'AKP bi tecrîda li Îmraliyê hewl dide kaosê zêdetir bike’

  • rojane
  • 15:20 28 Sibat 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî şewata li Girava Îmraliyê, li gelek bajan çalakî hatin lidarxistin û di çalakiyan de hat diyarkirin ku daxuyaniyên rayedaran nebesin û divê deriyê Îmraliyê bê vekirin. 

Wezîrê Karê Derve Suleyman Soylû, duh beşdarî bernameyekê bibû û ragihandibû ku li Girava Îmraliyê şewatê rû daye. Buroya Hiqûqê ya Asrînê, piştî vê daxuyaniya Soylû, ji bo ku rewşa muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Grava Îmraliyê tê girtin bizanibin, serlêdan kirin. Piştî şewata li Girava Îmraliyê li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin û di çalakiyan de hat xwestin ku malbat û parêzesrên Ocalan biçin hevdîtinê. 
 
AMED  
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê, Kongeya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), MEBYA-DER û TÛHAT-FED MED, derbarê şewata duh li Girava Îmraliyê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li tên girtin de rû da, daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî li avahiya HDP’ê ya Amedê hat lidarxistin. Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Parlamenterên HDP’ê Mûsa Farîsogûllari, Semra Guzel, Remziye Tosûn, Dersim Dag û bi sedan kes welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Parlamenter Dag, daxuyanî xwend û diyar kir ku daxuyaniyên rayedaran raya giştî îqna nekiriye. Dag, da zanîn ku daxwazên parêzer û malbatan ên hevdîtinê, heya niha bi tu awayî nehatine bi cih anîn û xwest demildest hevdîtin bi Ocalan re bê kirin.
 
 Dag, di dewama axaftina xwe de wiha got: "Duh di saetên siharê de şewat li Greva Îmraliyê a ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamili Yildirim tê de ne derket.  Agahiya şewatê di encama daxuyaniya Wezîrê Karên Hindir ku di programek televizyonê de daye de em fêr bûn. Bi daxuyaniya duyem re jî gotin ku agirkuj ji Bursayê bi riya behrê xwe digihînin cihê bûyerê.Piştî parêzer û malbatan daxwaza hevdîtinê kirin ji bersivek erênî yan jî nerênî negîhaye destê me. Heya ku hevdîtin pêk neyê daxuyaniyên ji aliyê hikûmetê ve tên ragihandin wê têrker û bes neyen dîtin.”
 
Piştî daxuyaniyê, girseyê dirûşmeyên “Bê serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. 
 
RIHA 
 
Rêxistina HDP’ê ya Rihayê jî, derbarê mijarê de daxuyanî da çapemeniyê. Parlarmentgerê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan di civînê de axivî û wiha got: “Piştî şewata li Girava Îmraliyê, divê demildest parêzer û malbata Ocalan biçin hevdîtin. Li Greva Îmraliyê şewatek mezin rû daye. Divê hevdîtin bi Ocalan re bê kirin û ev bêhiqûqî demildest ji holê rakirin.”
 
Ocalan di dewama axaftina xwe de wiha got: “Pir erzan nêz dibin. Weke ku Birêz Ocalan jî gotî, divê dewlet bi awayekê rasyonel nêzî vê rewşê bibe. Suleyman Soylu her roj ciwan, jin û gelê kurd tehdît dike. Zimanê wî xizmeta şer dike. Em ji vê derê bang dikin. Divê parêzer û malbat biçin hevdîtinê û hevdîtin bi Birêz Ocalan û girtiyên din re pêk were.”
 
WAN 
 
Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxar (TUHAY-DER) a Wan jî, derbarê şewata li Girava Îmraliyê de civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li avahiya komeleyê hat lidarxistin. Nûnerên DBP’ê, HDP’ê, Parlamentera HDP’ê Mûazzez Orhan, Serokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Mûrat Melet, Federasyona Tuhay- Med û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) beşdarî civînê bûn. 
 
Rêveberê TUHAY-DER’ê Sûat Meşe, daxuyaniya çapemeniyê xwend û wiha got: “Ji sala 1999’an ve tecrîdek girankirî li dijî Ocalan heye. Ocalan li Greva Îmraliyê li dijî vê bêhiqûqiyê têkoşînek mezin dide. Derbarê şewata Greva Îmraliyê de, di hijê rayagiştî de fikarên mezin hene. Ew mafê parêzer û malbatan heye ku darbarê jiyan û tenduristiya Birêz Ocalan de agahî bigirin. Ji bo ku ev pêk were, divê demildest hevdîtin bi Ocalan re bê kirin.” 
 
