Têkoşîna jinan a ji Rojhilata Navîn ber bi Emerîkaya Latin ve belav bû

img

ENQERE - Têkoşîna Jinan a ji Rojhilata Navîn ber bi Efrîqayê û ji Ewropa ber li Emerîkaya Latin ve belav bû, di sala 2019’an de wekî “Pêla Xemrî" belav bû, di nava parzemînan de li dijî neheqî, newekheviyê  bû pêla serhildanê. 

 
8'ê Adarê bi têkoşîna 40 jinên karker li New Yorkê dest pê kir. Her çend ev roj di asta navnetewî de di salên 1970'î de hatibe pejirandin jî, bûyer û daxwaza pîrozkirina vê rojê ya weke rojeke hevbeş ya jinên cîhanê rastî salên 1800'î tê. Di 8 adara sala 1857'an de jinan li New Yorkê grevek li darxistin. Jinan bi greva xwe daxwaz dikirin ku saeta wan ya kar dakeve 8 saetan û heqdestekî weke hev ji wan re were dayîn. Lê belê di encama grevê de kargeha jinan hate şewitandin û 129 jin di bûyerê de mirin. Her çend jinan bi grevê daxwaza xwe dabin pejirandin jî, têkoşîna bi rêxistinî ya ji bo mafên jinê di salên 1900'î de destpê dike. Di sala 1903'an de li Emerîkayê ji bo parastina mafên jinê yên aborî, polîtîk û kesayetî "Kualîsyona Sendîkayên Jinan" hate sazkirin. Di yekşema dawî ya sala 1908'an de jinên sosyalîst li New Yorkê, ji bo mafên xwe yên dengdan, polîtîk û aborî meşek pêkanîn. 
 
Ev roj weke yekem xwepêşandana "roja jinan" tê pejirandin. Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê lêgerîna jinan ya ji bo mafên xwe, di sala 1909'an de ji bi beşdariya 2 hezar kesî xwepêşandanek pêk hat û piştî vê xwepêşandanê bi beşdariya 20-30 hezar jinên karkerên tekstîlê greveke giştî hate destpêkirin. Karkerên jin, di greva xwe dixwestin ku şertûmercên xebata wan were başkirin û heqdestek baş ji wan re were dayîn. Kualîsyona Sendîkaya Jinan pêwîstiya jinên di vê grevê de pêşwazî kir û kefaleta jinên ku di vê xwepêşandanê de hatibûn girtin da. Têkoşîna Jinên Emerîkî, jinên Ewropayê jî bi tesîr kiriye. Di sala 1910'an de li Kopenhagê Konferansa Jinên Sosyalîst a Navnetewî ya Diduyan hate li darxistin. Di konfresansê de Clara Zetkin derbarê rojeke jinan ya cîhanî de ku jin karibin tê de daxwazên xwe bînin ziman, pêşniyar kir û pêşniyara wê hate pejirandin. Piştî vê biryarê ku rojeke teqez nehate diyarkirin, yekem Roja Cîhanî ya Jinan di 19 adara 1911'an de li Almanya, Awistralya û Danîmarkayê hate pîrozkirin. Giringiya vê rojê ew bû ku keyê Prusyayê di sala 1848an de hin reform mohr kiribû û di nava van reforman de jinê karibin mafên xwe yên dengdanê bikarbînin. Lê belê ev reform nehate pêkanîn. Pîrozkirina 8 adarê weke Roja Cîhanî ya Jinan jî di sala 1972an de bi rêxistineke mezin ya bi navê "Tevgera Adarê" ya li Sidneyê hate kirin, destpêkir. Piştî ku Neteweyên Yekbûyî navbêra salên 1975-1985'an weke "Deh Sala Jinên Neteweyên Yekbûyî" îlan kir, di 16 kanûna 1977'an de jî 8 adarê weke "Roja Cîhanî ya Jinan" îlan kir ku were pîrozkirin. Di salên piştî vê de welatên endamê Neteweyên Yekbûyîne 8 adarê weke Roja Cîhanî ya Jinan pîroz kirin.
 
