ÇANAKKALE - Komeke penaber ku ji 35 kesan pêk dihat, dema ku dixwest bi du kelekan ji navçeya Ayvacikê derbasî Girava Mîdîllî bibe, talûkeya fetisandinê derbas kir. Penaberê afgan Cafer Îmamî ku hat rizgarkirin, diyar kir ku salek e li benda çûndinê ne û dema ku me agahî girtine, derketin rê.
Drama penaberên ku piştî êrîşa hewayî ya li Idlibê hikumetê ji bo derbasbûna wan a Ewropayê deriyan vekir, berdewam dike. Zarok Û jin jî di nav de komeke penaber ku ji 35 kesan pêk dihat, dema ku dixwest bi du kelekan ji navçeya Ayvacikê derbasî Girava Mîdîllî bibe, kelekên wan bin av bûn û talûkeya fetisandinê derbas kirin. Ewlehiya Peravê penaberan rizgar kir û anî Bendergeha Babakaleyê. Hat hînbûn ku koma penaberên afganî ku ji 21 kesan pêk tê, ji ber ku sînorê Yewnanistanê girtîbûye, ji Deriyê Pazarkûleyê yê Edîrneyê hatiye Çanakaleyê.
'PIŞTÎ KU ME AGAHÎ GIRT EM DERKETIN RÊ'
Yek ji penaberên afgan ku hat rizgarkirin, Cafer Îmamî (23), diyar kir ku beriya salekê hatiye Tirkiyeyê û wiha got: "Salekê ye em li benda derbasbûnê ne. Piştî ku me agahî girt em derketin rê. Serê sibehê me xwe berî behrê da û çûn. Li peravên Yewnanistanê polisên yewnan me paşve vegerandin. Keleka me bin av bû. Ewlehiya Peravê me girt. Li Afganistanê şer heye, kar û dibistana me tuneye. Em dixwazin biçin Ewropayê."
'EM TENÊ JIYANEKE BAŞ DIXWAZIN'
Penaberê afgan Huseyîn Saftarî ku ji bo derbasbûna Girava Mîdîlliyê hatibû Ayvacikê, diyar kir ku beriya 6 mehan hatiye Tirkiyeyê ye û ev tişt anî ziman: "Ez li Stenbolê di atolyeyên tekstîlê de dixebitîm. Li Afganistanê şer heye, Talîban heye. Kar tuneye em naxebitin. Em ji ber vê yekê hatin. Em tenê dixwazim biçin Ewropayê jiyanek baş bijîn."
'WEZÎR MEZIN DIKE'
Penaberan, diyar kir ku ew ji daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ku gotibû 76 hezar û 358 penaber ji Tirkiyeyê veqetiyane bawer nakin û ev tişt gotin: "Hejmar gelek hatiye werimandin. Em timik agahî ji hev digirin. Yewnanistanê deriyan girtiye, qet bernade. Di rêyên qaçax de miheqeq derbasbûn çêbûye lê hejmar gelek werimandiye.
MA / Sevda Aydin