ŞENGAL - Şengal ji ber asûna erdnîgariya xwe û xisleta şêniyên cîran ji pêkhateyeke erebên sunnî yên xwedî hişmendiya tundraw pêk tên, bûye sedem ku Şengal û civaka Êzidî bi êrîş, qirkirin û fermanan re rû bi rû bimîne, rastî talan û zordestiyê bê. Civaka Êzidî ji ber polîtîkayên dewlet û desthilatdariya Iraqê zêde eman nedîtiye ku bibe xwedî helwesteke siyasî, li ber erkên xwe yên civakî, komalî û cemawerî rabe. Lewre her parçeyî maye, ji siyasetê dûr sekiniye ku bikaribe li gorî wê yekbûn û yekrêziya xwe çêbike, tifaqa xwe ava bike.
Ji sala 1920’î heta sala 2003’an civaka Êzidî bi tu awayî tevlî siyaset û rêveberiya welêt nehatiye kirin. Nebûye xwedî daxwaz û helwesteke ku xwe rêve bibe. Ne civaka Êzidî zêde bûye xwedî hewldan û helwesteke wiha, ne jî serdest û desthilatdaran derfeteke wiha jê re daye ku tevlî siyaseta welêt bibin û di nav kar û barên rêveberiyê de cih bigirin, yan jî hêzeke xwe ya xweparastinê ava bikin û xwe lê bigirin. Piştî ku DYE destwerdana Iraqê dike û rejîma Sedem tê hilweşandin, di nav civaka Êzidî de jî têgihiştineke wisa çêdibe ku êdî divê di rewşa nû ya Iraqê de Êzidî bigihên mafên xwe û bibin xwedî rol û mîsyon. Lê ji bo ku weke li jor hatî ziman Êzidî ne xwedî serwextî û tecrubeyeke siyasî û leşkerî bûn; rêxistinegeriyeke wan a leşkerî, yan jî partiyeke wan a siyasî tune bû, derfet nedîtine ku di nava demeke kurt de pergaleke xwe çêbikin û xwe li gorî rewşa nû rêkûpêk bikin. Nîsana 2003’an DYE kete Iraqê û şer destpê kir heta 2004’an dewam kir. Piştî wê di salên 2004-5’an de şer hinek kêm bû û pêvajoya ji nû ve avakirina pergala Iraqê destpê kir. Di vê pêvajoyê de ji nû ve avabûn û rêkûpêk-kirina Destûra Bingehîn, Makezagon, Parlementoya Iraqê destpê kir. Di vê pêvajoyê de kîjan alî, hêz, civak, bawerî an jî gel û siyaseta xwe rêxistin kirî, bûyî xwedî hêz, serwextî û tecrube xwe heyî, zêdetir tevlî vê pêvajoyê bûye û sûd jê girtiye; di pergala nû ya Iraqê de zêdetir cih girtiye û bandor lê kiriye ku mafên civaka xwe zêdetir misoger bike. Bi kurtasî piştî qeyran, alozî û şerekî ku rê li ber ziyanên mezin ên can û maddî vekir, Destûra Bingehîn a Iraqê hat rêkûpêkkirin. Lê ev jî li ser rêgezên demokratîk nehat avakirin. Hûr û giriyên wê hebin jî li gorî rewşa berçav a derketî holê dewleta Iraqê piştî destwerdana DYE'yê li ser sê lingên esasî hat avakirin:
1- Lingê Erebên Şîa, 2- Lingê Kurdên sunnî, 3- Lingê Erebên Sunnî
Dewleta Iraqê ku weke me li jor rave kirî ji aliyê çand, bawer, kevneşopî, netewe û kêmaran ve xwedî erdnîgariyeke gelek fireh û dewlemend e; xwe spart sê hêmanên sereke û bi vî awayî teşeya nû ya dewletê hat sazkirin. Pergala nû ya dewletê li ser esasê federalî bu du beş:
1- Yek îdareya navendî ya Bexdayê, 2- Herêma Kurdistanê Hewlêrê.
BI REFERANDUMÊ NIJADPERESTIYA EREB HAT HIŞYARKIRIN
Di nava pergala Iraqa federal de Herêma Kurdistanê her çiqas weke ‘Heremeke Xweser’ hatibe pênasekirin jî, ji gelek aliyan ve bi qasî dewletekê xwedî îmtîyaz û derfet bû. Bi heman awayî di qada navneteweyî de jî dihat nasîn û pejirandin. Heta ku di sala 2017’an de bi referandumekê xwest serxwebûna xwe ragihîne. Jixwe encam tê zanîn. Bi vê yekê re ji nû ve nijadperestiya Ereb hat hişyarkirin û berê xwe da herêma Kurdistanê. Hema bêje nîvê axa Kurdistanê ku di bin serweriya rêveberiya Kurdistanê de bû, ji destê wê derket û kete destê hikumeta navendî ya Iraqê. Gelek maf û destkeftiyên Kurdan ji dest çûn. Ev mijar bi serê xwe babeteke lêkolînê ye ka çima biryara referanduma serxwebûnê hat dayîn, lê piştî referandumê dema ku dewleta Iraqê êrîş anî ser destkeftiyên gelê Kurd, li hemberî wê tu têkoşîn nehat kirin. Herêmên ji dîrokê ve ji bo Kurdan weke xeta sor bûn, careke dîtir ketin destê serdestiya Ereb!
