MÛŞ - Parlamenterê HDP’ê Mensûr Işik, diyar kir ku tişta li cezayê nivîskar, helbestvan û wergervanê kurd Zeynel Abdîtin Han hat kirin, li dijî nirxên oliye û got: “Ev di warê dijminantiya kurd a AKP’ê de, mînakeke herî bêexlaqe.”
Nivîskar, helbestvan û wergervanê kurd Zeynel Abîdîn Han, di 25'ê Sibatê de li Berlîna Almanyayê ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Han li bajarê wî Gimgima Mûşê hat veşartin.
Malbata Han û xizmên wî cenazeyê wî ji balafirgehê wergirtin û bi wesayîta cenaze ya Şaredariya Mûşê ber bi Gimgimê ve şandin. Lê wesayît li noqteya polîsan hat sekinandin û bêyî hincet qederekê hat sekinandin. Gava cenaze dîsa ber bi Gimgimê ve ket rê, vê carê jî li ser rêya Mûş-Gimgimê hat sekinandin û bi fermana Şaredarê AKP'î Feyat Asya cenaze ji wesayîtê hat daxistin.
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Mûşê Mensûr Işik bertek nîşanî vê pekanîna li dijî cenazeyê Han da û got: “Ev di warê dijminantiya kurd a AKP’ê de, mînakeke herî balkêş û bêexlaq e.”
‘EV PÊKANÎN DIJ MIROVIYE’
Işik, da zanîn ku ev pêkanîn li dijî nirxên oliye û wiha bilêv kir: “Hz. Muhammed ji bo cenazeyê Yahudî gotibû rêzê nîşan bidin. Pêkanîna li hemberî cenazeyê Han li dij mirovahiyê ye. Belê raste Zeynel Abdîin Han Elewiye, nivîskar, helbestvan û siyasetmedarek kurd e. Kurdekê ji bo kurdan xebitiye. Emê vê wisan nehêlin. Emê di her qadê de hesabê vê yekê bipirsin. Bila qet gumana kesekê ji vê yekê tune be.”