STENBOL - Nûçegihanên me Îdrîs Sayilgan û Nacî Kaya, li Edîrneyê hatin binçavkirin.
Nûçegihanên ajansa me Îdrîs Sayilgan û Nacî Kaya, li Edîrneyê gava nûçeyn der barê penaberan de dişopandin hatin binçavkirin. Sayilgan û Kaya birine Fermandariya Cendirmeyan a Navendî ya Edîrneyê û ji wan re gotine "Li deverên qedexe girtina dîmenan qedexe ye".
Her wiha hat diyarkirin ku ji xeynî Sayilgan û Kayan hin rojnamevanên din jî hatine binçavkirin.