STENBOL - Nûçegûihanên ajansa me Naci Kaya û Îdrîs Sayilgan ên duh dema ji bo nûçeyên penaberan bişopînin hatin binçavkirin, hêj di bin çavan de ne. Rêxistinên rojnamegeran bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran dan û gotin: "Hûn bi binçavkirina rojnamegeran nikarin rastiyan veşêrin. Divê bi lez hûn rojnamegeran serbest berdin."
Nûçegihanên ajansa me Îdrîs Sayilgan û Nacî Kaya, duh li Edîrneyê gava nûçeyn der barê penaberan de dişopandin hatin binçavkirin. Sayilgan û Kaya birine Fermandariya Cendirmeyan a Navendî ya Edîrneyê û ji wan re gotine "Li deverên qedexe girtina dîmenan qedexe ye." Ji xeynî Sayilgan û Kayan hin rojnamevanên din jî hatine binçavkirin. Sayilgan û Kaya hêj di bin çavan de tên girtin. Balkêş e herêma ku Rojnameger lê hatin binçavkirin ji bo penaberan ne qedexe ye, lê ji bo rojnamegeran weki herêma qedexe hat pênasekirin.
Rêxistinên çapemeniyê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran dan û xwest bi lez rojnameger serbest bên berdan.
JI PENABERAN RE SERBEST JI ROJNAMEGERAN RE QEDEXE YE!
Ji Komeleya Xebatên hiqûq û Medya (MLSA) Prz. Veysel Ok, diyar kir ku binçavkirina rojnamegeran nakokiyên daraz û Destûra Bingehîn e û wiha got: "Dewlet bi rêyên dijzagonî penaberan davêje nava talûkeyê û berê wan dide ewropayê. Rojnamegerên xwestin vê yekê têxin bin qeydan hatin binçavkirin. Ev yek li dijî hiqûq û wîcdan e. Bi hinceta ketine herêma qedexe hatine binçavkirin. Lê li aliyê din bi hezaran mirovên penaber li wê qada "Qedexe" ne. Rojnameger peyvira xwe ya agahdariya civakê dikin. Ev erkek cemawerî ye." Ok, anî ziman bu binçavkirina rojnamegeran li dijî Destûra Bingehîn û peymana Navneteweyî ya ku Tirkiye îmze kiriye ye. Ok, xwest bi lez rojnameger serbest bêne berdan.
‘ÎQTÎDAR LI SER ROJNAMEGERAN ZEXTAN DIKE'
Serokê Giştî yê Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî, Weşan û Çapxaneyan ên Tirkiyeyê (Basın-İş) Faruk Eren jî anî ziman ku rojnamegerên xwestin rewşa penaberan bişopînin hatine binçavkirin, nayê qebûlkirin.
Eren, da zanin ku li Enqereyê xebatkarên Sputnikê ewil rastî êrîşê hatine û serê sibê jî hatine binçavkirin û wiha got: "Îqtîdar bi her awaqî dixwaze ser heqîqetê veşêre. Bi zextan û binçavkirina rojnamegeran dê nikaribin rastiyan veşêrin. Rojnameger dê bi her awayî erk û peyvira xwe berdewam bike. Em dixwazin bi lez hevalên me yên rojnameger serbest bêne berdan.
‘RASTÎ BI BINÇAVKIRINAN NAYÊ VEŞARTIN'
Serokê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Durmuş jî anî ziman ku bedela rageşiya navbera dewletan a li ser Idlibê rojnameger didin û wiha got: "Bi deh hezaran penaber çûn ser sînor. Ji bo vê yekê bişopÎinin bi edan rojnameger çûn herêmê. Lê li vir tenê rojnameger û nûçegîhanên Ajansa Mezopotamya Îdrîs Sayilgan û Nacî Kaya hatine binçavkirin. Ev nîşan dide ku li dijî medya Kurd cudakariyek heye. Dîsa li Enqereyê 3 Xebatkarên Ajansa Sputnikê hatine binçavkirin. Ev encama hişmendiya cudakariyê ye. Em dixwazin demek berî demekê hempîşeyên me serbest bêne berdan."