AGIRÎ – Hat ragihandin ku li navçeya Bazîdê ya Agiriyê êrişek bi roket li dijî wesayîta Miduriyeta Gumrikê ya Gurbûlakê pêk hat.
Li Deriyê Sînor ê Gurbûlakê ya li navçeya Bazîdê ya Agiriyê li dijî wesayîtek aîdî Miduriyeta Gumrikê ya Gurbûlakê êrişa bi roket pêk hat. Hat zanîn ku di êrişê de birîndar hene. Gelek ambûlans, komên agirkûj û rizgariyê û cendirme sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Li ser rêya deriyê sînor cihê bûyer lê rû da ji çûnehatê re hat girtin.