ŞENGAL - Şengal; xakeke qedîm e, bi qasî dîrokê kevnar, bi qasî dîrokê reş, bi qasî dîrokê ronahî ye. Bi qasî temenê mirovahiyê bi êş û jan e. Di qelîştokên deşt û çiyayên xwe de sêhr û raza çîroka mirovahiyê dagirtiye.
Malovaniya serbilindî û şanaziyê; bi qasî wê bûye mêhvangeh û xana bêwefa, bêbextiyê! Li aliyekî mêrxasî û egîdî li ber pêsîra xwe mêjandine û li Hedbanê Derwêşê Evdî siwar kirine; li deşta Musilê bezandine, pal dane zozanên qerejdaxa serbez. Li aliyê dîtir destê kujerî û bêbextiyê ku weke toqê riswatiyê ketiye stûyê vê xakê. Dest ji qirika vê kulîlka çolê ku rah û koka xwe ji çiyayên bilind av dide, bernedaye…
Li vê xakê şerê spehî û kirêtî, cenga ronahî û tarîtiyê her û her li ser dar bûye. Li vê xaka zorokên yezdanî, zarokên Tawusê Melek, xêrnexwaz û şîrheramiya mirovahiyê bi şerm û şermezariya xwe nehêlaye ku aramî û ewlehiya ev xak heq dike bigihê û bijî.. Ji heyama Ûrûqê heta niha, ji Gilgamêş heta Enkîdû ev kaos û aloziya rûyên kirêt, dilên reş, destên qirêj, raman û hişmendiyên xêrnexaz hatiye herimandin! Lê ti carî li vê xaka ku pîrozî ji cîhanê re bexşandî, şerê ronahî û tarîtiyê neqediyaye. Ji ber dilpakî û çakbîniya civaka Êzî, ji bo ku bêkêrî nekiriye mazuvanê dil û ramanê xwe, her tim bi kerasetên mezin ên dîrokî re rû bi rû maye. Hatiye qirkirin, ferman bi ser de hatiye anîn, talan dane ser mal û hal, terş û talan, can û hebûna wê.
Belê, çawa ku civaka xwezayî hemû nirx, danehevî û pîroziyên baş û kêrhatî dane hev, xwe lê girtine û kirine nasnameya xwe; serdest û zordaran jî bi şêwazeke dîtir bi hemû bermahî û mîrateya desthilatî û zaliman xwe gurçûpêç kiriye û hatine ser vê civakê, xwestine tine bike. Dema nekarîne jî xwestine li gorî xwe teşe bidinê û li gorî berjewendiyên xwe bikar bînin. Lê berxwedan bûye nasnameya vê xakê, bûye dil, çav, guh û dengê gelê Kurd, nexasim jî civaka resentiya Kurdayetiyê di cewherê xwe de dihewîne, civaka Êzidî… Piştî ku Kurdistan sala 1923’an bi peymana Lozanê di nav çar dewletên herêmê de tê dabeşkirin û Kurdistan bi awayekî fermî dibe dagirgeha dewletên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê, pêvajoyeke kambax ji bo Kurdan destpê dike. Ango mirov dikare bêje ku bi vê peymanê Kurdistana ku bi Peymana Qesrî Şîrîn bûyî du parçe, dibe çar parçe û dikeve bin nîrê serdestiya Tirk, Ereb û Ecem. Ji wê demê û pêde herîkîna dîroka Kurdan serbejêr dibe. Kurd di pêvajoyeke tund a tinehesibandin û tinekirinê re tên derbaskirin. Ango qirkirian fîzîkî û çandî ya gelê Kurd destpê dike. Serhildan û nerazîbûnên Kurdan, bi hovîtiyeke ku di dîrokê de mînakên wê tineyî tên çewisandin.
