'Girtiyên nexweş teslîmî mirinê dikin'

  • rojane
  • 16:13 29 Sibat 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên girtiyên nexweş û Rêveberên ÎHD'ê li Stenbol, Enqere û Îzmirê ji bo girtiyên nexweş bên berdan, daxuyanî dan çapemeniyê. Xizmên girtiyan diyar kirin ku girtiyên nexweş teslîmî mirinê dikin û xwestin girtiyên nexweş serbest bên berdan.

 
Xizmên girtiyan û parazvanên mafên mirovan li Stenbol, Enqere û Îzmîrê daxuyanî dan çapemeniyê. Li gorî daneyên ÎHD'ê li Girtîgehan 457 jê giran bi giştî Hezar û 333 girtiyên nexweş hene. Girtiyên nexweş ji ber ku nayên berdan her ku diçin rewşa wan giran dibe. 
 
 
ENQERE 
 
Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî ya Enqereyê di hefteya 286’an de li pêş Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê kom bûn û xwestin girtiyên nexweş serbest bên berdan. Di çalakiyê de Rojnameger Huseyin Aykol, nûnerên partiyên siyasî û xizmên girtiyan amade bûn. Xizmên girtiyan û parazvanên mafên mirovan di çalakiyê de pankarta “Ji Girtiyên Nexweş re Azadî" vekirin. Endama MYK'ê ya Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Nuray Çevirmen, diyar kir ku di sala 2019'an de 30 girtiyên nexweş bi giştî 63 girtiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane. Çevirmen, anî ziman ku ger bê xwestin dikarin rê li pêş mirinên li girtîgehan bigirin û wiha got: "Hemû kesên jiyana xwe ji dest didin dikare rê li pêş wan bê girtin. Ger ku bên dermankirin û mudaxele li nexweşiyê bê kirin dikarin rê li pêş mirinê bigirin. Niha li Girtîgeha Tîpa L a Hêjmar 1 a Sîncanê nexweşê pençeşêrê Yusuf Yakşî heye. Niha Yakşî ji qiriqa xwe nefesê distîne. Divê Yusuf Yakşî li derve li cem mala xwe bê dermankirin. Ji bo hemû pirsgirêk bên çareserkirin divê hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan." 
 
STENBOL 
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê jî bi boneya  balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, xwestin di hefteya 414'an de li qada Galatasarayê kom bibin. Lê polîsan dîsa destûr nadin ku malbat çalakiyê li dar bixin. Piştî xizmên girtiyan û parazvanên mafên mirovan rastî astengiya polîsan hatin, vê carê li pêş Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê kom bûn û li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Xizmên girtiyan wêneyên girtiyên nexweş bilimd kirin û pankartên “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyandin" û “Bila girtiyê nexweş Ali Gulmez serbest bê berdan" vekirin. Parazvanên mafên mirovan bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Ali Gulmez û xwestin Gulmez serbest bê berdan. Vasiya Alî Gulmez Sevîm Kalman, anî ziman ku Gulmez 54 salî ye û 21 salin girtî ye. Kalman, diyar kir ku girtiyên nexweş rastî pinpêkirinên pir dijwar tên û her kelî li wan dibe îşkence. Kalman, xwest hemû girtiyên nexweş bêne berdan û wiha got: “Her girtiyê ku rastî tecrîdê tê û bi tenê tê hiştin, rastî îşkenceya fîzîkî û ramanî tên. Tecrîd sûcê mirovahiyê û binpêkirina mafên mirovan e." 
 
Kalman, anî ziman ku Gulmez di 4 salên dawî de li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê girtî ye û wiha li dawî kir: "Beriya bînin Boluyê her dem tedawiya wî dihat astengkirin. Ji ber şertên Girtigeha Bolu bi nexweşiya zekem û arsimê ketiye. disa nexweşiyên gurçikê derketine. Divê bi lez serbest bê berdan." 
 
 
ÎZMÎR 
 
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê û xizmên girtiyên nexweş li Îzmirê jî bi heman armancê li navçeya Konakê daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyê de bal kişandin ser rewşa Şakîr Akurt ê li Girtîgeha Akhisar a Manîsayê. Rêveberê ÎHD'ê yê ÎZmirê Ali Aydin, anî ziman ku Akurt 50 salî ye û 26 salin girtî ye. Aydin, diyar kir ku Akurt ji ber rastî îşkenceyê hatiye fitiqa pişt û stu pêre çêbûye û di nava lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD'ê de ye. Aydin xwest bi lez Akurt serbest bê berdan.
 
