NAVENDA NÛÇEYAN – Ji serwîsa BBC a Cîhanê Mughira Al Sharîf ragihand ku penaberê Sûriyê Ahmed Ebû Emad li sînorê Yewnanîstan dema dixwaze derbas bibe ji aliyê Ewlekarê Sînor ê Yewnan ve hat kuştin. Her wiha li Girava Mîdîllî qeyikek noqî avê bû û zarokek fetisî.
Li Idlibê piştî kuştina leşkerên tirk, rayedarên Tirkiyê daxuyandin ku deriyê sînor ê dê penaber biçin Ewropayê vekin. Li ser vê agahiyê bi deh hezaran peanber berê xwe dan sînorê Yewnanîstanê. Xeberên nexweş ên mirina penaberan jî hatin.
Rojnameger Mughira Al Sharîf ê ji serwîsa BBC a Cîhanê re dixebite di Twîtterê de agahî belav kir û diyar kir ku penaberê bi navê Ahmed Ebû Emad ê ji Helebê vê sibehê li nêzî Îpsala ji qirika xwe gule xwariye û hatiye kuştin. Li gorî agahiyên Mughira Al Sharîf dê cenazeyê Ebû Emad bînin Tirkiyê.
Piştî dîmen di medya civakî de hatin parvekirin, Reuters jî piştrast kir ku ciwanek ji Sûriyê li ser sînor hatiye kuştin.
Çavkaniyên tirk ên ji Reutersê re axivîn diyar kirin ku ev ciwan di encama gulebarankirina hêzên Yewnan de hatiye kuştin.
Her wiha Reutersê ragihand ku li nêzî Girava Mîdîllî kelek noqî avê bûye, 47 penaber hatine rizgarkirin û zarokek fetisiye û cenazeyê wî hatiye derxistin.