MÊRDÎN - Derket holê ku kesên qeyûm ew anîne şaredariyê, mazota ku Şaredariya Qoserê ji bo wesayîtên fermî kiriye, dizîne. Bi qasî 14 hezar lître mazot hatiye dizîn.
Derket holê ku li Şaredariya Qoserê 14 hezar lître mazota ji bo wesayîtên fermî hatiye kirîn kêm e. Piştî lêkolînan hat tespîtkirin ku amîrê xeracê û xebatkarekî xeracê mazot dizîne.
Di sala 2016'an de gava Qeymeqam Ahmet Odabaşi di sala 2016'an de tayinî şaredariyê hatibû kirin, H.Ş.'yê esker ji Enqereyê anîbû li şaredariyê bi cih kiribû. Derket holê ku H.Ş. û A.K. û Ş.Ş.'yên peywirdarê pomepeya sotemeniyê mazot dizîne. Li gor agahiyên bi dest ketine; Mehmet Kalkanê ku kirine cîgirê şaredar bi van kesên navbirî re hevdîtin çê kiriye û xwestiye heqê nîviyê mazotê bidin û bi vî awayî xwestiye ser bûyerê bigire. Lê belê her sê kes li xwe mikur nehatine.
Şaredariyê der barê her sê kesan de lêpirsîn daye destpêkirin û cihê Ş.Ş. guherandiye û H.Ş. jî 15 rojan destûr xwestiye û ji bo 10 rojan jî rapor girtiye. A.K. jî 3 meh destûr girtiye. Piştî destûra H.Ş. qediyaye dîsa hatiye şaredariyê û dest bi karê xwe kiriye. Heya niha şaredariyê ji bo vê bûyerê tiştek negotiye.
Der barê mijarê de me xwe gihand hin rayedaran, lê belê wan jî derpêş kir ku haya wê jê tuneye.
MA / Ahmet Kanbal