 
 
* Der barê qaçaxvanên penaberan ên bi qasî karibin derkevin pêşberî çapemeniyê roportaj bidin ji xwe bawerin, tu lêpirsîn hatiye kirin? 
 
* Tu planên hikûmeta we ya ji bo dawî li krîza penaberan bîne heye ya na? 
 
* Duh li Mereşê li dijî malbatên Sûriyeyê êrîş pek hatin. Ji bo vê yekê tu tedbîr hatine girtin ya na? 
 
* Xebatkarên Çapemeniyê li Pazarkule ya  Edîrneyê bi hinceta "Li herêma qedexe dîmen kişandine" hatin binçavkirin, Lê li herêma qedexe bi hezaran penaber li wir in. Hûn dê vê yekê çawa aşkere bikin? 
* Sedema xebatkarên çapemeniyê yên karê xwe dikirin û li Pazarkule hatin binçavkirin çiye. Rastiya wê çiye? 
 
* Çima pêvajoya binçavkrina Xebatkarê Ajnasa Mezopotamya Îdris Sayilgan û Naci Kaya hat dirêjkirin. Xebatkarê Çapeeniya Azad dê kengi serbest bên berdan? 
 
* Çima hûn naxwazin raya giştî der barê nûçeyên têkildarî rewşa penaberan de bibe xwedî agahî? 
 
* Bi binçavkirin û girtina rojnamegeran hûn peymanên Navneteweyî û xalên Qanûna Bingehîn îhlal nakin ? 
 
* Li dijî mala 3 xebatkarên Ajansa Sputnik'ê êrîş pêk hat. Kesên êrîş kirin hatin tespîtkirin ya na? Der barê êrîşkaran de tu lêpirsîn hatiye vekirin ya na? 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

