STENBOL - Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan, li Ofîsa Dolmabahçe bi wekîlê partiya xwe re kom bû û li ser geşedanên li Idibê axivî. Erdogan diyar kir ku hêjmara eskerên li Idlibê jiyana xwe ji dest dan gihiştiye 36'an.
Serokomar û Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan, li Ofîsa Dolmabahçe bi wekîlê partiya xwe re kom bû. Erdogan di civînê de li ser geşedanên li Idlibê axivî. Erdogan parast ku geşedanên sînor ewlehiya Tirkiye dixin talûkê. Erdogan, parast ku li ser daxwazage gelê Sûriyeyê ketine axa Sûriyeyê û wiha got: "Em ne li ser daxwaza Esed çûn wir. Em li ser daxwaza gelê wir çûn wir. Ji me re dibêjin çi karê we li wir heye? Em jî dibêjin çi karê Rûsya li wir heye? DYA û Rûsya ji bo petropê li wir in. Li Idlibê hêjmara eskerên me yên jiyana xwe ji dest dan 34 bûn. Herî dawî hêjmara eskerên jiyana xew ji dest dan gihşt 36'an. Ji bo em seranserî sînorê Sûriyeyê xeta ewlehiyê ya 30 kîlometre ava bikin xebatên me didomin."
Erdogan îdîa kir ku wan nêzî 300 maşîneyên zirxî li Idlibê îmha kirine û hewce be dê hebûna xwe berdewam bikin. Erdogan parast ku Rûsya û DYA li gorî mutabakatan tev negeriya ne û mutabakat îhlal kirine.
ERDOGAN: EM Ê DERIYÊN SÎNORAN NEGIRIN
Erdogan, parast ku Yekîtiya Ewropa (YE) sozên xwe yên der barê penaberan negirtine û berê hişyar kiribûn ku dê deriyê sînor vekin. Erdogan, diyar kir ku ji ber Yekîtiya Ewropa sozên xwe negirtine duh deriyê sînor vekirin û 18 hezar penaber derbas bûn. Erdogan anî ziman ku dê vekirina deriya sînoran berdewam bikin û îro jî dê nêzî 25 hezar penaber derbas bibin.
Dema Erdogan qala têkiliyên xwe Trump û Pûtîn ên têkildarî Sûriyeyê û 36 eskerên jiyana xwe ji desk da dikir, kenê wî bal kişand û li ser medya civakî bû mijara niqaş û bertekên zêde.