NAVENDA NÛÇEYAN - Ajansa Nûçeyan, bi sernavê "Li Idlibê balafira şer a aîdê rejîma Esed hat xistin" nûçe servîs kir. Piştre Ajansa fermî ya Sûriyeyê SANA, ragihandin ku balafira hatiye xistin balafireke keşfê ya Tirkiyeyê. AA'yê li ser vê yekê nûçeya xwe paşve kişand.
Ajansa Nûçeyan (AA) bi sernavê "Li Idlibê balafira şer a aîdê rejîma Esed hat xistin" nûçeya deqeya dawî serwîs kir. Ajansa fermî ya Sûriyeyê SANA, Rûssîa Todays û Spûtnîk ên Rûsyayê jî ragihandin ku balafira hatiye xistin balafireke keşfê ya Tirkiyeyê.
Li ser vê yekê medyaya dewletê ya Sûriyeyê, ragihandibû ku saheya hewayê ya bakurê rojavayê Sûriyeyê li hemû balafir û Amûrên Hewayî yên Bêmirov (ÎHA) hatine girtin.