Di nav vê bobelat û kerasetê de ji gelê Kurd civaka ku herî zêde para xwe ji vê hovîtî, qirkirin û komkujiyê girtî, pê re re rû bi rû hatî hiştin; bêguman Êzidî ne. Civaka Êzidî ku bi bawerî, çand, kevneşopî û ola xwe ve civaka Kurdistanê ya herî resen e; hema bêje hatiye jibîrkirin û terkî çarenûsa kambax ku serdestan jê re rewa dîtî hatiye kirin. Hema bêje Êzidî, tenê bi ferman, qirkirin, komkujî; yan jî dema kerasetek hatiye serê wê, hatiye bibîranîn ku Êzidî jî hene! Her çiqas civaka Êzidî, li bakurê Kurdistanê li herêmên weke Sêrt, Mêrdîn, Êlih, Urfa, Amed û dîsa herêmên Serhedê hebin jî, bi girseyî û komî li herêma Şengal a parêzgeha Musilê li ser axa xwe ya qedîm dijîn. Civaka Êzidî ku ji aliyê serdestan ve hatine derkirin, gelek caran ji aliyê Kurdan ve jî hatine jibîrkirin. Heta ku tevgera hovane ya terorîzma dîrokê DAÎŞ, êrîşî Şengalê, civaka Êzidî kir û ferman bi serê wan de anî!
Piştî pêvajo rizgarkirina Şengalê ya ji DAÎŞ'ê, civaka Êzidî xwerêveberiya xwe ava kiribû û xwe rêve dibir. Jixwe bi fermanê re hêza xwe ya xweparastinê YBŞ û YJŞ damezrandibûn û vê hêzê bi lehengî li dijî DAÎŞ'ê şer kiribû û Şengal, ligel hêzên HPG'ê ji DAÎŞ'ê rizgar kiribûn. Lê belê weke her carê ku serdestan çavnebarîn lê dikir, ev demeke dewleta Tirk hem bi devkî gef li civaka Êzidî û Şengalê dixwe, tenê bi gefan ve jî sînordar namîne, bi balafirên xwe êrîş dike. Di encama van êrîşan de heta niha gelek kesan jiyana xwe ji dest dane, yan jî birîndar bûne û xisareke zêde ya madî çêbûye. Lewre me jî xwest em bi awirên Şengaliyan li rewşê binêrin ka li herêmê çi diqewime, çima dewleta Tirk ewqas neyartiya Şengaliyan dike û êrîş tîne ser.
LI IRAQÊ REWŞA ÊZIDÎTIYÊ
Dewleta Iraqê weke gelek dewletokên herêmê di encama 1’emîn Şerê Parvekirnê yê Cîhanê de li gorî berjewendiyên çîna serdest a Erebên Iraqê li ser esasê tinehesibandin û dijberiya Kurdan hat avakirin. Ev rejîma Baasê xwedî hişmendiyeke yekperest, faşîst û zordar bû. Her çiqas di sala 1921’ê de dewleta Iraqê hatibe ragihandin jî, salên destpêkê ne weke komar, bi forma dewletê ya ‘Melikî’ bû û Melîk Feysel melîkê wê yê destpêkê bû. Sala 1957-58’an, vê forma Melîktiyê cihê xwe ji Komarê re hişt. Ango weke dewlet û pergala wê, Iraq di sala 1921’ê de hat ragihandin lê belê di sana 1958’an de veguherî komarê.
Bêguman Iraq, xwedî erdnîgarî, çand, bawerî û kevneşopiyên pir-reng û dewlemend e. Gelek milet, netewe û bawerî tê de dijîn. Yek ji van civak û baweriyan jî Êzidiyatî ye. Civaka Êzidî ji dîroka kevnar ve li herêma Şengalê dijîn. Şengal erdnîgariyeke nîv-deştî, nîv çiyayî ye. rêzeçiyayên Şengalê ku nêzî 93 km dirêj dibin, bi qasî 1436 metre jî bilind in. Civaka Êzidî li derdora çiyayên Şengalê ji xwe re gundewar çêkirine û jîngehên xwe ava kirine. Civaka Êzidî zêdeyî bi çandinî, sewalkarî re mijûl dibin. Dîsa ji bo ku heremeke ser sînorê Iraq û Sûriyeyê ye, beşek debara xwe jî bazirganiya sînor dike.
