STENBOL HDK'ê têkildarî polîtîkayên li Idlibê daxuyaniyek nivîskî weşand û ji hêzên demokrasiyê xwest ku têkoşîna pevpar xurt bikin.
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), têkildarî polîtîkayên Tirkiyeyê yê Idlibê daxunaniyek nivîskî weşand. HDK'ê di daxuyaniye de xwest ku ketina şer a Tirrkiyeyê dê bêtir her tiştî kor bike wiha got: "Em bang li NATO û Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî dikin ku bi lez li dijî şer kom bibin. Li Libya şerek heye. Dîsa li Bajarên Efrîn, Cerablus, El Bab, Serekaniye-Tel Abyadê demek dirêj e tevgera dagirkeriyê heye. Li Rojhilatê Derya Spî dem bi dem şerê germ pêş dikeve. Ev rageşiya berîşer e. Di şertên ku AKP-MHP’ê welat xistiye qeyrana aborî de şer kûr dikin. Dagirkeriyê pêş dixin. Ji ber operasyonên perfireh welat xistiye rewşek asê. Li hemberî daxwazên Gelê Kurd ên aştî û azadiyê bi polîtîkayên înkar û imhayê nêzîk dibin. Dîsa tundî u şer tercîh dikin. Tecrîdkirina mutlaq a li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan gav bi gav li ser civakê jî belav dikin. Hemû mafên demokratik û azadiyê tune kirin. Hiqûq û edalet xistin bin pîyan. Hemû çavkaniyên aborî xelas kirin. Vê qeyranê bi kaos û şer bincil dikin û vedişêrin. Li Idibê bi dehan cenazeyên zarokên malbatên xizan hatin. Şewata li Girava Îmraliyê ne tesadifî ye. divê li djijî vê yekê hemû hêzên demokratîk bi hevre têkoşînê xurt bikin"