 
 

Sernavên din

02/03/2020
10:59 Li Arjantînê bi têkoşîna jinan qedexeya 100 salan radibe
10:59 Li dijî wesayîta Miduriyeta Gumrikê êriş pêk hat
10:41 Newaya Jin: Jin wê cîhanê biguherîn in
10:40 Girîngiya erdnîgariya Şengalê û polîtîkayên serdestan
10:30 Penaberên ku talûkeya fetisandinê derbas kirin vegotin: Piştî ku me daxuyaniyê bihîst derketin rê
10:20 Jinên ku destkeftiyên wan di hedefê de ne raperîn mezin kirin
09:16 Jinên li gel hemû tundiyan dixebitin: Divê em têkoşîna xwe mezintir bikin
09:15 Li Girtîgeha Kalkandereyê li xwe kirina forma û avêtina golan qedexe ye
09:14 Li Mêrdînê hewldana revandinê: Di destê wan de tiştekî mîna bêtêlê hebû
09:13 Çerkezoglû: Bi milyonan kesan hêviyên dîtina kar winda kirine
09:10 ‘Her ku esker tên kuştin gardiyan êrîş dikin’
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2020
01/03/2020
22:01 Kekê leşkerê jiyana xwe ji dest da: Bila êdî kes nemire
19:23 Ji YE'yê ji bo Idlibê banga civînê
19:11 Dema binçavkirina Sayilgan û Kaya hat dirêjkirin
17:38 Rêxistinên çapememeniyê: Bi lez rojnamegeran berdin
17:08 Jinan di çalakiyên 8'ê Adarê de gotin ew li dijî mirinê jiyanê, li dijî şer jî aştiyê diparêzin
16:31 HDP û saziyên sivîl çûn şîna malbata Demîr
15:45 'Divê tecrîda li ser civakê bê şikandin'
15:32 Midurê Giştî yê Weşana Sputnîkê hat binçavkirin
15:06 Rusya: Balafira ne nehatiye xistin
15:01 DFG: Rojnamegeran serbest berdin
15:00 DAKAP: Rêya jiyana azad bi berxwedana jinê pêkan e
14:57 'Tişta bi cenazeyê Han kirin, asta dijminantiya kurdan e’
14:31 'Hûn bi binçavkirina rojnamegeran nikarin rastiyan veşêrin'
14:15 SANA derewand, AA'yê nûçeya xwe paşve kişand: Balafira hat xistin ya Tirkiyeyê
14:05 Rojnameger Sayilgan û Kaya hêj di bin çavan de tên girtin
13:07 Li Idlibê, îdîaya balafira şer a rejîmê hat xistin
12:34 Polîsan 3 xebatkarên Ajansa Sputnikê binçav kirin
12:33 Jin li hev civiyan
12:32 Prz. Înegollu: Wê berpirsyarê komkujiya penaberan em bin
12:05 Şandeya HDP û CHP’ê: Divê konteyniran bibin herêma erdhejê
11:48 Hêjmara 11'mîn a Xwebûn bi nivîskarên nû derket
10:52 Têkoşîna jinan a ji Rojhilata Navîn ber bi Emerîkaya Latin ve belav bû
10:01 ‘Aşitî û biratiya gelan bi rakirina tecrîdê pêkan e’
09:21 Civaka ol û çandeke bi fermanan qir nebûye: Êzidîtî
09:16 57 roj in Dokû windaye: ‘Lêgerîna li bendavê dibe sirf ji bo guherandina hedefê be'
09:13 ‘Pirsgirêka penaberan tenê bi aştiyê dikare bê helkirin'
09:13 Îmîr: Îstimar û tecawizên li Botanê bi zanebûnî tên kirin
09:10 Kesên qeyûm ew anîn şaredariyê 14 hezar lître mazot dizîn!
09:10 Jin dê li Îskenderûnê dakevin qadan
09:06 Têkoşîna Behiyeya Çerkes
09:03 Du jin û du dayikên berxwedêr
09:02 ROJEVA 1'Ê ADARA 2020'AN
08:26 3 rojnamegerên din jî hatin binçavkirin
29/02/2020
22:32 Soylû: 36 hezar û 776 penaber ji Tirkiyeyê çûne
22:03 Nûçegihanên me Sayilgan û Kaya hatin binçavkirin
21:54 Şaredarê AKP'î cenazeyê rewşenbîrê kurd Han ji wesayîta cenaze daxist, qeyûm nehişt nimêja cenaze bê kirin
17:12 Li Şirnexê starta 8'ê Adarê hat dayî
16:49 HDK: Em li dijî şer têkoşîna hevpar xurt bikin