Li Kurdistanê yekem tevgera nûjen ya jinan di pêşengiya PKK'ê bi navê TAJK ango Yekîtiya Azadiya Jina Kurdistan di sala 1987'an de hate sazkirin. Ev tevger di sala 1988'an de jî xwe weke Yekîtiya Jinên Welatparêzên Kurdistan YJWK guhert. Tevgera Azadîxwaz ya Jina Kurd, di sala 1995'an de jî bi navê Yekîtiya Azadiya Jinên Kurdistan YAJK saz kir. Yekîtiya Azdiya Jinên Kurdistan YAJK jî di sala 1998'an de weke Partiya Jinên Karkerên Kurdistan xwe kire partî. Di sala 2000'î de Tevgera Azadîxwaz ya Jina Kurd bi kongreya xwe ya 3'an ya Awaret li darxist û ji nû ve xwe weke Partiya Jina Azad PJA bi nav kir. Partiya Jina Azad PJA ji bo azadiya Jinan tê dikoşe[çavkanî pêwîst e].
 
PÊLA XEMRÎ BÛ SERHILDANA LI DIJÎ NEWEKHEVIYÊ 
 
Têkoşîna jinan a di sala 1857'an de dest pê kir, salek berê di nava parzemînan de belav bû. Di sala 2019'an de ji Ewropa ber bi Emerikaya Latin û ji Rojhilata Navîn ber bi Efrîqayê û Pasifiklan ve wekî “Pêla Xemrî" belav bû. Pêla Xemdî di nava parzemînan de li dijî neheqî û newekheviyê bû pêla serhildanê. Jinan li her welatî li dijî neheqî û newekheviyê li dijî kuştina jinan ji bo mafê xwe derketin qadan û serî hildan. bi çalakî û têkoşîna xwe bum înaka têkoşîna polîtîk. Jinan carek din îspat kirin ku dikarin bibin hêza pêşengiyê. Jinan têkoşîna xwe ya hevpar bi çalakiya navneteweyî ya dansa Las Tesis a li dijî tundî û êrîşan anîn ziman. 
 
Çalakiyên 8'ê Adarê yên li cîwanê wiha hatin dîtin: 
 
DYA: LI DIJÎ NIJADPERESTIYÊ HÊRSA JINAN 
 
Di çileya sala 2019'an de jinan li DYA'yê li dijî polîtikayên Serokê DYA'yê Donald Trump a koçper û nijadperestiyê bi girseyî çalakî li dar xistin. Jinan bi sernavê "Rojeva Jinê"  deklarasyona ji 71 rûpelan pêk dihat weşandin. Jinan li gorî deklerasyonê li çar aliyên DYA daketi kolanan û çalakî li dar xistin. Jinan xwest tundî bi dawî bibe mafê penaberan bê dayîn. Dîsa xwest rê li pêş nijadperestiyê bê girtin û mafê LGBTQIA û derdorê bê parastin. 
 
JIN MEŞIYAN Û KÊMARAN DENGÊ XWE BILIND KIRIN
 
Li pêş Qesra Spî ya paytext Washingtonê, New York, Chicagoyê û dehan bajarên din de heman demê de çalakî hatin li dar xistin. Çalakî bi girseyî "Meşên Jinan" li dar xistin. Li DYA'yê bi tevlêbûna milyonan jin meş bû wekî merasimê. Jinan di "Meşa Jinan" a di Adara 2019'an de li DYA'yê li dar xistin, li dijî neheqî, cudakarî, tundî, newekheviyê bû dengê jinên kêmar. Jinên kêmar bêdir dengê xwe bilind kirin.  
 
