NAVENDA NÛÇEYAN – Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan da zanîn ku Girava Îmraliyê li gel ku ji sivîlan re girtî ye jî şewat derketiye û got: “Pêwîste gavek beriya gavekê bi birêz Ocalan re hevdîtin bê kirin.”
Şaxa Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAY-DER) a Mêrsînê têkildarî şewata li Girava Îmraliyê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê girtî ye li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyêl i dar xist. Rêveberên Komeleyê beşdarî civînê bûn.
Hevserokê Komeleyê Zahîr Akalin di civînê de axivî û polîtîkayên îqtîdarê rexne kir û got: “Terza vê siyaseta îqtîdarê welat veguherandiye girtîgehê. Kontrolkirina şewatê li Îmraliyê me serewext nake. Rayedar daxuyaniyek cidî nadin. Niha agahî ji Ocalan û girtiyên li gel wî nayên girtî. Di serî de Konseya Ewropa û CPT’î divê hemû sazî û dezgehên demokratîk bertek nîşanî vê yekê bidin û bikevin tevgerê. Divê hikumet demildest têkildarî mijarê daxuyaniyek pêbawer bide. Divê malbat û parêzer demildest biçin Îmraliyê.”
OCALAN: MECLÎSÊ VEGUHERANDINE MALA ŞÎNÊ
Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan jî di 10’emîn Kongreya Asayî ya Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristiyê û Civakî (SES) a Rihayê de axivî û bal kişand ser rewşa Îmraliyê. Omer Ocalan da zanîn ku îqtîdarê Meclîsê veguherandiye mala şînê û got: “Welat xistine nava çirava Idlibê. Çareseriyê jî li hilnaberînin û li pêş naxin. Yên ku divê çareseriyê bînin lê belê parlamentoyê kirine cihê bêçareseriyê.”
'DIVÊ DEMILDEST HEVDÎTIN PÊK WERE'
Ocalan bal kişand ser şewata li Îmraliyê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê girtî ye û wiha got: “Girava Îmraliyê li gel ku ji sivîlan re girtî ye jî şewat derketiye. Raya giştî sedemê şewata derketiye nizane. Di vê derbarê de tiştekî nabêjin. Meha sibatê ji bo her kesî xwedî wateyek xwe heye. Di 28’ê Sibatê de darbeya postmodern pêk hatiye û ew kesên niha ji xwe re dibêjin mexdûrên wê demê civakê xistine nava şer. Her wiha Mutabakata Dolmabahçeyê hebû. Ev ji aliyê hikumetê ve hat qedandin û polîtîkayên şer esas hat girtin. Her kes rol û mîsyona aştî û demokratîkbûnê ya birêz Ocalan a derbarê pirsgirêka kurd de dizane. Dewlet jî viya baş dizane. Pêwîste gavek beriya gavekê bi birêz Ocalan re hevdîtin bê kirin.”