* Behiye Sevîm ku du zarokên wê di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û 2 zarokên wê jî girtîne, ji bo 8'ê Adarê bi kilamekê bang li jinan kir ku dakevin qadan.
* Berdevka Platforma Jina ya Îskenderûnê Feyrûz Gor, anî ziman ku jin hêzê ji hev digirin û bi vî awayî têkoşîna xwe mezin kirine û got, ji bo parastina mafên xwe yê jiyanê ew ê li qadan bin.
* Derket holê ku kesên qeyûm ew anîne şaredariyê, mazota ku Şaredariya Qoserê ji bo wesayîtên fermî kiriye, dizîne. Bi qasî 14 hezar lître mazot hatiye dizîn.
* Parlementera HDP'ê Nûran Îmîr, ji bo bûyerên îstismar û tecawizê yên li Botanê diqewimin got, bi zanebûnî tên kirin.
* Serokê Meclîsa Penaberan a Konakê Mete Husunbeyî, ji bo penaberên ku hikûmet berê wan dide Ewropayê diyar kir ku hikûmet penaber ji xwe re kirine "amûrek" û got, pirsgirêk ancax bi aştiyeke civakiyî dikare bê çareserkirin.
* 57 roj in xwendekara zanîngehê Gulîstan Dokû winda ye. Nûnerên rêxistinên jinan û partiyên siyasî, destnîşan kirin ku lêgerîna li bendavê dibe ku sirf ji bo guherandina hedefê be û xwestin, lêgerîneke dorfireh bê kirin.
* Meclîsa Berxwedêran dê bi tevlêbûna Seroka TÎHV'ê Şebnem Korur Fincanci û Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu li Baroya Stenbolê Foruma Edaletê pêk bînin. (10.00)
* Şaxa 2'emîn a Egîtîm Sen'ê ya Amedê dê li otelek Amedê bê li dar xistin. (10.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê dê têkildarî binçavkirina Hevseroka xwe Perihan Agaoglu û rêveberên xwe yên hatin binçavkirin daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)
* Jin dê di pêşengiya Platforma Jinan a Dicle Amedê de li pêş PTT'ê ya Ofîsa Amedê bernameya 8'ê Adarê aşkere bikin. (12.00)
* TJA, dê têkildarî 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li avahiya HDP'ê ya Peyasê Şahiyekê li dar bixin. (13.00)
* Odeya Tabîban a Amedê dê li salona Konferansê ya Tahir Elçî dê têkildarî nexweşiyên kurevî panelê li dar bixin. (14.00)