LI EMERÎKAYA LATÎN: PÊLA DANSA LAS TESÎS 
 
Di sala 2019'an de pêla dansa Las Tesîs a li Şîlî ya Emerîkaya Latîn dest pê kir û li cîhanê belav bû mohra xwe li çalakiyên jinan xist. Jinên endamên Kolektifa Las Tesis a li Şîlîyê li bajarê Valparaíso di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Jinan de ev çalakî li dar xistin û pêl bi pêl li welatê cîhanê belav bû. Jina Arjantînî Antropolog Rita Segato gotinên strana vê dansê nivîsîn. Dansa "Tecawizkar tu yî" li dijî tundiya polîsan a li hemberî jinê hat lîstin. Ewil li Şîlî, piştre li Meksika, Fransa, Kenya û Hindistanê û herî dawî li Tirkiyeyê hat lîstin. Ev stran û dans çû kijan welatî ji nûve pêlek rakir û zindî bû. 
 
Aktivîsta Jinan a Şîlî Paulo Soto ku di  nava Koma piştevaniyê ya Assebmlea Chilena En Londres de cihê xwe digirt, li Navenda Londrayê jinên koçber ên Emerîkaya Latin li hev kom kir û bi dansa Las Tesis tundiya li dijî jinan şermezar kir. 
 
JAPONYA: HEM LI DIJÎ HIKÛMETÊ Û HEM JÎ LI DIJÎ POLÎSAN
 
Çalakiya Jinan li Paytext Hang Kong ê Japonyayê di Hezîrana sala 2019’an de dest pê kir û heta dawiya demsala havînê berdewam kir. Çalakiya jinan hem hikûmet û hem polîs şermezar kirin. Çalakiyên li Hong Kongê di capameniya cîhanê de jî cihê xwe girt. Di raporên piştî berxwedana li Hong Kongê hat amadekirin de hat diyarkirin ku çalakî ji sedî 46 ji jinan pêk dihat. Jinan di çalakiye de polîs û hikûmet teşîr kir. Jinan li ser medya civakî bi heyştekên 
“#MeeToo” (“Ez jî") û “#ProtestToo” (“Li ber xwe diim”) berdewam kirin. Di tebaxê de nêzî 30 hezar jin li Paytext Hong Kongê bi şîara "Polîsê Hong Kongê ji xwe şerm bike" meşiyan. 
 
FRANSA: JINÊN ÊLEK ZER 
 
Çalakiyên jinan li Ewropa jî belav bûn. Di sala 2019'an de Jinan bi çalakiyên "Êlek zer (Gilets Jaunes) daketin qadan. Bi taybetî li bajarên çandiniyê yên Fransayê çotkar û rençberan rê qut kirin û çalakî li dar xistin.  Jinên Êlek Zer li Kolana Champ-Elysees’I a Parîsê rê li çûn û hatinê girtin. 
 
BI DAXWAÇÊN XWE YÊN ÇÎNÎ DAKETIN QADAN
 
Di çalakiyên Jinên Êlek Zer de 2 jin bûn pêşeng. Priscillia Ludosky, di 29'ê Gulana 2018'an de ji bo baz bên kêmkirin, daxwaznameyek belav kir û bû jinan pêşeng. Ludosky silav kir. Yek ji jinên pêşengiya Jinên Êlek Zer kir jî Jacline Mouraud bû. 
 
BIHARA EREBAN LI LUBNANÊ JI NÛ VE PÊŞ KEST 
 
Jinan di sala 2019’an de jî li dijî rejîmên otorîter ên ku dixwazin li Rojhilata Navîn û Başûrê Afrîkayê gelan teslîm bigirin, berxwedanek mezin bi rêve birin. Di Cotmeha 2019’an de li Lubnanê bihayê gaz û tûtinê zêde bû. Li dijî vê gel danketin qadan û ev yek şer mezar kirin. Ev serî rakirin li gelek bajarên Lubnanê belav bûn û nêzî 3 mehan dewam kirin. Jinan bi tevlîbûnek xurt mora xwe li van çalakiyan xistin.
 
