WAN - Şandeya HDP û CHP’ê, ya piştî erdheja li Ekbakê rû da li herêmê lêkolîn kir, da zanîn ku gel terkî qedera wê hatiye kirin û got: “Divê ji bo herêma erdhejê bi awayekê lezgîn konteynir bên şandin.”
Ji ber erdheja bi pîleya 5.9 ya di 23’yê Sibatê de li bajarê Xoy ê Îranê pêk hat, li 5 gundên girêdayî navçeya Elbakê ya Wanê mal û axur hilweşiyan. Şandeyeke ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Gel a Komarê (CHP) pêk tê li herêma erdhejê lêkolîn kir. Kesên di şandeyê de cih girtin, nêrînên xwe parve kirin û yek bi yek kêmasiyên heyî rêz kirin.
Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê Velî Agbaba, parlementer Tekîn Bîngol, Nîhat Yeşîl û Serokê Rêxistina Wanê Mehmet Kûrûkcû di şandeyê de cih girtin û lig undan lêkolîn kirin. Serokê CHP’ê yê Wanê Mehmet Kûrûkcû, bal kişand ser şert û mercên demsalê û diyar kir ku li şûna konan divê konteyniran bişînin herêma erdhejê. Kûrûkcû, anî ziman ku mirovên li wê derê ji ber xizantiyê jiyana xwe ji dest dan û wiha axivî: “Ger dîsa li herêmê erdhej pêk were, wê gelê herêmê bi mirinê rû bi rû bimîne. Hemû avahî bi kerpîç û keviran hatine avakirin. Dewlet dikare alîkariyê bide û avahiyên saxlem ava bike. Divê ji niha de pêşiya karesateke din a were jiyîn bê girtin. Weke ku tê zanîn li Wanê serma zêdeye. Ji bo herêmek wiha kon nabin. Divê demildest ji bo herêmê konteynir ben şandin. Ji bo ku gel hîn zêdetir mexdûr nebe, divê hemû kes di nava piştevaniyê debin.”
ALÎKARÎ HATIN ASTENGKIRIN
Kûrûkcû, da zanîn ku alîkariyên şaredariyên HDP’ê şandin herêmê hatin astengkirin û wiha bilêv kir: “Hikumet dixwaze di maseya krîzê ya Elbakê de alîkariyan kom bike û dûre belav bike. Ev şaşe. Peywira maseya krîzê ne belavkirina alîkariyêye, çareserkirina pirsgirêk û zoriyên herêmê ye. Divê maseya krîzê tenê bi hikumetê neyê avakirin. Pêwîste ku hemû nûnerên partiyên siyasî, STK, oldar û mûxtar di maseya krîzê de cih bigirin. Di vê em hemû di rojên wiha de di nava piştevaniyê de bin. Em dixwazin ku carek din bûyerên wiha neyin jiyîn.”
'GEL TERKÎ QEDERA WÊ HATIYE KIRIN’
Hevseroka HDP’ê ya Wanê Oznûr Bartin a li herêmê lêkolîn kir jî, dest nîşan kir k udi encam erdhejê de li herêm 630 avahî hilweşiyane û wiha axivî: “Avahiyên mane jî, nayin bi kar anîn. Alîkariya konan pir kême. Dîsa heywan terkî sermayê hatine kirin. Hêviya gel şikiyeye. Di heman demê gelê herêmê jî terka qedera wê hatiye kirin.”
Bartîn, diyar kir ku alîkariyên şaredariyên partiya me şandin hatin astengkirin û wiha got: “Divê karesatên xwezayî mirov neke amûrê siyasî. Evê rewşên talûke bi xwe re bîne. Şerme ku mirov li ser nasname, ziman, ol û nêrîna siyasî ya gel siyasetê bike û li gorî vê nêz bibe. HDP, tu ferqê naxwe navbera ziman, ol, nasname û nîjadê. Partiyeke gele û cihê xwe gel mexdûr û mazlûman digire. Bi astengkirina alîkariyê hewl didin HDP û gel ji hev dûr bixin. Ev polîtîkayên pir erzanin. Dixwazin HDP’ê krîmînalîze bikin û bi tenê bi hêlin. Lê tiştek heye ku tim ji bîr dikin, dibe ku gelê herêmê pir xizan be, lê raste rast bûye şahide zilma heyî. Gelê kurd ê dî gelekê polîtîke û van hemû lîstîkên hikumetê jî baş dizane.”
GEFÊN WEKÎLÊ AKP’Ê
Baltîn, bal kişand ser Parlamenterê AKP’ê yê Wanê Abdulahat Arvas ê li gundê Qîratî gef li erdhejzêdeyan xwar û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hîna êşa van mirovên me pir gerim bû, parlamenterê mijara gotinê ye diçe gef li wan dixwe. Ji xwe ev rastiya kevneşopiya siyaset wane. Mirovan bi kar, xwarin û azadiyê tehdît dikin. Ji gel daxwaza koletiyê dike û ji wan re dibêje yan hûnê bi kar bîmînin an jî hûnê bên girtin. Lê bila baş bê zanîn ku gelekê me yê bi rûmet heye.”
MA / Cemîl Ugur