MÛŞ – Şaredarê AKP'î yê Mûşê Feyat asya, cenazeyê nivîskarê kurd Zeynel Abîdîn Han ji wesayîta cenaze daxist. Qeyûmê Gimgimê jî nehişt mele li ser cenaze nimêj bike.
Nivîskarê kurd Zeynel Abîdîn Han, di 25'ê Sibatê de li Berlîna Almanyayê ji ber qeyrana dilî jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Han li bajarê wî Gimgima Mûşê hat veşartin.
ŞAREDAR CENAZE JI WESAYÎTÊ DAXIST
Malbata Han û xizmên wî cenazeyê wî ji balafirgehê wergirtin û bi wesayîta cenaze ya Şaredariya Mûşê ber bi Gimgimê ve şandin. Lê belê wesayît li noqteya polîsan hat sekinandin û bêyî hincet qederekê hat sekinandin. Gava cenaze dîsa ber bi Gimgimê ve ket rrê, vê carê jî li ser rêya Mûş-Gimgimê hat sekinandin û bi fermana Şaredarê AKP'î Feyat Asya ji wesayîta cenaze hat daxistin.
Piştî cenaze ji wesayîtê hat daxistin malbat Han cenazeyê wî xist pîqabekê û bir Gimgimê.
Gava cenaze gihaşt Gimgimê, gelek kesan cenaze pêşwazî kir. Di dema pêşwazîkirina cenaze de polîsan girse asteng kir. Polîsan ji girseyê re got, tenê xizmên Han dikarin wî defin bikin.
Her wiha qeyûmê Gimgimê jî nehişt meleyê şaredariyê nimêja cenaze bike û ji ber vê malbatê cenaze bir Xemxaneya Gimgimê û piştî nimêjê cenaze li goristana navçeyê veşart.