JINÊN SUNNÎ, ŞÎÎ, DURZÎ Û XİRSTİYAN MIL DAN MILÊ HEV
 
Jinên Lubanînî li Beyrûtê, di refên herê pêş de, li dijî tundiya polîsan li ber xwe dan û bûn şoreşgerên Bhara Ereban a sala 2019’an. Weke kut ê zanîn di parlamentoya Lubanên de 128 qoltixê wekîlan hene, lê tenê 6 jin di qoltixên parlamentoyê de rûdinin. Li bajerekê wiha, jinên Sunnî, Şîî, Durzî û Xiristiyanî li kêleka hev beşdarî çalakiyan bûn û polîtîkayên cihêkar ên mezhebi rexne kirin. Di heman demê de li dijî rejîma muhafizekar ketin nava piştevaniyê û bi vê yekê têkoşîna jinan carek din derket rêza herî pêş. 
 
CEZAYÎR: JIN LI DIJÎ MÊTÎNGEHA ÎSLAMIYETÊ NE
 
Jinên Cezayîrî jî, di qada çemawerî de bi berxwedanê gelek qezenc bi dest xistin. Di sala 2019’an de jî ev berxwedanê wan dewam kir. Jinan di çalakiyên şermezarkirinê yên dinava salê de jî, bi dirûşmeyên “Cezayira Azad û Demokratîk” û “Demokrasî û Mafê Jinan” her tim daketin qadan û li dijî paşverotiyê, şeriat û mêtîngeha îslamiyetê derketin.  
 
SÛDAN: JINAN DAWÎYA DÎKTATOR ANÎN
 
Jina bi navê Alaa Salah ku bi tena serê xwe rêbertiya çalakiyên şermezarkirinê kir, bi kincên xwe yên sipî bû sembola berxwedana sala 2019’an a li Sûdanê. Wêneyê Alaa Salah bû sedem ku jinên Sûdanî di rêzên herî pêş ên çalakiyên demokratîk ên şermezerkirinê de cih bigirin. Di berxwedana şoreşa binxistina Serokkomar Omar el-Beşîr ê 30 salan otoriteriya xwe dewam kir de jî, hêza jinê carek din hat tomarkirin û jinên Sûdanê dawiya dîktatorê anîn. Piştî ku serokkomar ji qoltixê hat daxistin jî, jinan dest ji têkoşîna xwe bernedan. Salah dûre ji bo mafê jinan berxwendana xwe dewam kir. 
 
HÎNDÎSTAN: JINAN DI OLDE REFORM KIRIN 
 
Li Hindistanê, çalakiya herî mezin û qerebalix a di dîroka cîhanê de, ji aliyê jinan ve di sala 2019’an de hat lidarxistin. Di Çileya 2019’an de, li eyaleta Kerala ya Başûr 5 milyon jin bi daxwaza “Nirxên ronesansê parastin” mil dan milê hev û heya 620 kîlometre ji mirovan zincîr çêkirin. Ev 5 mîlyon jin, ji ber tundiya li jinên ku xwestin bikevin perestgeha Sabarîmala ya li Kerala ya li herêma Hîndû hat kirin, rabûn ser piyan. Li vê herêmê bi salane berpirsên perestgehan ên zilam destûr nadin ku jin bikevin perestgehê. Li Hindistanê 5 milyon jinan ev yek şermezar kirin û xwestin bi awayekê azad baweriya xwe bijîn. Jinan di vê çarçoveyê de bi şîara “Perestgehên ku zilamek dikare bikeviyê, jinek jî dikare bikeviyê” çalakî li dar xistin. Jinên ku hewl dan bikevin perestgehê, bi dehan car rastî êrîş û tuneyê hatin. Li ser vê yekê Dadgeha Bilind a Hîntê di meha Îlonê de, biryar da ku perestgeh li hemû jinan hatiye vekirin. Bi vî awayî li Hindistanê, di encama berxwedana jinan de, di olde reform hat kirin.
 
