MÊRDÎN - Li Qoserê, têkildarî hewldana revandina Selahattîn Aksoy, qaymeqamiyê daxuyanî da.
Li Taxa Dûnaysir a navçeya Qoserê ya Mêrdînê, kesên nasnameya wan nediyar hewl dabûn welatiyê bi navê Selahattîn Aksoy birevînin. Piştî ku bi ser navê "Li Mêrdînê hewldana revandinê: Di destê wan de tiştekî mîna bêtêlê hebû" di ajansa me de têkildarî mijarê nûçe hat weşandin, Qaymeqamiya Qoserê têkildarî mijarê daxuyanî da.
Qaymeqamiyê, diyar kir ku di çarçoveya serlêdana giliyê ya Aksoy de di bin koordîneya Serdozgeriya Komarê ya Qoserê de ji aliyê Miduriyeta Polisan a Qoserê ve bûyer bi her awayî tê lêkolînkirin. Qaymeqamiyê têkildarî nûçeya me jî angaşt kir ku hatiye berovajîkirin û diyar kir ku Aksoy di serlêdana xwe ya fermî de negotiye ku ji polisan bi guman e.
Aksoy, têkildarî mijarê ji ajansa me re axivîbû û diyar kiribû ku kesên ku hewldane wî birevînin de destê wan tiştekî mîna bêtêlê hebûye û ji polisan bi guman e.