STENBOL - Dema binçavkirina nûçegîhanên me Îdrîs Sayilgan û Nacî Kaya ku ji bo şopandina derbasbûna penaberan çûbûn Edîrneyê hatibûn binçavkirin, hat dirêkirin.
Nûçegîhanên me Îdrîs Sayilgan û Nacî Kaya ku ji bo şopandina derbasbûna penaberan a ji sînor çûbûn Edîrneyê, duh hatibûn binçavkirin. Dema binçavkirina Sayilgan û Kaya ku li Fermandariya Cendirmeyan a Navendî ya Edîrneyê tên girtin, hat dirêjkirin. Weke hincet jî ji bo binçavkirina wan 'Kişandina li herêma qedexe' hatibû nîşandan.
Li aliyê din Gerînendeyê Giştî yê Weşana Spûtnîkê Mahîr Boztepe û 3 xebatkarên Spûtnîkê di nav rojê de hatibûn binçavkirin, piştî ku derketin edliyeyê hatin berdan.