IRAQ: JINAN LI SER DÎWARAN WÊNEYÊN RAPERÎNÊ XÊZ KIRIN
 
Ji meha Cotmehê û vir ve, li tevahiya welatê Iraqê, pêla çalakiyên li dijî hikumetê dewam dike. Bi van çalakiyan re Qada Tahrîr a Bexdatê pirî caran bû qada çalakiyên hunerî û rengîn. Jinên Iraqî bi ruh û sembolên xwe li ser dîwaran wêneyên raperînê xêz kirin. Jin ji Cotmeha sala 2019’an ve li kolanan li dijî tundiya polîsan li ber xwe didin. Dinava berxwedana gel a girseyî de herî zede reng û vîna jinan derdikeve holê. Jinan bi çand û hunera xwe berxwedan rengîntir kirin. 
 
MISIR: JIN QADÊN ÇEMAWERÎ TERK NAKIN
 
Li Misirê jî, jinan ne tenê di çalakiyên Bihara Ereban de li dijî tundiya polîsan li ber xwe dan, di heman demê li dijî êrîşên zayendî yên zilamên daketin kolanna jî di sala 2019’an de li ber xwe dan. Di heman demê de li dijî tacîz û tecawîzê jî têkoşîna xwe dewam kirin. Jinên Misirî di sala 2019’an de qadên çemawerî terk nekirin û li kolan ji bo mafên xwe yên demokratîk li ber xwe dan. 
 
FÎLÎSTÎN: HEYA KU JIN AZAD NEBE, WELAT AZAD NABE
 
Jinên Fîlîstînî, di sala 2019’an de mora xwe li çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî dagirkeriya Îsraîlê dan û bi awayekê aktîf têkoşîna xwe ya azadiyê dewam kir. Li Fîlîstînê jina bi navê Israa Ghrayeb dibin navê namûsê hat kuştin. Ev jî bû sedem ku çalakiyên mezin bên lidarxistin. Jinan piştî kuştina Israa Ghrayeb, di meha Tebaxê de, dest bi kampanyeya “Em hemû Israa Ghrayeb in (???_?????_????)” kirin. Ji bo ku qanûna tundiya li dijî jinê û tundiya di nava malê de bê guhertin, jin daketin qadan û kampanyayên cuda li dar xistin. 
 
Bi hezaran jinên fîlîstînî yên di meha Îlonê de daketin qadan, bi dirûşmeyên “Em derdikevin derve/Tal’at”, “Jina azad, welatê azad” û “Heya ku jin azad nebe, welat azad nabe” qîr kirin. Jinan bi çalakiyên xwe yên li Ramallah, Kûdus, Kayfa, Yafa, Gazze û Beyrûtê belav bûn, sê rojevên jinên fîlîstînî yên bingehîn ên weke cînayetên namûsê, hişmendiya serdest û mêtîngeha îsraîlê bi cîhanê dan agahdar kirin. 
 
