ENQERE - Polîsan 3 xebatkarên Ajansa Rûs a Sputnikê li Enqereyê serê sibê ji ber nûçeya der barê Hatayê de çêkirine binçav kirin.
3 xebatkarên Ajansa Rûs a Sputnikê ku li Tirkiyeyê dixebitin û duh li Enqereyê rastî êrîşa komek nijadperest hatin, serê sibê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. 3 Rojnameger ji ber nûçeya bi sernavê “Eyaleta diziyê: Çima 80 sal berê Fransa Hatay da Tirkiyeyê." hatin binçavkirin.