* Omer Çagrîcî ku birayê wî Mehmet Çagricî li Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê girtî ye, diyar kir ku her eskerek tê kuştin, gardiyan dikevin nava hewldanên provokatîf û got: “Her ku eskerek tê kuştin gardiyan har dibin û provokasyonan pêş dixin. Ewlehiya girtiyan tune ye."
* Şengal ji ber asûna erdnîgariya xwe û xisleta şêniyên cîran ji pêkhateyeke erebên sunnî yên xwedî hişmendiya tundraw pêk tên, bûye sedem ku Şengal û civaka Êzidî bi êrîş, qirkirin û fermanan re rû bi rû bimîne, rastî talan û zordestiyê bê. Civaka Êzidî ji ber polîtîkayên dewlet û desthilatdariya Iraqê zêde eman nedîtiye ku bibe xwedî helwesteke siyasî, li ber erkên xwe yên civakî, komalî û cemawerî rabe. Lewre her parçeyî maye, ji siyasetê dûr sekiniye ku bikaribe li gorî wê yekbûn û yekrêziya xwe çêbike, tifaqa xwe ava bike.
* Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezolgû, diyar kir ku ji bo pêşî li bêkariyê bê girtin divê polîtîkayeka istîhdamê ya mayînde û pergaleke aboriyê ku xwe dispêre hilberînê bê afirandin û ev tişt got: "Divê polîtîkayên kedxwariyê bên terkandin."
* Li Taxa Dûnaysir a Qoserê, hin kesan hewl da ku welatiyê bi navê Selahattîn Aksoy birevînin. Aksoy, xwe ji wesayîta ku lê hat siwarkirin avêt û kesên ku hew dan wî birevînin jî ji ber ku cîranên wî li hewara wî hatin reviyan. Aksoy, diyar kir ku di destên kesên ku hewl dane wî birevînin de tiştekî mîna bêtelê hebûye û ji ber vê yekê ji polisan bi guman e.
* Veysî Esen ku li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê girtî ye, diyar kir ku rayedarên girtîgehê li xwe kirina formayan û avêtina golan li wan qedexe kirine.
* Jinên ku li gel hemû polîtîkayên dijminê jinan dixebitin, diyar kirin ku têkoşîna ku li cihê kar didin, bi hêz kirine û bal kişandin ser girîngiy piştevaniya jinan.
* Di sala 2019'an de jinên ku li dijî deskeftiyên wan êrîşên micid pêk hatin, li kuçeyan daxwazên xwe qîr kirin. Tevahiya salê jinan, li dijî tundî, tacîz-tecawiz, qeyûm û di bin navê sererastkirina qanûn de tunekirina mafên xwe raperînê mezin kirin.
* Di sala 2019'an de jinên ku li dijî deskeftiyên wan êrîşên micid pêk hatin, li kuçeyan daxwazên xwe qîr kirin. Tevahiya salê jinan, li dijî tundî, tacîz-tecawiz, qeyûm û di bin navê sererastkirina qanûn de tunekirina mafên xwe raperînê mezin kirin.
* Danişîna duyemîn a doza Hevşaredara Peyasê Kezîban Yilmaz a qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin dê li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00-16.00)
* Danişîna doza rojnameger Azîz Orûç bi angaşta "Propaganda rêxistinê kiriye" lê hatiye vekirin dê li Dadgeha Amedê bê lidarxistin. (09.00 - 16.00)
* Meclîsa Partiyê ya HDP'ê ji bo endamên Desteya Rêveber a Navendê bijêre dê li Navenda Giştî ya Amedê bicive. (10.00)
* Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç dê têkildarî geşedanên di rojevê de li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.30)