HIŞMENDIYA LI DIJÎ ŞENGALÊ NEHAT GUHERTIN
Heke dîsa em vegerin ser mijarê, dewleta federal a Iraqê bi vî awayî hat avakirin. Li gorî fermiyetê serokwezîrî dan Erebên Şîa, Serok-komarî dan Kurdan û Serokparlamenî jî dan Erebên Sunnî û rêveberiya dewleta federal bi vî awayî hat dabeşkirin. Parlamnto hate damezrandin û derfet, sazî û dezgeh; dîsa dewlemendiyên sererd û binerd di nav van beşan de hatin parvekirin. Dîsa di mijara ewlehî û leşkerî de jî van hêzan di nav xwe de kar beşî kir.
Di vê destûra bingehîn a Iraqê de weke me li jor rave kirî, herêma Kurdistanê, ‘Erdnîgariya weke xala 140’ tê pênasekirin, bi awayê xweser hat diyarkirin û Şengal jî di vana vê xala 140’î de, ango di nav sînorên herêma Kurdistanê de tê bicihkirin, ji aliyê îdarî-rêveberî ve bi Kurdistanê ve tê girêdan. Jixwe rêveberiya Başûrê Kurdistanê jî diyar kiribû ku Şengal, di nav sînorên Kurdistanê de ye û beşeke Kurdistanê ye. PDK ku wê demê li Kurdistana Başûr desthilatdar bû, Şengal ji aliyê îdarî ve bi xwe ve girê dide û hêzên xwe yên leşkerî û saziyên dîtir tê de bicih dike. Belê, li Şengalê rejîm hatibû guhertin, lê mixabin hişmendî û nêzikatiya li hemberî Êzidiyan naguhere. Bi gotina Şengaliyan ‘tenê cil û ziman hat guhertin, hişmendî wek xwe ma; heta xirabtir bû’!
CIWANÊN ÊZIDÎ DIKIN PÊŞMERGE
Piştî pêşmerge tên Şengalê, ango rejîm dest diguhere, rêveberiya Başûrê Kurdistanê jî bi gelemperî bi çavê leşkerî nêzî Êzidiyan dibe û piranî wan ji bo leşkeriyê bikar tîne. Ciwanên Êzidî dikin pêşmerge û ew pêşmerge jî bi wezareta pêşmergeyan a Başûr ve tê girêdan. Ji bilî vê tu xebatek li Şengalê nayê kirin û xizmetguzariyek pêş nakeve. Weke tê zanîn ku di heyama rejîma Baasê de zilm û zoreke mezin li Kurdan hatibû kirin. Lewre kîn û nefreteke mezin a Kurdan li hemberî ereban çêbibû. Pêşmergeyên hatî Şengalê jî dixwest vê kîn û hêrsa xwe ya li hemberî Ereban bi destê Êzidiyan, ji serê Ereban de bînin. Van pêkûtiyan jî hişt Êzidiyan ku bi salan ew civaka Ereb bi hev re jiyabûn, di çavê civaka Ereb de reş bike, hêrs û kînekê pêş bixe.
ÊZIDÎ LI SER AXA XWE BÊ PÊNASE HATIN HIŞTIN
Di destûra bingehîn a Iraqê ku sala 2005’an hatî nivîsîn de Êzidî, li gorî xweseriya wan nehatin destgirtin. Mafên wan ên siyasî, çandî, rêveberî, olî hwd neketine bin garantiya makeqanûnî. Bê pênase di nav xaka Kurdistanê de hatine hesibandin. Ji bo wê diviyabû di destûra herêma Kurdistanê de jê re cih bihata veqetandin, hiqûqê wê bihata sazkirin. Lê mixabin bi sedemên cur bi cur ev yek nehatiye kirin. Êzidî her di rewşa xwe ya belengazî û bê mafî de hatine hiştin. Lewre Êzidî her bûne qurbana berjewendiyên takekesî û hesabên malbatî, eşîrî. Metirsiya komkujiyan li ser Êzidiyan xilas nabin.
