ÎZMÎR - Serokê Meclîsa Penaberan a Konakê Mete Husunbeyî, ji bo penaberên ku hikûmet berê wan dide Ewropayê diyar kir ku hikûmet penaber ji xwe re kirine "amûrek" û got, pirsgirêk ancax bi aştiyeke civakiyî dikare bê çareserkirin.
Piştî li Îdlîbê gelek eskerên tirk mirin, hikûmetê berê penaberên Tirkiyeyê da welatên Ewropayê. Serokê Meclîsa Penaberan a Konakê Mete Husunbeyî, hikûmet rexne kir û got, ne rast e ku penaber wekî kozeke siyasî bên bikaranîn. Husunbeyî, destnîşan kir ku divê penaber nebin amûrên siyasetê û got, meseleya penaberan meseleyeke mirovî ye û ancax bi aştiyeke mayinde dikare bê helkirin.
‘PENABERAN DIKIN AMÛR'
Husunbeyî, anî ziman ku penaberî ne lutfek e, mafekî mirovî ye û got: "Wekî di Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan de jî hatiye diyarkirin, mirovên ji ber zilma li welatê xwe dikarin biçin welatekî din û ev mafê wan e. Lê belê li welatê me penaber wekî amûrekê tên bikaranîn. Hem di siyaseta navxweyî hem jî di ya derve de tên bikaranîn. Em mafên penaberan diparêzin û em ê tim biparêzin."
Husunbeyî, welatên rojavayê jî rexne kir ku ji ber deriyên xwe digirin û got: "Penaberî mafek e. Tu kes naxwaze ji welatê xwe, ji axa xwe biçe. Pêşî divê sedemên ku koçberiyê ferz dikin ji holê bê rakirin."
PÊŞÎ AŞTIYA CIVAKIYÎ
Husunbeyî, destnîşan kir ku şer pirsgirêka penaberan kûrtir dikin û got: "Li vê axê tişta divê pêşî bê kirin aştî ye. Hem li nav welat hem li derveyî welat aştî bivê nevê ye. Hem li Rojhilata Navîn, hem jî li herêên din ev pirsgirêk ancax bi aştiyeke civakiyî dikare ji holê rabe. Paşê jî ji bo aramiya civakiyî divê xebat bên kirin."