Îmîr: Îstimar û tecawizên li Botanê bi zanebûnî tên kirin

img

ŞIRNEX – Parlementera HDP'ê Nûran Îmîr, ji bo bûyerên îstismar û tecawizê yên li Botanê diqewimin got, bi zanebûnî tên kirin. 

 
Di demên dawî de li navenda Şirnex, navçeya Cizîr, Silopiya û Bêşebabê bûyerên îstismarê zêde bûne. Hema bêje li hemû navçeyan bi taybetî jî li dibistanan bûyerên îstismarê qewimîn. Li Cizîrê mamsoteyek gelek xwendekarên xwe îstismar kiribûn, li Silopiyayê jî li gelek dibistanan heman tişt qewimîbû û li Bêşebabaê jî cerdevan jî di nav de gelek kesan heman tişt kiriye. 
 
Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, ji bo van bûyeran got, bi zanebûnî tên kirin. 
 
‘POLÎTÎKAYÊN RÛXANDINA EHLAQÎ DIDOMIN' 
 
Îmîr, destnîşan kir ku ev bûyerên dijî nirxên ehlaqî bi zanebûnî li herêmê tên kirin, lê belê civakê ew deşîfre kirine. Îmîr, anî ziman ku ji salên 1990'î heya niha hin hêz li herêmê "planên rûxandina ehlaqî" didomînin û got: "A rast di vî warî de devereke ku nikarin lê bi ser bikevin jî Botan e. Çimkî tim û tim tên deşîfrekirin û civak pirsgirêkên bi vî rengî bi qayde û pîvanên xwe yên civakiyî berteref dike." 
 
Îmîr, got: "Bi şer, siyaset, polîtîkayên asîmlasiyonê û pergala perwerdehiyê ya ferzkirî ji bo civakê birizînin gelek tişt kirin lê bi ser neketin. Ev polîtîka nikaribûn nirxên me yên civakiyî tune bikin. Loma jinan û ciwanan hedef digirin û bi rêbazên derehlaqî tev digerin. Her wiha bi vî awayî dixwazin rojevê biguherînin da ku pirsgirêkên sereke yên civakê neyên nîqaşkirin û dîtin. Divê em baş zanibin; ev liv û tevger ne tiştine şexsî ne. Ev ne texmîn in. Berê jî gelek caran pêk hatine û hatine deşîfrekirin. Loma divê em civak baldar bin û hesas bin." 
 
‘HEQ Û HIQÛQ BI JINAN PÊKAN E' 
 
Her wiha Îmîr bal kişand ser pêşniyazpirsên der barê bûyerên îstsimarê yên li dibistanan diqewimin û bersivên ji bo wan tên dayîn. Îmîr, got: "Piraniya pêşniyazpirsên em didin ber meclîsê bêbersiv dimînin. Pêşniyazpirsên lêkolînê jî bêyî ku li naveroka wan bê nerîn, bi dengên AKP-MHP'ê tên redkirin. Bi taybetî jî îqtîdar di mijarên jinan de bersivê nade. An jî ji bo wê tiştekî nakin. Polîtîka hemû bi feraseta mêr hatine çêkirin, loma ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan tiştek nayê kirin û tên paşguhkirin. Lê belê heq û hiqûqa jina tenê bi jina pêkan e." 
 
Îmîr, diyar kir ku ji bo pêşîlêgirtina li îstismar û tecawizê, pêşî divê jin baş pêwendiyê bi hev re deynin û pirsgirêkên der barê jinan de hemûyan deşîfre bikin. Îmîr, got: "Jinên neheqî li wan tên kirin divê heta sûcdar neyên cezakirin mafên xwe yên hiqûqî biparêzin û dev jê bernedin. Em mijarên întiqalî me dikin hemûyan dinirxînin. Em hem di warê hiqûqî de piştgiriyê didin hem jî li meclîsê dikin rojev. Û em wan dişopînin." 
 
Her wiha Îmîr bal kişand ser berteka civakê ya li dijî van bûyerên navbirî û got: "Heta ji destê me bê divê em civakê serwext bikin û vê ferasetê berteref bikin." 
 