Şengal, ji aliyê fermîtê, yanî îdarî ve navçeyeke bi ser parêzgeha Musilê ye. Komalgeh (gundên mezin) û gundên wê yên weke nahiye û bajarokên biçûk hene. Bajarê Şengalê, li bintarê Çiyayê Şengalê hatiye avakirin; aliyekî wê dikeve deştê, aliyekî wê pala xwe dide çiyê. Şengal di nava deşta Erebî de weke bahxçeyeke Kurdî ye. Ango li çar aliyan ve li dora wê bajar û bajarokên Ereban hene. Ji bilî gund û bajarokên Êzidiyan, li derdorê Şengalê Erebên sunnî dijîn.
TEVLÊBÛNA ÊZIDIYAN A SERHILDANAN
Di dîrokê de Êzidî hema bêje tevlî hemû serhildanên Kurdistanê bûne. Derdorê salên 1900’î di serhildanên Sêrt, Xerzan, Bedlîs Botan, Mutkî, Amed, Mêrdîn, Nisêbîn, Musil, Zaxo, Silêmanî, Kerkuk, Wan, Qelqelî hwd bi awayekî çalak di nav serhildanên Kurdistanê de cih girtine û li dijî dagirker û dijminên Kurdistanê şer kirine. Lewre ji ber vê niştimanperweriya xwe, dema şoreşa Başûrê Kurdistanê a bi pêşengiya Mele Mustefa Berzanî destpê dike yek ji cihê xwe lê rêxistin dike çiyayên Şengalê ye. Ango ji salên 1960’î heta salên 1975’an Pêşmerge li çiyayê Şengalê dimînin. Civaka Êzidî jî hem bi awayekî çalak desteka maddî dide şoreşê, hem jî hema bêje bi giştî di nav refên şoreşê de cih digire. Sala 1975’an piştî Peymana Cezayîr ku di navbera Şahê Îranê û serokê Iraqê Evdilkerîm Qasîm de pêk tê, têkoşîna doza Kurdistanê tê sistkirin, bi gotina civakî ‘Aşbetal’ tê ragihandin.
Lewre Êzidî jî bê palpişt dimînin. Ji bo wê rejîma serdest a Iraqê berê xwe dide Êzidiyan û bi ser wan de tê. Hem weke cezakirinê, hem jî ji bo parçebûn û ji hev qutkirinê, hemû gundên çiyê yên Şengalê vala dike û niştecihên wan ji warê wan derdixe. Li şûna gundên çiyayî, di deştê de gundên navendî ku jê re ‘Komalgeh’ tê gotin, tên avakirin û gundiyên ji gundên wan hatî derxistin li van komalgehan tên bicihkirin. Dîsa ligel koçberiya civakê, yek ji çavkaniya sereke ya jiyanê av, ango kehniyên avê ji aliyê rejîmê ve tên xitimandin û sergirtin. Bi vê ve jî sînordar namîne; hinek eşîr û malbatên li başûrê çiyayê Şengalê bi darê bi zorê tînin li gundên bakurê wê, yên li bakur jî dibin başûrê wê bicih dikin. Ango demografiya herêmê serobino dikin. Lewre gelek komalgehên Şengalê ji aliyê gelheya xwe ve bi qasî bajarekî ne.
