MÊRSÎN – Zarokên nexweşîna Kîs Fîbrozîsê li wan peyda bûye û li Nexweşxaneya Bajêr a Mêrsînê ne, ji ber ku SGK'ê heqê dermanên wan nedaye, di beşa lênerîna awarte de tên girtin. Malbatan, ji bo zarokên wan bijîn bang li rayedaran kirin.
Li Nexweşxaneya Bajêr a Mêrsînê, zarokên nexweşîna Kîs Fîbrozîsê li wan peyda bûye, ji ber ku SGK heqê dermanên wan nade di beşa lênerîna awarte de tên girtin. Malbatên Leyla Toprak Aylîn Ayyildiz bi rojane ji bo zarokên xwe li nexweşxaneyê ne û bang li rayedaran kirin ku alîkariya wan bikin.
Malbatan diyar kir ku dermanên wan nêzî 25 hezar eûro ne û ji derveyî welat tên xwestin û gotin, wext pir nemaye û ditirsin ku zarokên wan bimirin.
‘BIRA KEÇA MIN BIJÎ'
Dayika Leyla Toprakê Ummu Toprak, diyar kir ku ji ber nexweşîna Kîstîk Fîbrozîsê gelek salên wê li korîdorên nexweşxaneyan derbas bûne û got, ji roja ku keça wê hatiye dinê bi vê nexweşînê ye û li ber xwe dide. Torak, anî ziman ku herî dawî 25 roj berê keça wê dîsa nerihet bûye û ji wê rojê de li nexweşxaneyê ne û got: "Keça min salê du caran wisa dibû. Lê vê carê dirêj ajot. Niha wê xistine beşa lênerîna awarte. Niha makîneya hilmijînê pê ve girê dane. Bijîşjk dibêjin rewşa wê nebaş e. Ji bo keça min baş bibe hin derman hene û heqê van dermanan jî 25 hezar eûro ye. Ji ber ku rewşa me ya aborî nebaş e em nikarin bikirin. Sê zarokên min hene û li malê kes naxebite. Niha me dev ji her tiştî berdaye, tenê em dixwazin derman bên dîtin. Me serî li gelek deveran da, lê tiştek jê derneket. Me serî li serokomartiyê, Wezareta Tenduristiyê, walîtiyê û gelek deverên din da lê tiştek jê derneket. Gelek kesên wekî me hene, nikarin dermanan bikirin. Bira keça min bijî."
'ALÎKARIYA ME BIKIN'
Dayik Toprak, anî ziman ku ji bo derman bên divê derman daxilî nav lîsteya şîn bên kirin û bang li rayedaran kir ku alîkariya wan bikin.
‘KEÇA MIN DIÊŞE'
Dayika Aylîn Ayyildizê Yildiz Ayyildiz jî diyar kir ku ev nexweşîn nexweşîneke genetîk e û got, tedawiya wê tuyeneye, tenê kesên nexweş bi dermanan dikarin bijîn. Ayyildiz jî xwest alîkariya wan bê kirin. Dayik Ayyildiz, anî ziman ku rewşa wan î aborî ne xirab e, lê dîsa jî ji ber ku derman pir buha ne nikarin ji bin vî mesrefî rabin û got: "Heger em rabin ji bo van dermanan pereyan hazir bikin, ne tenê wesayîta xwe û xaniyê, divê em mal û milkên xizên xwe gişan bifiroşin. Çimkî divê ev derman tim hebin. Em behsa dermanekî bi 20-25 hezar euroyî dikin. Ji roja keça min çê bûye ev nexweşîn pê re ye û ji wê rojê ve em li nexweşxaneya ne. Du meh û nîv in ez li vê nexweşxaneyê me. Keça min diêşe. Tiştek ji destê me nayê. Em dixwazin rojek berî rojekê ev derman bên peydakirin. Ji ber vê nikarim bi zarokên xwe yên din re eleqedar bibim.
MA / Engîn Çaglar