MA / Mujdat Can 
 

Sernavên din

02/03/2020
10:59 Li Arjantînê bi têkoşîna jinan qedexeya 100 salan radibe
10:59 Li dijî wesayîta Miduriyeta Gumrikê êriş pêk hat
10:41 Newaya Jin: Jin wê cîhanê biguherîn in
10:40 Girîngiya erdnîgariya Şengalê û polîtîkayên serdestan
10:30 Penaberên ku talûkeya fetisandinê derbas kirin vegotin: Piştî ku me daxuyaniyê bihîst derketin rê
10:20 Jinên ku destkeftiyên wan di hedefê de ne raperîn mezin kirin
09:16 Jinên li gel hemû tundiyan dixebitin: Divê em têkoşîna xwe mezintir bikin
09:15 Li Girtîgeha Kalkandereyê li xwe kirina forma û avêtina golan qedexe ye
09:14 Li Mêrdînê hewldana revandinê: Di destê wan de tiştekî mîna bêtêlê hebû
09:13 Çerkezoglû: Bi milyonan kesan hêviyên dîtina kar winda kirine
09:10 ‘Her ku esker tên kuştin gardiyan êrîş dikin’
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2020
01/03/2020
22:01 Kekê leşkerê jiyana xwe ji dest da: Bila êdî kes nemire
19:23 Ji YE'yê ji bo Idlibê banga civînê
19:11 Dema binçavkirina Sayilgan û Kaya hat dirêjkirin
17:38 Rêxistinên çapememeniyê: Bi lez rojnamegeran berdin
17:08 Jinan di çalakiyên 8'ê Adarê de gotin ew li dijî mirinê jiyanê, li dijî şer jî aştiyê diparêzin
16:31 HDP û saziyên sivîl çûn şîna malbata Demîr
15:45 'Divê tecrîda li ser civakê bê şikandin'
15:32 Midurê Giştî yê Weşana Sputnîkê hat binçavkirin
15:06 Rusya: Balafira ne nehatiye xistin
15:01 DFG: Rojnamegeran serbest berdin
15:00 DAKAP: Rêya jiyana azad bi berxwedana jinê pêkan e
14:57 'Tişta bi cenazeyê Han kirin, asta dijminantiya kurdan e’
14:31 'Hûn bi binçavkirina rojnamegeran nikarin rastiyan veşêrin'
14:15 SANA derewand, AA'yê nûçeya xwe paşve kişand: Balafira hat xistin ya Tirkiyeyê
14:05 Rojnameger Sayilgan û Kaya hêj di bin çavan de tên girtin
13:07 Li Idlibê, îdîaya balafira şer a rejîmê hat xistin
12:34 Polîsan 3 xebatkarên Ajansa Sputnikê binçav kirin
12:33 Jin li hev civiyan
12:32 Prz. Înegollu: Wê berpirsyarê komkujiya penaberan em bin
12:05 Şandeya HDP û CHP’ê: Divê konteyniran bibin herêma erdhejê
11:48 Hêjmara 11'mîn a Xwebûn bi nivîskarên nû derket
10:52 Têkoşîna jinan a ji Rojhilata Navîn ber bi Emerîkaya Latin ve belav bû
10:01 ‘Aşitî û biratiya gelan bi rakirina tecrîdê pêkan e’
09:21 Civaka ol û çandeke bi fermanan qir nebûye: Êzidîtî
09:16 57 roj in Dokû windaye: ‘Lêgerîna li bendavê dibe sirf ji bo guherandina hedefê be'
09:13 ‘Pirsgirêka penaberan tenê bi aştiyê dikare bê helkirin'
09:13 Îmîr: Îstimar û tecawizên li Botanê bi zanebûnî tên kirin
09:10 Kesên qeyûm ew anîn şaredariyê 14 hezar lître mazot dizîn!
09:10 Jin dê li Îskenderûnê dakevin qadan
09:06 Têkoşîna Behiyeya Çerkes
09:03 Du jin û du dayikên berxwedêr
09:02 ROJEVA 1'Ê ADARA 2020'AN
08:26 3 rojnamegerên din jî hatin binçavkirin
29/02/2020
22:32 Soylû: 36 hezar û 776 penaber ji Tirkiyeyê çûne
22:03 Nûçegihanên me Sayilgan û Kaya hatin binçavkirin
21:54 Şaredarê AKP'î cenazeyê rewşenbîrê kurd Han ji wesayîta cenaze daxist, qeyûm nehişt nimêja cenaze bê kirin
17:12 Li Şirnexê starta 8'ê Adarê hat dayî
16:49 HDK: Em li dijî şer têkoşîna hevpar xurt bikin