05/03/2020
09:14 Welatiyên Amedê: Vîrûsa Corona li Tirkiyeyê tê veşartin
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2020'AN
04/03/2020
17:01 Baroya Mêrdînê xwest parêzer Kahraman were berdan
17:00 Li Îtalyayê ji ber vîrusa koronayê dibistan hatin girtin.
16:40 ‘Penaber bi mirinê re rû bi rû ne, mirin sûcek mezin e’
15:50 Tora Piştevaniya Rojnamegeran: Ji bo rastiyan veşêrin zextan zêde dikin
15:46 Şahî û çalakiyên 8’ê Adarê didomin
15:37 Aysel Koç bi dirûşmeyan defin kirin
15:36 Selma Irmak ji doza 'propagandaya rêxistinê' berat kir
15:32 Peyamnêrê Rûdawê ji Edîrneyê birin Enqereyê
14:40 Ji Asrinê daxuyaniya Îmraliyê: Ocalan, careke din hêza xwe ya çareseriya qrîza siyasî destnîşan kiriye
14:36 Leşkerên Yewnan êrişî penaberan kir: Penaberek hat kuştin û birîndar hene
14:28 Rapora girtîgehên Derya Reş: Îşkence didome
14:05 Qeymeqamê Çinarê ji wezîfeyê hat girtin
13:45 4 kesên li Sûrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:34 Cotkarên mêrdînî biryar girtin ku garis û pembû daneynin
13:22 Leşkerên li Nexweşxaneya Rehanliyê sekinîne: Tabûrek leşker hat kuştin!
13:16 Freedom House: Tirkiye ne azad e
13:12 Ûca serdana herêma erdhejê kir
13:11 Li Idlbiê 2 leşkerên din jî hatin kuştin
12:57 4 kesên ku li Sûrê hatibûn binçavkirin 3 jê ji wan hatin berdan
12:20 Di dorpêça çekan de birin şîna keça wî
11:53 Li ser bertekan DEDAŞ'ê ceyrana gundan berda
11:34 WHO: Ji Vîrûsa Corona 3 hezar û 110 kes mirin
11:21 Ji ber bêavî û bêceryaniyê gundî metirsin ku nexweşîna têger derkeve
10:56 Jinên penaber rastî tundiya dijwar tên
10:42 Li Dersimê tora çawişên pispor: Ji bo her xwendekara ku pê re hevdîtin pêk tînin dibêjin, 'Me kurdeke din jî kuşt'
10:08 'Ev derketina ji rêya xwedê ye'
09:38 Ji bo valakirinê muhlet dan gundê Şikeftan
09:37 Li dijî DAIŞ'ê berxwedana dîrokî
09:32 Ceylan: Hevdîtin aştiyê, tecrîd şer pêş dixe
09:30 Dozgeriyê ji bo KCD'ê gotiye 'saziyeke îllegal'
09:29 Kaya: Wê bi girtina deriyan şîrket giş top bavêjin
09:29 Ji ber koronavîrusê bi hezaran TIR li sînor hatine sekinandin
09:28 'Li derve kar, li malê aramî tuneye'
09:14 Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Me awayekî cuda yê têkoşînê nîşanî cîhanê da
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2020'AN
08:06 Polîsan rojnameger Bariş Terkoglu binçav kirin
03/03/2020
23:27 Nûçegihanê me Sayilgan ji girtîgehê derket
20:25 Li Amedê panela 'Wêje û Jin'ê hat lidarxistin
18:19 Malbatan li Îmraliyê hevdîtin bi xizmên xwe re pêk anîn
17:14 Yekitiya Êzidiyan ji NY'ê xwestin ku parêzeran bişînin Îmraliyê
16:45 Bav û 2 birayên Çîçek Kobanê der sînor kirin
16:41 Malbata Koç cenazeyê Aysel Koç ji saziya tipa edlî wergirtin
16:17 Nûçegîhanê me Sayilgan li ser îtîrazê hat berdan
16:16 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
16:13 'Ji bo jiyanek azad û rakirina tecrîtê em ê di 8'ê Adarê de li qadan bin'
16:02 Meclîs bi rojeva Idlibê li hev civiya
15:53 Onder Babat bi bîr anîn
15:37 Rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê: Em diçin Enqereyê bi rengê spî bixemilînin
15:20 Li Îranê vîrûsa korona bi 23 parlamenteran re hat tespîtkirin
15:00 ‘Dewlet pêşî li cînayetên kar nagire’
14:46 Sancar: Di şerde xizan winda dikin
13:57 ‘Tu kes ji keyfî koç nake: Tirkiye û Ewropa sûc dikin
13:50 Şaredariya Bornovayê malên cemê kir statuya îbadetxaneyan
13:47 Elîaçik: Diyanet kirinên dewletê meşrû dike
13:38 Li 3 navçeyan nehiştin endamên meclîsê bikevin avahiya şaredariyê
13:10 ‘Ji bo heqîqet neyê ragihandin rojnamegeran binçav dikin’
12:58 Koprudaş ji bo piştevaniya penaberan diçin Edîrneyê
12:53 Girtiyê kirin hucreyê 20 rojin di greva birçîbûnê deye
12:07 Piştî çend rojan di bin berf û sermayê de serê xwe şûştin
11:49 Polîsan li gundekê Sûrê bi ser malan de girtin
11:28 Teknîkereke jin a karê înşaetê dike: Dixwazin wekî mêr tev bigerim
10:38 Girtî Aysel Koç jiyana xwe ji dest da
10:32 Serokê TTB'êAdiyaman: Zû dereng dê Vîrûs bigêje Tirkiyeyê
10:18 Aktivîsa TJA'yê Boga: Sedsala 21’emîn wê bibe sedsala jinan
10:11 Akademiya Muzîkê ya Ma’yê 3’yemîn sala xwe pîroz dike
09:51 Tevgera heri mezin a Terorê DAIŞ û Fermana 73’an
09:26 Wê fabrîkeya polîpropîlenê zirarê mezin bide mirovan û xwezayê
09:25 Hem li malê hem jî li nav erdan keda wan tê binpêkirin
09:24 Piştî Deriyê Xabûrê hat girtin her tişt biha bû
09:23 ‘Ji ber bendava ewlehiyê mirov mecbûr man terka warê xwe bikin'
09:22 Ji ber ku got 'Birêz Ocalan' doz lê hat vekirin
09:22 Dayika Surme ku 6 kurên wê û hevjînê wê hatibûn girtin: Wê têkoşîna dayikan bi ser bikeve
09:21 Dengvedana sedsalekê: Heyran Xanim
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2020'AN
02/03/2020
17:08 Erdogan: Ku venekişin dê serê wan li ser milê wan nemîne
16:41 Li Hatayê ÎHA'yek ket
16:36 Hevşaredara Peyasê Yilmaz nehat berdan
16:25 Hevseroka KCD'ê Guven: Hêza me jinan a vî şerî rawestîne heye
16:16 Rewşa penaberên li ser sînor û rojnamegerên hatin binçavkirin birin meclîsê
16:00 Hêzên rejîma Sûriyeyê ketin Seraqîpê
15:31 Li ser sûrên Amedê awazên jinan
14:43 Dayika Helîn Şen: Bibin piştekê têkoşîna me ya edaletê
14:29 Ji ser sînorê Yewnanîstanê xeberên mirinê tên
14:09 Ji qaymeqamiyê daxuyaniya hewldana revandinê
13:59 TJA: Bila êşa li ser sînor bi dawî bibe
13:47 Ji ÎHA’yê nûçeya sosret!
13:44 Olûç: Bi rûniştina girtî dixwazin mijara Idlibê ji gel veşêrin
13:33 Li Erxeniyê şahiya 8’ê Adarê hat qedexekirin!
13:25 Nûçegîhanê me Îdrîs Sayilgan hat girtin
13:13 Serokwezîrê Yewnanistanê: Em ê penaberan vegerînin
12:50 Di Sibatê de 22 jin hatin qetilkirin
12:43 Dadgehê 18 meh ceza da Endamê MYK'ê yê KKP Kazici
11:51 Li Wanê rêya 112 gundan hat girtin
11:48 Pûtîn: Em xwe ji bo şer amade nakin
11:46 Qeyûmê Qoserê meclîs kir betlanê!
11:11 Dadgehê 2 sal û mehek ceza li Rojnameger Oruç birî
11:01 2 amerîkiyên krîtik tên serdana Tirkiyeyê
10:59 Êrişî avahiya HDP’ê ya Aydinê kirin