STENBOL - Desthilatdariya AKP’ê ya li Idlibê bi artêşa Sûriyeyê re şer dike û hewl dide ji Ewropayê piştgiriyê bigire, dîsa penaberan weke amûr bi kar tîne. Desthilatdariyê li Stenbolê, heya derengiya şevê jî, penaber birin ser sînorê Edîrneyê.
Desthilatdariya AKP’ê ya ku li Idlibê bi artêşa Sûriyeyê re şer dike û hewl dide ji Ewropayê piştgiriyê bigire, mîna her çarê dîsa penaberan bi kar tîne. Şarêdariyên dibin rêveberiya AKP’ê de, bi otobusan penaberan dibin ser sînoran.
Penaberên dixwazin derbasî gravên Yûnan bidin tên ber peravên Egeyê û ji wir jî bi rêya deryayê derbas dibin. Li Edîrneyê jî, sînorên Yûnanîstan û Bûgarîstanê bi penaberan tije bûne. Bi sedan penaberên, ji bo derbasî Yûnanîstanê bibin li deriyê sinor ê Pazarkuleyê radiwestin. Ji duh serê sibê ve penaberan bi otobus û mînîbusan dibin Edîrmeyê û hejmara penaberên li ber sînorê Pazarkuleyê her ku diçe zêdetir dibe.
Şaredariyên dibin rêveberiya AKP’ê de, walî, qeymeqamtî û hin komeleyên nêzî hikumetê, ji navçeyên Zeytînbûrnû, Esenler, Esenyûrt û Fatîh ên Stenbolê, penaberan kom bi kom bi otobusan dibin ser sînoran.
PENABERAN JI BAJARÊN CUDA TÎNIN
Hat diyar kirin ku penaberan ji bajarên cuda tînin Stenbolê û dibin ser sînoran.