400 GUNDÊN ÊZIDIYAN HATIN ŞEWITANDIN
Lê mixabin Êzidiyan hêzeke xwe bi xwe yî çênekiribûn ku li hemberî vê bergiriyê bikin bibin xwedî helwest. Bi hinceta ku Êzidiyan destek daye şoreşa Kurdistanê, pêşmerge xwedî kirine, ji gund û warên wan, ji çiyayên wan hatin dûrxistin û bi bi ‘qirkirine spî’ re rû bi rû hatin hiştin. Di vê heyamê de nêzî 400 gundên Êzidiyan tên şewitandin û xirabkirin. Lê belê sed heyf û mixabin, pêşmergeyên ku di salên 70’î de Êzidiyan hemêza xwe ji wan re vekirî, ji bo wan her tişt dayî ber çav û di encamê de ji mal, gund û war, terş û talanê xwe bûyî, Êzidî bi êrîşên hovane yên DAÎŞ'ê re rû bi rû hiştin û pişta xwe dan wan û çûn! Ji aliyê îdarî ve jî, salên 1979’an piştî ku rejîma Baas tê ser desthilatdariyê û bi giştî serwer dibe, weke encameke polîtîkayên ‘Kembera Erebî’ ya rejîma Baasê, gund û bajarokên Şengalê jê hatine qutkirin û bi ser Beac ve hatine girêdan. Ji bo qutbûnê bixin nav civakê, komalgehên dikevin bakurê çiyayê Şengalê, ji aliyê fermiyetê ve bi nehiya Sînûnê ve; yên dikevin aliyê Başûrê çiyê jî bi Til Êzer ve tên girêdan û Til Êzer jî ji Şengalê tê qutkirin û bi ser Beac ve tê girêdan. Beac bajareke ku niştecihên wê Erebên sunnî ye. Xanesor, Digurê, Duhola, Guhbel, Zorava, Borik, Til Benat, Til Qesab, Til Êzer, Koço, Siba, Gir Zerik komalgehên sereke yên Şengalê ne. Beriya fermana 3’ê Tebaxê, li gor daneyên ne fermî tê texmînkirin ku li herêmê nêzî 500 hezar Êzidî hebûne.
REJÎMA BAAS CIWANÊN ÊZIDÎ YÊN NEÇÛN ESKERIYÊ KUŞTIN
Di sala 1980’î de bi îcazeta DYE'yê, di navbera Iraq û Îranê de şer destpê dike. Di vî şerî de rejîma Baasê Êzidiyan ji aliyekî ve weke leşker bi zorê dibe ku li dijî Îranê şer bike, li aliyekî dîtir ambargoyeke aborî hwd datîne ser civakê ku dibe sedema gelek zor û zehmetiyan. Di vî şerê ku ji 1980 heta 1988’an heşt salan dewam kirî de gelek kes ji Êzidiyan jiyana xwe ji dest dide. Lê ev şer ne ji bo ku êrîş hatiye ser civaka Êzidî yan jî xaka wan bû, şerê berjewendiyên du rejîmên desthilatdar û mêtînger bûn. Lê civaka Êzidî di vî şerê de berdêlên gelek giran dide, ev li ser tê ferzkirin. Piştî ku şerê di navbera Iraq û Îranê de diqede, ligel ku di vî şerî de gelek windahiyên civaka Êzidî çêbûne, gelek kes birîndar bûne û gelek mexdûriyetên wan çêbûne, dîl hatine girtin, li şûna bê xelatkirin, vê carê li ser Êzidiyan ambargo û bac tê danîn. Piştî ewqas mexdûriyetê, Êzidiyan ji cotkar û sewalkariyê çi hilberandibe, rejîma Baasê hatiye û bi zorê ji sedî 3 weke bac jê girtiye. Dîsa kengê pêwîstiya wî bi leşkeran çêbûye, bi qanûna leşkerî hatiye ciwanên Êzidî dibirin leşkeriyê ku di şerê xwe yê desthilatdariyê de bide şerkirin. Ciwanên ku ev qebûl nekirine, li mala wan, an jî ber derê mala wan hatine kuştin. Bi vî awayî dîktaroriya rejîma Baas bi hemû zordariya xwe ve hatiyer ser Êzidiyan.