16:40 Hatîmogullari: Divê desthilatdarî dest ji vê şaşiyê berde
16:13 'Girtiyên nexweş teslîmî mirinê dikin'
15:02 Ocalan: Li Îmraliya ku ji sivîlan re girtî ne lê dîsa şewat derdikeve!
14:36 Sûriyeyê bang li YE’yê kir: Guh nedin şantajên Tirkiyeyê
14:35 'Em baş dizanin navê êşa mirin û windakirinê çi ye’
14:32 Xizmên windayan: Vir qada heqîqetê ye
14:07 Ji bo kesên li Mêrdînê hatin binçavkirin qedexeya parêzeran
14:07 Ji bo Idlibê pêşniyaza çareseriyê: Bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin
13:59 56 rojin agahî ji Gulîstan Doku nayê girtin
13:44 Karataş: Polîtîkaya 'Bibe serwerê herêmê' li Idlibê asê ma
13:43 Ji pênc deqîqeyan carek otobus penaberan dibin Edîrneyê
13:42 'Emê li dijî kesên qezencên jinan dikin hedef li qadan bin’
13:34 Tora Piştevahiya Koçberan: Ne sînoran, mafên bingehîn biparêzin
12:45 Rûsya: Ji bo rageşiya Tirkiyê û Sûriyê kêm bibe lihevkirin pêk hat
12:31 Erdogan: Li Idlibê 36 eskeran jiyana xwe ji dest dan
12:31 Malbata Demîr 800 roj şunde cenazeyê kurê xwe spart axê
12:30 Bihayê benzîn û motorînê zêde bû
11:29 HDP: Tiştek bê serê penaberan berpirsiyar Îqtîdar e
11:19 Desthilatdarî penaberan dibe ser sînor
10:31 Polîsan Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Agaoglu binçav kirin
10:30 Bayindir: Her roja diçe fikarên gelê kurd mezintir dibe
09:39 Jina kedkar tevî şertên zor jî debara malbata xwe dike
09:17 Îdia: 160 esker mirine, zêdetirî 300 esker jî birîndar bûne
09:15 ‘Mafê tenduristiyê mafê jiyanê ye’
09:11 Li Wanê fikara vîrûsê: Şert û mercên Nexweşxaneya Leşkerî ne guncav in
09:10 ‘Zarokên ku SGK heqê dermanên wan nade di beşa lênerîna awarte de ne'
09:09 Şanoya Bajêr a Amedê ji bo sehneya nû li benda piştgiriyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê SIBATA 2020'Î
28/02/2020
19:08 Ji cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatibûn derxistin 2'yên din jî teslîmî malbatan kirin
16:57 22 roj in Mehmetcan Taşdemîr di bin aşûtê de ye
16:25 Ji Serdozgeriyê tedbîra Idlibê
15:51 Erdogan û Pûtîn dê hevdîtinek rû bi rû bikin
15:41 Jinan li Êlîhê dest bi xebatên 8'ê Adarê kirin
15:35 Ji bo Baxçeyên Hevselê dê serî li Peymana Ramsarê bidin
15:34 Gelê Şengal, Mexmûr û Silêmaniyê ji bo Ocalan daket qadan
15:30 Li Mêrdînê starta 8’ê Adarê hat dayîn
15:20 'AKP bi tecrîda li Îmraliyê hewl dide kaosê zêdetir bike’
15:17 ÎHD: Di salekê de 502 binpêkirin serlêdanî me kirine
15:07 Hediye Levent: Tirkiye an dê şer îlan bike, an jî dê ji Idlibê vekişe
14:44 Penaber ber bi sînor ve diherikin: Yewnanîstanê ewlekariya xwe zêde kir
14:31 Derbarê HDP’iyan de 7 fezlekeyên destnedayînî şandin Meclîsê
14:27 Li Îmraliyê çi diqewime?
14:23 Jin wê li qadan bêjin ‘Êdî bese’
14:16 Ji rewşenbîr û siyasetmedaran banga Idlibê: Ne mirinê jiyanê pîroz bibînin
13:42 Lavrov: Ji ber terorîstan em lihevkirinê qebûl nakin
12:53 Parêzvananên mafê mirovan: Osman Kavala berdin
12:52 Akar: Ligel Rûsya cihê yekîneyên me zanibun jî dîsa lê dan
12:36 Li holê tenê çirava Idlibê ma
12:04 Têkbirina medya civakî: Dixwazin ji destekê nûçeyan serwîs bikin
11:41 Guneştekîn: Li gorî Yaşar Kemal bingeha mirovahiyê ji hilberinê tê