NAVENDA NÛÇEYAN – Ajansa Nûçeyan a Îhlasê bi nûçeya “Ji metorolojiyê nûçeya kêfxweşiya bo penaberan” serî li sosretiyê da.
Piştî kuştina leşkerên Tirkiyê ya li Idlibê, Tirkiye deriyê sînor li penaberan vekir. Çûyîna penaberan herî kêlî li qada navnetewî deng vedide û dibe sedemê krîzên mezin. Ajansa Nûçeyan a Îhlasê (ÎHA) têkildarî rewşa penaberan serî li rêbazek sosret da û nûçeyek matmayî belav kir. ÎHA’yê bi sernavê nûçeya “Ji metorolojiyê nûçeya kêfxweşiya ji bo penaberan” sosretiya xwe raxist ber çavan.