AMED - Veysî Esen ku li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê girtî ye, diyar kir ku rayedarên girtîgehê li xwe kirina formayan û avêtina golan li wan qedexe kirine.
Rêveberiya Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê ku di rojên dawîn de bi tevlîhevkirina girtiyên siyasî û edlî di rojevê de ye, serî li qedexeyên nû yên bi sosret da. Rêveberiya girtîgehê, piştî ku pêkanîna têkilhevkirin-lihevanînê kir dewrê û girtiyên siyasî û edlî tevlîhev kir, niha jî li xwe kirina forma, avêtina golan û govend girtina bi stran li girtiyan qedexe kiriye.
DIKARIN BIKIRIN LÊ NIKARIN LI XWE BIKIN
Girtî Veysî Esen, bi rêya telefonê bi malbata xwe re hevdîtin pêk anîn û rewşê ji malbata xwe re ragihand. Esen, bi rêya malbata xwe diyar kir ku hê jî di nav girtiyên edlî de ne û rêveberiya girtîgehê hin qedexeyên nû li wan ferz kiriye û ev tişt ragihand: “Dema em formayan dixwazin ji me re tînin. Lê dibêjin ku hûn dikarin bikirin lê ji ber ku qedexe ye hûn nikarin li xwe bikin.”
GOVEND SERBEST E LÊ STRAN QEDEXE YE
Esen, destnîşan kir ku dema futbolê dilîzîn jî rêveberiya girtîgehê tê lîstika wan asteng dike û wiha got: “Bi hinceta ku top li dîwaran dikeve û deng derdikeve, ji me re dibêjin ku bilîzin lê golan nekin. Dîsa ji bo govend girtinê jî heman astengiyê derdixin. Dibêjin ku govend bigirin lê bi govendê re stranan nebêjin. Ji bo vê yekê jî deng hincet nîşan didin.”