AMED - Jina ku hevjînê wê 26 salin di girtigehê de ye Guler Yuksekbag, bi tena serê xwe barê hemû malbatê girt ser milê xwe û ji bo ku zarokên xwe bi çanda xwe mezin bike, li ber xwe dan. Jina bi navê Serhed Ugur a hevjînê wê jî, ev sê salin girtiye, diyar kir ku divê êdî êşên jinan nebin mijarên sîyasetê û jin bi berxwedanên xwe têkevin rojevjê.
Jin bi çi awayî dibe bila bibe hewl didin li her qadê xwedî vîn û rihê xwe yê berxweder derkevin. Bi taybetî jin 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li dijî hişmendiya zilam a pênç hezar sal bertekên xwe tînin ziman û li dijî pergala serdestiyê dengê xwe bilind dikin. Ji van jinan Guler Yuksekbag û Serhat Ugur ên ku herî zêde bûne hedafa zilm û zordestiya hikumet û dewleta Tirkiyeyê, serpêhatiyên xwe yên herî bi êş ji Ajansa Mezopotamya (MA) re vegotin
‘BI TENA SERÊ XWE MA’
Guler Yuksekbag, di sala 1972’yan li gundê Comaniyê ya navçeya Misricê ya Sêrtê hat dinê. Yuksekbag di sala 1985’an bi Abdularakîp Yuksekdag re di zewice û 3 zarokên wê çêdibiin. Hevjînê Yuksekbag, di sala 1993’yan tê girtin û ev 26 salin girtiye. Yuksekbag, piştî hevjînê wê tê girtin bi tena serê xwe her sê zarokên xwe mezin dike. Yuksekbag, têkoşîna xwe ya jiyanê, zorî û zehmetiyên 26 salin dewam dike bi van gotina vegot: “Zarok bi tena serê xwe mezin kirin pir zore. Dema ku dê an jî bav tune bin, aliyekê zarok jî, tim kêm dimîne. Zarokên min jî, aliyekî wan, her tim ji ber tunebûna bavê wan tim kêm ma. Min tu carî zarokên xwe ne tî û ne jî birçî hiştin, lê zarokatiya xwe tim bi vê nîvcobûyînê derbas kirin. Zarokên min mezin jî bûne lê hîna jî kêmasî û tunebûna bavê xwe dijîn.”
‘MIN ZAROKÊN XWE BI ÇANDA XWE MEZIN KIRIN’
Dayika Yuksekbag, diyar kir ku wê debara jiyana mala xwe hemû girtiye ser milê xwe û wiha got: “Piştî ku hevjînê min hat girtin û şûn de hemû barê malê kes ser pişt amin. Helbet di nava vê jiyana mîna meqesê de, mîna jinekê li ser piyên xwe mayîn zehmet e û pir jî zore. Ligel zor û zehmetiyên jiyanê min hewl da ku ez zarokên xwe bi çanda xwe mezin bikim. Di nava vê pergala ku her tiştî xera dike de min zarokê xwe bi ziman û çanda wan mezin kirin. Her çiqas zarokê min çûn dibistanê û bi zimanê tirkî hînbûn jî, qet zimanê tirkî neket nav hemû jiyana me. Rastiya pergalê dîtin û li gorî xwe teşe girt.
Yuksekbag, da zanîn ku kurekê wê ji ber rastiya pergalê dît tevlî HPG’ê bû û wiha domand: “Kurê min di vê rê de jiyana xwe ji dest da. Nexwest di nava vê pergalê de bijî. Ez gelekî bi xemgînim bi şehadeta kûrê xwe, lê ez pê ser bilindim jî. Di riyeke ku ez pê serbilindim de çû ye. Zilm, zor û heqaret bixwe dît qebûl nekir û berê xwe da rêya azadiyê. Min gelek li ber xwe da. Hîna jî ez têkoşîna xwe dewam dikim. Di vê serdemê de hîn zêdetir têkoşîna jinan mezintir dibe. Divê em xwedî van qezencên jinan derkevin. 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê nêz dibe. Ev roj ji bo me pir girînge. Weke her salê ezê îsal jî li qadan bim û ez bang dikim ku hemû jin bi ked û têkoşîna xwe beşdarê 8’ê Adarê bibin.”
