ENQERE - Nûnerê Daîmî yê NY'yê yê Amerîkayê Kelly Craft û Nûnerê Taybet ê Donald Trump ê Sûriyeyê James Jeffrey tên serdana Enqereyê.
Piştî bilindbûna tansiyona li Idlibê ya ji ber pevçûna di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de ji Amerîkayê 2 kesên krîtîk tên serdana Enqereyê. Dê Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Amerîkayê Kelly Craft û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump ê Sûriyeyê James Jeffrey îşev tên serdana Tirkiyeyê.
Li Idlibê piştî kuştina 36 leşkeran, Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar, duh ragihand ku li dijî rojavayê bakurê Sûriyeyê "Tevgera Mertala Biharê" dest pê kiriye.