STENBOL – Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî li aqûbeta Cuneyt Aydinlar ê 23 salî ku 26 sal berê di binçavan de hat windakirin pirsîn. Mamê Aydinlar, Recep Aydinlar got: “Bila hin malbatên din heman êşê nekişînin. Em baş dizanin windakirin û mirina ciwanekî çawa ye.”
Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta xizm û zarokên xwe yên bi darê zorê hatin windakirin bipirsin, di hefteya 779’emîn de xwestin carek din li Meydana Galatasarayê kom bibin. Polîsan destûra çalakiyê neda. Li ser vê yekê Dayikên Şemiyê çalakiya xwe li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ya li Taksîmê li dar xist. Polîsan çalakiyê dorpêç kir. Dayikên Şemiyê û xizmên windayan wêne û qurnefilan hildan. Parêzvanên mafên mirovan û gelek kesan piştgirî da çalakiyê.
Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Cuneyt Aydinlar ê 23 salî ku 26 sal berê di binçavan de hat windakirin pirsîn.
‘EMNIYETA STENBOLÊ AYDINLAR WINDA KIRIYE’
Daxuyaniya vê hefteyê endama Dayikên Şemiyê Masîde Ocak xwend û diyar kir ku ew bi êşa şer û mirinê baş dizanin û naxwazin şer pêk were. Ocak li aqûbeta Cuneyt Aydinlar ê 23 salî ku di 20’ê sibata 1994’an de ji aliyê polîsan ve li Bakirkoyê hat binçavkirin û windakirin pirsî û got: “Cuneyet Aydinlar xwendekarê Zanîngeha Stenbolê bû. Di 27’ê sibata 1994’an de bi awayek fermî hat qebûlkirin ku di binçavan de ye. Encax dema 14 kesên bi Cuneyt re hatibûn binçavkirin birin dozgeriyê lê hat dîtin ku Cuneyt ne di nav wan de ye. Van kesan di 17’ê adara 1994’an de bi rêya parêzerên xwe ragihandin ku Cuneyt di 20’ê sibata 1994’an de hatiye binçavkirin û pişt re agahî jê negirtine. Miduriyeta Polîsan a Şaxa Gayrettepe ji windakirina Cuneyt berpirsiyar e. Gelek kesan şahidî kir ku îşkenceyak giran li Cuneyt hatiye kirin. Encax Emniyeta Stenbolê di 28’ê sibata 1994’an de malbatê bir Çûkûrcûmaya navçeya Beyoglûyê û ji malbatê re got ‘lawê we li banga me ya rawestandinê nesekiniye’ û reviyaye. Li ser serlêdana malbatê parêzerên ÎHD’ê bûyerê lêkolîn kirin û bi şahidan re hevdîtin pêk anîn. Piştî lêkolîna hat kirin, ÎHD’a Stenbolê di 25’ê adara 1994’an de ragihand ku Cuneyet Aydinlar di binçavan de hatiye windakirin.”
Ocak anî ziman ku heta îro ne kujerên Aydinlar hatine dîtin û ne jî pêvajoyek hiqûqî hatiye destpêkirin û ser dosyeya Aydinlar girtine û ji bo vê yekê xwest edalet pêk were.
‘EM NAVÊ ÊŞÊ DIZANIN, BILA KES NEMIRE’
Pişt re apê Aydinlar, Recep Aydinlar axivî, çîroka windakirina biraziyê xwe parve kir û got: “Ji bo dîtina windayan hikumet berpirsiyariya xwe pêk nayne. Bi hezaran însan ji ber polîtîkayên şer hatin windakirin. Cuneyt 26 sal berê di temenê xwe yê 23 saliyê de hat windakirin. Em baş bi wê êşa windakirina ewladekî dizanin. Em pênase û navê vê êşê baş dizanin, em naxwazin tu ewladek ciwan ê malbatekî bimire. Em vê dixwazin. Di nava van 26 salan de vê êşê tecrûbeyek wisa nîşanî me da ku mixabin însanên ciwan liv î welatî nayên parastin. Însanên me yên ciwan hêj nagihîjin 20 saliya xwe tên windakirin an jî binax dibin. Ji kuştina Cuneyt dewlet berpirsiyar e û em dixwazin dewlet aqûbeta wî eşkere bike.”