AMED - Omer Çagrîcî ku birayê wî Mehmet Çagricî li Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê girtî ye, diyar kir ku her eskerek tê kuştin, gardiyan dikevin nava hewldanên provokatîf û got: “Her ku eskerek tê kuştin gardiyan har dibin û provokasyonan pêş dixin. Ewlehiya girtiyan tune ye."
Zext û tundiya li ser girtiyan zêde dibin. Girtî bi rêya malbatan diyar dikin ku mafên wan her roj tê binpêkirin. Li Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê jî zextên li ser girtiyan zêde dibin. Mehmet Çagrîcî ê 14 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê dimîne, bi rêya malbatê zextên li ser girtiyan anîn ziman. Birayê Mehmet Cagrîcî Omer Çagrîcî diyar kir ku li Girtîgeha Espiyeyê roj bi roj pirsgirêk zêde dibin û got: “Li gorî konjoktora niha li tevahî zindanan pirsgirêk hene. Rêbazeke nû li ser girtiyan dixin meriyetê. Dixwazin girtiyan têxin nava girtiyên edlî, FETO û DAÎŞ’iyan. Girtî jî li dijî vê yekê li berxwe didin.” Omer Çagrîcî, anî ziman ku dema girtiyan sewqî girtîgehek din dikin, dest datînin ser hemû alav û amûrên wan û wiha axivî: “Aktîvîteyên hevpar ji destê wan girtine. Birayê min Mehmet 6 mehin li vê girtîgehê ye. Hemû alavên wan ji destê wan girtine." Cagrici bal kişand ser gefên gardiyanan û got: "Her ku eskerek tê kuştin gardiyan har dibin û provokasyonan pêş dixin. Ewlehiya girtiyan tune ye."
‘BI FETO Û DAÎŞ'IYAN RE DERDIXIN HEVDÎTÎNÊ’
Çagrîcî, bal kişand ser nêzîkatiyên Midûrê Girtîgehê û wiha axivî: "Mudurê duyemîn bi gotina ‘Tiştê ku em dixwazin hûn nekin, hûn ê bibînin’ û gefan li girtiyan dixwin. Dema birayê min û hevalên wî derxistin hevdîtînê xwestin bi endamên FETO û DAÎŞ’ê re derdixin salonê. Ewlehiya wan tune ye. Dema eskerek dimire an jî tê kuştin, gardiyan har dibin û êrîş dikin. Dikevin nava hewldanên provoktîf. Gefan li girtiyan dixwin. Ewlehiya girtiyan tune ye. Bi zext û zora dixwazin girtiyan teslîm bigirin. Dixwazin gritî bibin robot û nefikirin. Dixwazin desthilatdariyê ferz bikin. Le girtiyan jî heta niha li ber xwe dane û tawîz nedane. Em bang li raya giştî dikin ku li dijî van zext û tundiyan hestiyar tev bigerin û li girtiyan xwedî derkevin. Divê saziyên me mafên hiqûqî yên girtiyan biparêzin."
Rayedarên girtigehe ji tekildari mijare agaî nedan.