EDENE – Parlamentera HDP’ê Tulay Hatimogullari ya tevlî 10’emîn Lijneya Asayî ya Şaxa SES’ê ya Edenê bû, diyar kir ku divê desthilatdarî dest ji vê şaşaiya xwe berde.
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) ya Edenê, 10’emîn Lijneya xwe ya Asayî li darxist. Lijne li Saloan Civînê ya Îş Tirk pêk hat. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edenê Tulay Hatîmogullari, Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Edenê Zeydan Karalar, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û baroyê yên bajêr tevlî Lijneyê bûn.
'MA ÇI KARÊ WE LI İDLİB'Ê HEYE'
Serokê Şaxa SES’ê Mûzaffer Yuksel, di lijneyê de axivî û bal kişand ser pirsgirêkên di qada tenduristiyê de tên jiyîn. Yuksel, ji bo mîtînga di 15’ê Adarê de li bixin bang kir û wiha got: “Hîna jî me ji bo pirsîn ‘Hûn li Idlibê çi dikin?’ û ‘We çima memûr îxraç kirin?’ bersivên bi mantiq ne dîtine. Tu sûcê van mirovan tuneye. Divê demildest paşve vegerin ser karên xwe.”
'JI VÊ ŞAŞIYÊ PAŞVE VEGERIN’'
Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogullari jî, bûyerên li Lîbya û Idlibê tên jiyîn nirxandin û wiha axivî: “Ji bo gotina ‘Tu karê me li Sûriye û Lîbyayê tuneye’ em pir dereng man. Ji ber vê derengmayînê îro bedel tên dayîn. Êdî desthilatdarî nikare bi tu awayî îzahata van polîtîkayên xwe bike. Ji ber vê tenezûl nekir meclîsê jî kom bike.”
Dûre Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Edenê Zeydan Karalar ê CHP’ê axivî û wiha got: “Êdî li welat gotina aştiyê û nûçeyek çêkirin bûye sûc. Tekane rêya ji vê kaosê derketin, hevdîtina derdorên ked û demokrasiyê ye. Ji ber ku fikar û hişyarên hêzên ked û demokrasiyê li ber çavan negirtin ev encam derketin holê. Parastina sînor, bi çûyîna ser axa welatekê din nabe. Divê ev şaşî demildest bê sererast kirin.”
Piştî axaftinna hilbijartin hat kirin. Di hilbijartina hat kirin de 7 kesê ji bo rêveberiya nû ya Şaxa SES’ê ya Edenê hatin hilbijartin.