AMED - Endam û rêveberên HDP’ê, MEBYA-DER, TUAY-DER, KÎD û gelek welatî çûn şîna Cengîz Demîr ê ku piştî 800 rojan şunde dîsa hat definkirin û piştgirî dan malbatê.
Malbata Demîr, piştî 800 rojan dubare cenazeyê kurê xwe Cengîz Demîr ê ji Goristana Xerzanê hatibû derxistin, li Gundê Fîsê yê Lîcê defin kirin. Malbatê piştî dubare cenazeyê kurê xwe defin kirin li Mala Şînê ya Temira ya Taxa Bagcilar a navçeya Rezan a Amedê şîn danîn û sersaxiyê qebûl dike. Parlementer, rêveber û endamên HDP'ê yên Amed û navçeyên wê, reveberên TUAY-DER, Kongreya Îslamî ya Demokratîk (KÎD), nûnerên MEBYA -DER û gelek welatî çûn serdana şîna Cengîz Demîr.
Şîna Demîr dê sibê bi dayîna mewlûdê bi dawî bibe.