WAN - Rêvebirê SES'ê Mehmet Emîn Yilmaz, diyar kir ku ji ber koronavîrusê ku li Îranê jî peyda bûye li Wanê bûye sedema dilnerihetiyê û got, dibêjin wê kesên koronavîrus li wan peyda bibe bibin Nexweşxaneya Eskeriyê, lê belê ev der ji bo nexweşînê ne cihekî guncav e.
Piştî koronavîrus li Îranê jî peyda bû, deriyên sînor ên Wanê hatin girtin û hin tevdîr hatin girtin. Endamê Desteya Rêvebir ê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) Mehmet Emîn Yilmaz, rewşa heyî û tevdîrên hatine girtin nirxandin.
Yilmaz, anî ziman ku vîrusa navbirî ji bo kesên extiyar û kesên nexweşînên wan î kronîk hene bêtir talûke ye û got, lê belê dikare tesîrê li her kesî jî bike.
‘DIVÊ XEBATKARÊN TENDURISTIYÊ BALDAR BIN'
Yilmaz, anî ziman ku heta niha li Wanê li kesî peyda nebûye û got: "Çend roj berê ji bo bûyereke bi vî rengî telefonî 112'an dikin. Lê belê koma 112'an ji ber ku ekîbmana wan î parastinê tunebûye nikaribûne biçin û zabitnameyek nivîsandine. Belê, ji bo bûyerên bi vî rengî tim telefon dikin. Bang li xebatkarên tenduristiyê dikim; heger ekîbmana we ya parastinê tunebe mudaxxile mekin. Divê ji bo xebatkarên tenduristiyê ekîbmanên parastinê bên peydakirin. Heta niha teşhîseke teqezbûyî çê nebûye. Lê dîsa jî divê xebatkarên tenduristiyê baldar bin."
‘NEXWEŞXANEYA ESKERIYÊ NE GUNCAV E'
Yilmaz, destnîşan kir ku divê bûyerên bi vî rengî li cihên baş bên tedawîkirin û got, tê gotin wê Nexweşxaneya Esekeriyê ya Wanê ya berê ji bo bûyerên bi vî rengî bê bikaranîn, lê belê ev der ne cihekî guncav e. Yilmaz, got: "Niha ji bo vîrusê nexweşxaneya herêmê tê bikaranîn. Lê rewşa avahiyê û amûrên wê ji bo mudaxilekirinê nabin. Cihê hûn nexweş lê bidin sekinandin divê mekanîzmaya wê ya ku hewayê bikişîne hebe. Nexweşxaneya Esekeriyê cihekî kevn e, ne bawerim ev mekanîzma lê hebe."
Yilmaz, destnîşan kir ku girtina deriyên sînoran nayêw ateya ku dê vîrus neyê Wanê û got: "Çimkî her roj bi dehan penaber di rêyên qaçax de tên Wanê. Dibe hinan jê bibin qadên parastinê. Lê belê hin jê naçin. Li se rmedyaya civakiyî zanyariyên nerast tên parvekirin. Loma divê Wezareta Tenduristiyê tim û tim gel agadar bike. Çimkî her diçe dilnerihetî zêdetir dibe. Divê pêşî lê bê girtin. Bi taybetî jî divê midûriyetên tenduristiyê gel agahdar bikin."
Yilmaz, anî ziman ku ji bo parastina ji vîrusê pîvana sereke paqijbûn e û got: "Divê li cihên qerebalix kes bi destê kesî negire. Dest bên şûştin. Div em bi av û sabûnê an jî dezenfektê bişon. Maske jî dibin. Di edeta me de merhebabûyîn û hevmaçkirin heye. Lê divê vê pêvajoyê de divê em vê yekê nekin. Ev vîrus bi rêya temasê belav dibe. Loma divê temas kêm bibe. Tişta herî girîng jî divê em bi baş bixwin û vexwin."
MA / Cemîl Ûgûr