AMED - Endamê Koma Aşitiyê Mehmet Şirîn Tûnç der barê tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de dest nîşan kir ku aşitî û biratiya gelên Rojhilata Navîn bi rakirina tecrîdê ve girêdaye.
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an heta niha 21 salin di hucreya yek kesî ya li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê girtin. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta 2'ê Gulana 2019'an 8 salan ziyareta parêzeran lê hat qedexekirin. Piştî Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di 8'ê Mijdara 2018'an de dest bi greva birçîbûnê kir û bi tevlêbûna hezaran girtiyan 200 rojan çalakiya grevê berdewam kir, parêzer di 2'ê Gulana 2019'an de çûn Îmraliyê. Parêzer di 2019'an de di 2 û 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û herî dawî di 7'ê Tebaxa 2019'an de bi giştî 5 caran çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin. Ji 7'ê tebaxê heta niha parêzer nikarin biçin Îmraliyê. Ji 7'ê Tebaxê heta niha hemû serlêdanên parêzeran bê bersîv tên hiştin. Li Ocalan û 3 girtiyên siyasî yên li Îmraliyê de bi periyodên 3 mehan di nava 15 mehan de 5 caran cezayê ziyareta malbat birîn. Alîkarê Hevserokên Giştî yê Partiya Heremên Demokratîk (DBP) û Endamê Koma Aşitiyê Mehmet Şirîn Tûnç têkildarî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Tûnç, diyar kir ku 21 sal in Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan tê tecrîdkirin û got: “Tecrîd kete sala 21’emîn. Tecrîd di şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de li ser gelê Kurd û li ser tevahî mirovahiyê tê meşandin. Tevahî dewletên dinyayê bûn yek di 15’ê Sibatê de Serokê Gelê Kurd anîn Girava Îmraliyê. Ewil berpirsyarê NATO’yê Ocalan pêşwazî kir. tecrîd roj bi roj kûr dibe. Polîtîkayên xapandinê li ser Ocalan meşandin."
Tûnç, gotinên rayedarên DYA'yê yên derbarê girtina Ocalan de û wiha axivî: “Di dema Wezîra Karê Derve ya Emerîkayê Madeleine Albright de Waşingtonê daxuyanî da çapemeniya dinyayê û gotin ‘pirsgirêka kurdan em ê di nava 6 mehan de xelas bikin’. Bi vî şeklî jî komploya navnetewî dan meşandin. Li ser Serokê Gelê Kurd hemû dinya bû yek. Di dîrokê de ji ber çi ji serokên şoreşên cîhanê re komployeke wisa nehatiye meşandin. Di şoreşa Rûsyayê de Lenîn seranserî Ewropayê geriya lê kesê dengê xwe lê nekir. Heta zivirandina Lenîn bi trêna Almanyayê çêbû. Lê Serokê Gelê Kurd ji bo ku pirsgirêka kurdan were çareser kirin berê xwe da Ewropayê ew kes û dewletên ku di nav komploya navnetewî de cih girtin tevahî destûrên xwe yên bingehîn dan bin lingên xwe. Ne xwestin ku Serok biçe dewletên wan. Dema li Rûsyayê jî bû bi rojan bi teyarê hat gerandin û kesî cih neda. Lazime bersiva van pirsan were dayîn.”
‘DEWLET HÊJ LI SER TUNEKIRINA KURDA SIYASETÊ DIMEŞÎNE'
Tûnç, bal kişand ser nerînên Ocalan ên têkildarî Komarê Demokratîk û wiha got: “Dema Birêz Ocalan di Girava Îmraliyê de hat darizandin wê demê got ‘Ji bo komara demokratîk çi bi keve ser milê min êz ê bikim' û li gorî wê gav avêt. Piştî hat girtin, 2 komên aşitiyê ji bo aşitî pêş bikeve hatin Tirkiyeyê. Lê dîsa rayedarên dewletê gotin ‘Ocalan di destê me de ye, em ê kurda ji holê rakin.' Piştre rastî derkete holê. Rayedaran nêzîkatiya Rêzdar Ocalan ji bo çareseriyê pêk neanî. Hêj li ser înkar û îmhayê siyasetê dimeşîne."
‘TECRÎDKIRIN FÊDEYÊ NADE KESÎ'
Tûnç, bal kişand ser axaftinên Ocalan ên 'Dibêjim ez dê îhtimal û rewşa şer di hefteyekî de ji holê rakim. Ez ê çareser bikim. Ji xwe bawer im. Lê divê dewlet û aqilê dewletê jî ji bo vê tiştên pewist bike' ku di 7'ê tebaxê de anîbûn ziman û wiha got: “Ji bo çareseriya pirsgirêkê yekitiya kurd û tirkan pêwîste. Ji xwe destûra bingehîn 1921’an de ev yekitî hebû. Di destûra 1921’an de mafê kurdan hîn zêdetir bûn lê niha ev maf ji destê wan hatiye girtin. Îro bêtir polîtîkayên înkar û tunekirinê dimeşin. Gelê kurd hişyar bûye, ne wekî berê ye. Ji bo ku tecrîd rabe divê hemû gelê Tirkiyeyê nerazibûnê bîne ziman û têbikoşe. Divê dewlet tercîdê bi dawî bike. Qanûnên xwe bin pê dikin. Di qanûnê de her girtî heftiyê rojekê divê bi malbata xwe re hevdîtin bike. 8 salan li ser hev parêzeran bi Ocalan re hevdîtin nekirin. Piştî berxwedana zindanan hevdîtin hatin kirin. Dîsa ji tebaxa 2019'an heta niha parêzer û malbat nikarin biçin Îmraliyê. Fêdeya vê yekê li kesî nabe."
‘DI SALVEGERA 9'Ê COTMEHÊ DE TIRKIYE KET ROJAVA'
Tunç, herî dawî bal kişand ser planên hikûmetê û tecrîdkirina Ocalan û wiha bi dawî kir: “Tirkiye di salvegera 9'ê Cotmehê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê hat derxistin de ket Rojavayê Kurdistanê û dagir kir. Di 18 hezar mizgeftan de ji bo tunekirina gelê kurd dua xwendin. Heyeta dewletê û heyetên aşitiyê bi 10 xalan li Dolmabahçeyê daxuyanî dan. Piştî van daxuyaniya Serokkomar Erdogan got ‘Ev tişt berî min hatiye çêkirin ez pirsgirêka kurd dicemidînim. Di encama vê de siyasetê li Rojava, Başûr, Rojhilat û tevahî Kurdistanê dimeşînin. Tecrîd girêdayî van plan û projeyan e. Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd dibê vê meseleyê em bi şiklekî demokratîk çareser bikin. Bi riya demokrasiyê, axaftinê em çareser bikin. Lazime gelê kurd bibe yek. Ehmedê Xanî 400 sal berê gotibû: ‘Heke hebûya rêberekî me em li dorê kom buna, em nedibûn xulamê ereb, ecem û tirkan.’ Lazime îro tevahî gelê kurd hebûna xwe li cîhanê bide qebûl kirine. Ez bawer dikim ku tecrîd rabe hemû gelên Rojhilata Navîn dê di nava aşitî û biratiyê de bijîn.”
MA / Fahrettîn Kiliç