‘POLÎSAN KENÊ XWE BI MIN Û ZAROKÊ MIN DIKIRIN’
Jina 48 salî Serhed Ugur a dayika 2 zarokan jî, ev bîst sal in zewicî ye û sê sal berê hevjînê wê bi “Endamtiya rêxistinê” hat girtin. Ugur, dema ku bi tena serê xwe dimîne barê wê girantir dibe û hîn zêdetir dikeve nava hewldanan. Ligel vê yeke jî daxwaza wê ew e ku êdî jin ne bi êşên xwe bi ked û têkoşîna xwe bên naskirin.
Ugur, bal kişand ser girtina hevjînê xwe û wiha axivî: “Polîsan di nîvê şevê de, bi balyozan li deriyê me xistin û ketin hûndir. Her çiqasê min polîsan hişyar kirin ku zarokên min di xewdene jî, lê hîn zêdetir deng derxistin û bi ser me de qîriyan. Di wê navberê de polîsan gotin, ‘hûn qet merek nekin ji bo ku zarok netirsin me perwerde dîtiye.’ Ji xwe heya wê demê zarok hatibûn pişt derî û ketibûn nav derûniyeke xerab. Dema ku dîtin zarok hatine pişt derî ji wan re digotin ‘hûn ji me qet natirsin ne wisa zarokino, ku me xwestibane me yê bavê we li erde dirêj bikira û pêl serê wî bikirana.’ Bi vî awayî kenê xwe bi min û zarokê min kirin û derûniya zarokê min xera kirin.”
‘JINÊN LI BER DERIYÊ GÎRTÎGEHAN BI HÊZ IN’
Ugur, da zanîn ku piştî hevjînê wê tê girtin, bi tena xwe li zarokên xwe mêze dike û wiha bilêv kir: “Her çiqasê alikariya malbat û hevalên min tim hebe jî, ez bi tena xwe du zarokan mezin dikim. Ez jinim û hêza min heye û ez tena serê xwe li ber xwe didim. Lê gava ez diçim girtîgehê ez dibinim ku di navbera me de piştgiriyek zêde tune ye. Jinên li ber deriyên girtîgehan tik û tene ne û rastî her cure niheqiyan tên. Ligel van zor û zehmeniyan jî, bihêz in û li ser piyan e. Gava ku ez wan dibînim hê bi hêztir dibim û ez derdê xwe jibîr dikim. Hin malbat ji bo zarokên xwe, ji bo bavê xwe û ji bo hevalên xwe ji Amedê diçin bajarên dûr û zehmetiyên herî mezintir dikişinin. Li hember van tenêtî û zahmetîyên wan ez êdî êşên xwe pir biçûk dibinim û ji êşa xwe şerm dikim. Li ser vê ez tim dibêjim em jin pir bi hêz in û em dikarin li dijî her cureyên zahmetiyan li ber xwe bidin. Ez yeqîn nakim ku mêrekî bi vî awayî li ber xwe bide.”
‘ÊDÎ BILA JIN BI BERXWEDANÊN XWE BÊN NASÎN’
Serhed Ugur, 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bibîr xist û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em jinên ku li ber deriyên girtîgehan her tim radiwestin hewceye ku em piştgiriyek xurt bidin hevdû û em hê bi hêztir bisekinin û li ber xwe bidin. Divê ku êdî êşên jinan nebin mijarên siyasî. Êdî bila jin bi berxwedanên xwe bên nasîn. Ji ber ku jin hîn zêdetir bi qewetir in. Ez vê ji bo hemû jinan dibêjim. Êdî jin xwedî hêzeke ku dikare her tiştî bikin e.”