LI SER PARVEKIRINA ŞENGALÊ ŞER KIRIN
Mînak di sala 2007’an de bi destek û teşwîqa dewleta Tirk û hêzên xêrnexwaz li Gir Zerik (Siba Şêx Xidir) û Gir Uzêr êrîşek hovane pêk tê. Di vê êrîşa ku bi qemyonên bombebarkirî pêk tê de zêdeyî 600 kes jiyana xwe ji dest didin û nêzî 950 kes jî birîndar dibin. Lê ne hikumeta Başûr ne jî ya Iraqê hesabê vê fermanê nepirsîn. Ji sala 2004’an heta 2014’an di navbeyna hikumeta federal a Iraqê û hikumeta herêma Kurdistanê de li ser erdnîgariya Şengalê şerekî gelek mezin ê siyasî û îdeolojîk tê kirin. Lê mixabin ev şer û pevçûna siyasî û bîrdozî ne ji bo maf û berjewendiyên civaka Êzidî hatiye kirin. Şerekî ‘ka dê kî Şengalê bi rêve bibe û li ser serwer be’ hatiye kirin. Lewre ji sala 2004’an heta 2014’an ji van hêzan tu kesî xizmet ji Şengalê û civaka wê re nekiriye. Ji aliyê avadanî, aborî, tendirûstî, perwedeyî, xizmetguzarî û civaksazî ve tu proje û xizmetek pêş nexistine. Di vê pêvajoya navborî de kesekî ku li dijî vê siyasetê bibe xwedî helwest, nêrîn, plan û proje, bixwesta tiştekî bike; her du hikumetan jî hewl daye pêşî lê bigirin, asteng bikin. Nexasim jî asayîşa PDK'ê, ji ber sedema me rave kirî, ango ji ber nakokî û şerê di navbera wê û dewleta Iraqê de, ji bo ku civaka Êzidî daxwaza mafên xwe yên xweser nekin, bûye xwedî nêzikatî û helwesteke neyînî. Kî/ê xwestiye bikeve nav hewldanan, bi rêbazên cur be cur hatiye bêdengkirin, bi derfetên maddî, yan jî bi zordestî kişandine aliyê xwe û bêdeng kirine. Lewre rojeveke civaka Êzidiyan a bidestxistina mafê xwe zêde çênebûye. Jixwe bi hilweşandina rejîma Baasê re civaka Êzidî hemû danûstandin û têkiliyên xwe yên siyasî, civakî bi hikumeta Başûrê Kurdistanê re dike; ti têkiliya xwe bi rejîma Iraqê re danayne. Ango bi giştî Şengal di bin serweriya Pêşmerge û hikumeta Başûrê Kurdistanê de ye.
HER DEM XWESTINE ÊZIDÎ TEV LI SIYASETÊ NEBIN
Piştî komkujiyên ku li Gir Zerik û Til Uzerê, Êzidî bertek nîşanê pêşmergeyan didin û hinek meqereyên wan tên şewitandin. Gel ji pêşmergeyan re dibêje hûn ne me diparêzin, ne jî xizmetekî ji me re dikin. Lê ev bertek ji bo ku bê pêşengî ne, hîn zêdetir weke nerazîbûneke gel a mafdar û bê encam dimîne, venagere berteke rêxistinî. Piştî wê gelek zext li civakê tê kirin, gelek ciwanên Êzidî tên girtin û rastî pêkûtiyên xirab jî tên. Di vê heyamê de civaka Êzidî bi xwe jî di nav xwe de parçeyî bûye û rêxistiyeke xwe pêş nexistiye. Dîsa nekariye pêşengiyeke xwe ya siyasî çêbike ku bikaribe civakê araste bike, li gorî pêvajoyê civakê ji pêşketinan re amade bike û ji metirsiyan biparêze. Lewma civak li hemberî metirsî, êrîş û gefan bê parastin maye. Ji bo wê jî serdestan çawa xwestiye wisa teşe daye civakê û li gorî berjewendiyên xwe beralî kiriye. Lewma jî Êzidî ji hişmendiyeke polîtîk û îdeolojîk bêpar mane. Di vê sedsala borî de civaka Êzidî di bin nîrê desthilatdariyan de hatiye hiştin û her tim ji wan re hatiye gotin ku ‘ji siyasetê dûr bisekinin, em ê we rêve bibin, tiştek pêwîst be em ê bikin!’ Lê mixabin tu hêzî jî tiştekî ku bikeve xizmeta civakî ji bo Êzidiyan nekiriye.
Ji sala 2003 heta 2008, ango piştî şeş salan DYE'yê hêzên xwe ji Iraqê vekişadin. Ev jî ji bo Erebên Sunnî dibe fersendek ku careke dîtir xwe rêxistin bikin û li ser hişmendiya ‘îslamiyeta tundraw’ xwe rêkûpêk bikin. Pêşengiya vê jî wê demê El Qaîdeyê dike. Piştî vê pêvajoyê dîsa hem li derdora Şengalê hem jî di çûn û hatina Musilê de Êzidî bi pêkûtiyên hovîtî re rû bi rû dimînin. Ango bi vekîşan DYE'yê ya ji Iraqê li welêt valatiyên gelek mezin ên ewlehiyê çêbûn. Vê jî hişt ku DAÎŞ ji vê valatiyê sûd wergire û xwe rêxistin bike.
MA / Mem Avba