MA / Eylul Denîz Yaşar
 

Sernavên din

02/03/2020
10:59 Li Arjantînê bi têkoşîna jinan qedexeya 100 salan radibe
10:59 Li dijî wesayîta Miduriyeta Gumrikê êriş pêk hat
10:41 Newaya Jin: Jin wê cîhanê biguherîn in
10:40 Girîngiya erdnîgariya Şengalê û polîtîkayên serdestan
10:30 Penaberên ku talûkeya fetisandinê derbas kirin vegotin: Piştî ku me daxuyaniyê bihîst derketin rê
10:20 Jinên ku destkeftiyên wan di hedefê de ne raperîn mezin kirin
09:16 Jinên li gel hemû tundiyan dixebitin: Divê em têkoşîna xwe mezintir bikin
09:15 Li Girtîgeha Kalkandereyê li xwe kirina forma û avêtina golan qedexe ye
09:14 Li Mêrdînê hewldana revandinê: Di destê wan de tiştekî mîna bêtêlê hebû
09:13 Çerkezoglû: Bi milyonan kesan hêviyên dîtina kar winda kirine
09:10 ‘Her ku esker tên kuştin gardiyan êrîş dikin’
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2020
01/03/2020
22:01 Kekê leşkerê jiyana xwe ji dest da: Bila êdî kes nemire
19:23 Ji YE'yê ji bo Idlibê banga civînê
19:11 Dema binçavkirina Sayilgan û Kaya hat dirêjkirin
17:38 Rêxistinên çapememeniyê: Bi lez rojnamegeran berdin
17:08 Jinan di çalakiyên 8'ê Adarê de gotin ew li dijî mirinê jiyanê, li dijî şer jî aştiyê diparêzin
16:31 HDP û saziyên sivîl çûn şîna malbata Demîr
15:45 'Divê tecrîda li ser civakê bê şikandin'
15:32 Midurê Giştî yê Weşana Sputnîkê hat binçavkirin
15:06 Rusya: Balafira ne nehatiye xistin
15:01 DFG: Rojnamegeran serbest berdin
15:00 DAKAP: Rêya jiyana azad bi berxwedana jinê pêkan e
14:57 'Tişta bi cenazeyê Han kirin, asta dijminantiya kurdan e’
14:31 'Hûn bi binçavkirina rojnamegeran nikarin rastiyan veşêrin'
14:15 SANA derewand, AA'yê nûçeya xwe paşve kişand: Balafira hat xistin ya Tirkiyeyê
14:05 Rojnameger Sayilgan û Kaya hêj di bin çavan de tên girtin
13:07 Li Idlibê, îdîaya balafira şer a rejîmê hat xistin
12:34 Polîsan 3 xebatkarên Ajansa Sputnikê binçav kirin
12:33 Jin li hev civiyan
12:32 Prz. Înegollu: Wê berpirsyarê komkujiya penaberan em bin
12:05 Şandeya HDP û CHP’ê: Divê konteyniran bibin herêma erdhejê
11:48 Hêjmara 11'mîn a Xwebûn bi nivîskarên nû derket
10:52 Têkoşîna jinan a ji Rojhilata Navîn ber bi Emerîkaya Latin ve belav bû
10:01 ‘Aşitî û biratiya gelan bi rakirina tecrîdê pêkan e’
09:21 Civaka ol û çandeke bi fermanan qir nebûye: Êzidîtî
09:16 57 roj in Dokû windaye: ‘Lêgerîna li bendavê dibe sirf ji bo guherandina hedefê be'
09:13 ‘Pirsgirêka penaberan tenê bi aştiyê dikare bê helkirin'
09:13 Îmîr: Îstimar û tecawizên li Botanê bi zanebûnî tên kirin
09:10 Kesên qeyûm ew anîn şaredariyê 14 hezar lître mazot dizîn!
09:10 Jin dê li Îskenderûnê dakevin qadan
09:06 Têkoşîna Behiyeya Çerkes
09:03 Du jin û du dayikên berxwedêr
09:02 ROJEVA 1'Ê ADARA 2020'AN
08:26 3 rojnamegerên din jî hatin binçavkirin
29/02/2020
22:32 Soylû: 36 hezar û 776 penaber ji Tirkiyeyê çûne
22:03 Nûçegihanên me Sayilgan û Kaya hatin binçavkirin
21:54 Şaredarê AKP'î cenazeyê rewşenbîrê kurd Han ji wesayîta cenaze daxist, qeyûm nehişt nimêja cenaze bê kirin
17:12 Li Şirnexê starta 8'ê Adarê hat dayî
16:49 HDK: Em li dijî şer têkoşîna hevpar xurt bikin