16:40 Hatîmogullari: Divê desthilatdarî dest ji vê şaşiyê berde
16:13 'Girtiyên nexweş teslîmî mirinê dikin'
15:02 Ocalan: Li Îmraliya ku ji sivîlan re girtî ne lê dîsa şewat derdikeve!
14:36 Sûriyeyê bang li YE’yê kir: Guh nedin şantajên Tirkiyeyê
14:35 'Em baş dizanin navê êşa mirin û windakirinê çi ye’
14:32 Xizmên windayan: Vir qada heqîqetê ye
14:07 Ji bo kesên li Mêrdînê hatin binçavkirin qedexeya parêzeran
14:07 Ji bo Idlibê pêşniyaza çareseriyê: Bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin
13:59 56 rojin agahî ji Gulîstan Doku nayê girtin
13:44 Karataş: Polîtîkaya 'Bibe serwerê herêmê' li Idlibê asê ma
13:43 Ji pênc deqîqeyan carek otobus penaberan dibin Edîrneyê
13:42 'Emê li dijî kesên qezencên jinan dikin hedef li qadan bin’
13:34 Tora Piştevahiya Koçberan: Ne sînoran, mafên bingehîn biparêzin
12:45 Rûsya: Ji bo rageşiya Tirkiyê û Sûriyê kêm bibe lihevkirin pêk hat
12:31 Erdogan: Li Idlibê 36 eskeran jiyana xwe ji dest dan
12:31 Malbata Demîr 800 roj şunde cenazeyê kurê xwe spart axê
12:30 Bihayê benzîn û motorînê zêde bû
11:29 HDP: Tiştek bê serê penaberan berpirsiyar Îqtîdar e
11:19 Desthilatdarî penaberan dibe ser sînor
10:31 Polîsan Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Agaoglu binçav kirin
10:30 Bayindir: Her roja diçe fikarên gelê kurd mezintir dibe
09:39 Jina kedkar tevî şertên zor jî debara malbata xwe dike
09:17 Îdia: 160 esker mirine, zêdetirî 300 esker jî birîndar bûne
09:15 ‘Mafê tenduristiyê mafê jiyanê ye’
09:11 Li Wanê fikara vîrûsê: Şert û mercên Nexweşxaneya Leşkerî ne guncav in
09:10 ‘Zarokên ku SGK heqê dermanên wan nade di beşa lênerîna awarte de ne'
09:09 Şanoya Bajêr a Amedê ji bo sehneya nû li benda piştgiriyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê SIBATA 2020'Î
28/02/2020
19:08 Ji cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatibûn derxistin 2'yên din jî teslîmî malbatan kirin
16:57 22 roj in Mehmetcan Taşdemîr di bin aşûtê de ye
16:25 Ji Serdozgeriyê tedbîra Idlibê
15:51 Erdogan û Pûtîn dê hevdîtinek rû bi rû bikin
15:41 Jinan li Êlîhê dest bi xebatên 8'ê Adarê kirin
15:35 Ji bo Baxçeyên Hevselê dê serî li Peymana Ramsarê bidin
15:34 Gelê Şengal, Mexmûr û Silêmaniyê ji bo Ocalan daket qadan
15:30 Li Mêrdînê starta 8’ê Adarê hat dayîn
15:20 'AKP bi tecrîda li Îmraliyê hewl dide kaosê zêdetir bike’
15:17 ÎHD: Di salekê de 502 binpêkirin serlêdanî me kirine
15:07 Hediye Levent: Tirkiye an dê şer îlan bike, an jî dê ji Idlibê vekişe
14:44 Penaber ber bi sînor ve diherikin: Yewnanîstanê ewlekariya xwe zêde kir
14:31 Derbarê HDP’iyan de 7 fezlekeyên destnedayînî şandin Meclîsê
14:27 Li Îmraliyê çi diqewime?
14:23 Jin wê li qadan bêjin ‘Êdî bese’
14:16 Ji rewşenbîr û siyasetmedaran banga Idlibê: Ne mirinê jiyanê pîroz bibînin
13:42 Lavrov: Ji ber terorîstan em lihevkirinê qebûl nakin
12:53 Parêzvananên mafê mirovan: Osman Kavala berdin
12:52 Akar: Ligel Rûsya cihê yekîneyên me zanibun jî dîsa lê dan
12:36 Li holê tenê çirava Idlibê ma
12:04 Têkbirina medya civakî: Dixwazin ji destekê nûçeyan serwîs bikin
11:41 Guneştekîn: Li gorî Yaşar Kemal bingeha mirovahiyê ji hilberinê tê