NAVENDA NÛÇEYAN - Di merasîma cenaze yê Serdesteyê Pispor Ahmet Alpaslan ku li Idlibê jiyana xwe ji dest dabû de kekê wî got ku bila êdî kes nemire.
Serdesteyê Pispor Ahmet Alpaslan ku li Idlibê jiyana xwe ji dest dabû, li navçeya Gazîemîr a Îzmîrê, bi merasîm hat veşartin. Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekîr Pakdemîrlî, Waliyê Îzmîrê Erol Ayyildiz, Fermandarê Artêşa Egeyê Korgeneral Alî Sîvrî, parlamenterên Îzmîrê, Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê Tûnç Soyer, şaredarên navçeyên Îzmîrê, nûnerên partiyên siyasî û welatî tevlî merasîmê bûn.
Kekê Alpaslan, di merasîmê de bertek nîşanî tiştên diqewimin da û ev tişt gotin: "Bila êdî kes nemire, bila nemirin êdî bes e. Ji bo Xwedê bêjin rawest e. Bila êdî leşker nemire, tiştekî bikin, êdî bes e, naqede."