16:40 Hatîmogullari: Divê desthilatdarî dest ji vê şaşiyê berde
16:13 'Girtiyên nexweş teslîmî mirinê dikin'
15:02 Ocalan: Li Îmraliya ku ji sivîlan re girtî ne lê dîsa şewat derdikeve!
14:36 Sûriyeyê bang li YE’yê kir: Guh nedin şantajên Tirkiyeyê
14:35 'Em baş dizanin navê êşa mirin û windakirinê çi ye’
14:32 Xizmên windayan: Vir qada heqîqetê ye
14:07 Ji bo kesên li Mêrdînê hatin binçavkirin qedexeya parêzeran
14:07 Ji bo Idlibê pêşniyaza çareseriyê: Bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin
13:59 56 rojin agahî ji Gulîstan Doku nayê girtin
13:44 Karataş: Polîtîkaya 'Bibe serwerê herêmê' li Idlibê asê ma
13:43 Ji pênc deqîqeyan carek otobus penaberan dibin Edîrneyê
13:42 'Emê li dijî kesên qezencên jinan dikin hedef li qadan bin’
13:34 Tora Piştevahiya Koçberan: Ne sînoran, mafên bingehîn biparêzin
12:45 Rûsya: Ji bo rageşiya Tirkiyê û Sûriyê kêm bibe lihevkirin pêk hat
12:31 Erdogan: Li Idlibê 36 eskeran jiyana xwe ji dest dan
12:31 Malbata Demîr 800 roj şunde cenazeyê kurê xwe spart axê
12:30 Bihayê benzîn û motorînê zêde bû
11:29 HDP: Tiştek bê serê penaberan berpirsiyar Îqtîdar e
11:19 Desthilatdarî penaberan dibe ser sînor
10:31 Polîsan Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Agaoglu binçav kirin
10:30 Bayindir: Her roja diçe fikarên gelê kurd mezintir dibe
09:39 Jina kedkar tevî şertên zor jî debara malbata xwe dike
09:17 Îdia: 160 esker mirine, zêdetirî 300 esker jî birîndar bûne
09:15 ‘Mafê tenduristiyê mafê jiyanê ye’
09:11 Li Wanê fikara vîrûsê: Şert û mercên Nexweşxaneya Leşkerî ne guncav in
09:10 ‘Zarokên ku SGK heqê dermanên wan nade di beşa lênerîna awarte de ne'
09:09 Şanoya Bajêr a Amedê ji bo sehneya nû li benda piştgiriyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê SIBATA 2020'Î
28/02/2020
19:08 Ji cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatibûn derxistin 2'yên din jî teslîmî malbatan kirin
16:57 22 roj in Mehmetcan Taşdemîr di bin aşûtê de ye
16:25 Ji Serdozgeriyê tedbîra Idlibê
15:51 Erdogan û Pûtîn dê hevdîtinek rû bi rû bikin
15:41 Jinan li Êlîhê dest bi xebatên 8'ê Adarê kirin
15:35 Ji bo Baxçeyên Hevselê dê serî li Peymana Ramsarê bidin
15:34 Gelê Şengal, Mexmûr û Silêmaniyê ji bo Ocalan daket qadan
15:30 Li Mêrdînê starta 8’ê Adarê hat dayîn
15:20 'AKP bi tecrîda li Îmraliyê hewl dide kaosê zêdetir bike’
15:17 ÎHD: Di salekê de 502 binpêkirin serlêdanî me kirine
15:07 Hediye Levent: Tirkiye an dê şer îlan bike, an jî dê ji Idlibê vekişe
14:44 Penaber ber bi sînor ve diherikin: Yewnanîstanê ewlekariya xwe zêde kir
14:31 Derbarê HDP’iyan de 7 fezlekeyên destnedayînî şandin Meclîsê
14:27 Li Îmraliyê çi diqewime?
14:23 Jin wê li qadan bêjin ‘Êdî bese’
14:16 Ji rewşenbîr û siyasetmedaran banga Idlibê: Ne mirinê jiyanê pîroz bibînin
13:42 Lavrov: Ji ber terorîstan em lihevkirinê qebûl nakin
12:53 Parêzvananên mafê mirovan: Osman Kavala berdin
12:52 Akar: Ligel Rûsya cihê yekîneyên me zanibun jî dîsa lê dan
12:36 Li holê tenê çirava Idlibê ma
12:04 Têkbirina medya civakî: Dixwazin ji destekê nûçeyan serwîs bikin
11:41 Guneştekîn: Li gorî Yaşar Kemal bingeha mirovahiyê ji hilberinê tê