AMBARGOYÊN LI SER CIVAKA ÊZIDÎ
Piştî şerê Iraq û Îranê, ku êdî piçekî asayîbûn û aramî pêk tê, Êzidî jî li ser warê xwe hewl didin vegerin jiyana xwe ya asayî, birînên xwe bipêçin; vê carê jî dagirkirina Iraqê ya li Kûweytê destpê dike. Di vî şerê ku Iraqê destpêkê ji xwer re weke serkeftin pênase dike, hem ji hêla can ve hem jî ji hêla mal ve gelek ziyan dide gelên Iraqê, nexasim jî civaka Êzidî. Her wiha dijbertî û neyartiya 33 dewletan dikêşe ser xwe û ji Kûweytê tê jî tê deranîn. Di sala 1991’ê de koalîsyonek li dijî Iraqê tê avakirin û di sala 1992’an de li ser Iraqê ambargoyeke giran tê danîn ku serkêşiya vê jî DYE dike. Ev ambargo heta salên 2000’î dewam dike ku bandoreke gelek neyînî li Şengalê û civaka Êzidî dike. Xizmetguzarî li aliyekî, tiştên di destê civakê de jî jê tê girtin. Ji avabûna komara Iraqê heta sala 2014’an ku fermana 3’ê Tebaxê ya bi destê DAÎŞ'ê hatî kirin, bi qasî 95 salan dewleta Iraqê nehiştiye ku civaka Êzidî bibe xwedî maf û statûyekê bi dest bixe. Ango dewleta Iraqê ti carî ew derfet û destûr nedaye civaka Êzidî bibe xwedî maf ku siyasetê bike, biryarên xwe bi xwe bigire, pergaleke xwe çêke. Nehiştiye rêveberiyeke xwe ku bikaribe ji aliyê îdarî, civakî, leşkerî, perwerdeyî, aborî hwd de çêbike ku pêwîstiyên xwe pêk bîne. Ti eman û mafekî wiha ji civaka Êzidî re nehatiye hiştin. Tenê nasnameyeke ku civak bêje ez Êzidî me, welatiyê Iraqê me, hatiye dayîn û hew. Lê belê ev jî têrî nekiriye ku Êzidî di nav sînorên dewleta Iraqê de bi şert û mercên asayî û aramî bijîn, xwe rêve bibin û rêkûpêk bikin.
CIVAKA ÊZIDÎ HER DEM JI MAFÊ XWE BÊPAR HAT HIŞTIN
Ji sala 1923’an heta 2003’an ku bi destwerdana DYE'yê desthilatiya Sedem hatî xistin, çi hikumet û desthilatdarî hatine ser kar, bi heman hişmendî û ferasetê nêzî Êzidiyan bûne û nehiştine mafên xwe bi dest bixin. Tevahiya hikumet û desthilatdarên Iraqê her tim yekrengî, yekperestî esas girtine û li gorî berjewendiyên çîneke serdest a Ereb tevgeriyane. Civaka Êzidî her tim bindest hatiye hiştin. Ji mafên wê yên herî rewa, mafên mirovan, dadwerî û parastinê bêpar hatiye hiştin. Civakeke ku ji xweparastina xwe bêpar be, bi her cure metirsiyan re rû bi rû ye. Jê re wisa derfet hatiye dayîn ku tenê bikaribe kotekî bi awayekî fîzîkî bijî, hebûna xwe bidomîne. Car caran tehemulî vê jî nekirine û êrîş anîne ser hebûna wê. Lewma Êzidiyan tim xwe spartine çiyê, di çiyayan de jiyana xwe bi xwedîkirina sewalan û çandiniyê domandine. Neheqî û zordarîli kesî nekiriye, li gorî rêgezên baweriya xwe, ji cîhanê qut, jiyana xwe domandine.
MA / Mem Avba