MÊRDÎN 
 
Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê, xwest ku derbarê şewata li Îmraliyê de daxuyaniyeke zelal bê dayîn.
 
Duh li Girava Îmraliyê ji ber sedmeke ne diyar şewat derket û Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)darbarê vê de daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê HDP’ê yê Mêrdînê Salîh Kuday ve hat dayîn.  
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ji duh ve tê gotin ku li Îmraliyê şewat çêbûye, lê tu kes nizane ku şewat ji ber çi derketiye. Gel sedema şewatê meraq dike. Ji ber vê demek berî bi demekê divê destûr ji malabat û parêzerên girtiyên li giravê re bê dayîn ku biçin bi xizm û miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin.  Bi salan e li wê şewat derneketiye û ne dema şewatê ye jî. Ji ber wê em meraq dikin. Bila agahiyeke zelal derbarê şewatê de ji gel û malbatên girtiyên li giravê re bê dayîn."
 
 Piştî axaftina Kuday daxuyanî bi lêxistina çepikan bi dawî bû. 

Sernavên din

02/03/2020
10:59 Li Arjantînê bi têkoşîna jinan qedexeya 100 salan radibe
10:59 Li dijî wesayîta Miduriyeta Gumrikê êriş pêk hat
10:41 Newaya Jin: Jin wê cîhanê biguherîn in
10:40 Girîngiya erdnîgariya Şengalê û polîtîkayên serdestan
10:30 Penaberên ku talûkeya fetisandinê derbas kirin vegotin: Piştî ku me daxuyaniyê bihîst derketin rê
10:20 Jinên ku destkeftiyên wan di hedefê de ne raperîn mezin kirin
09:16 Jinên li gel hemû tundiyan dixebitin: Divê em têkoşîna xwe mezintir bikin
09:15 Li Girtîgeha Kalkandereyê li xwe kirina forma û avêtina golan qedexe ye
09:14 Li Mêrdînê hewldana revandinê: Di destê wan de tiştekî mîna bêtêlê hebû
09:13 Çerkezoglû: Bi milyonan kesan hêviyên dîtina kar winda kirine
09:10 ‘Her ku esker tên kuştin gardiyan êrîş dikin’
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2020
01/03/2020
22:01 Kekê leşkerê jiyana xwe ji dest da: Bila êdî kes nemire
19:23 Ji YE'yê ji bo Idlibê banga civînê
19:11 Dema binçavkirina Sayilgan û Kaya hat dirêjkirin
17:38 Rêxistinên çapememeniyê: Bi lez rojnamegeran berdin
17:08 Jinan di çalakiyên 8'ê Adarê de gotin ew li dijî mirinê jiyanê, li dijî şer jî aştiyê diparêzin
16:31 HDP û saziyên sivîl çûn şîna malbata Demîr
15:45 'Divê tecrîda li ser civakê bê şikandin'
15:32 Midurê Giştî yê Weşana Sputnîkê hat binçavkirin
15:06 Rusya: Balafira ne nehatiye xistin
15:01 DFG: Rojnamegeran serbest berdin
15:00 DAKAP: Rêya jiyana azad bi berxwedana jinê pêkan e
14:57 'Tişta bi cenazeyê Han kirin, asta dijminantiya kurdan e’
14:31 'Hûn bi binçavkirina rojnamegeran nikarin rastiyan veşêrin'
14:15 SANA derewand, AA'yê nûçeya xwe paşve kişand: Balafira hat xistin ya Tirkiyeyê
14:05 Rojnameger Sayilgan û Kaya hêj di bin çavan de tên girtin
13:07 Li Idlibê, îdîaya balafira şer a rejîmê hat xistin
12:34 Polîsan 3 xebatkarên Ajansa Sputnikê binçav kirin
12:33 Jin li hev civiyan
12:32 Prz. Înegollu: Wê berpirsyarê komkujiya penaberan em bin
12:05 Şandeya HDP û CHP’ê: Divê konteyniran bibin herêma erdhejê
11:48 Hêjmara 11'mîn a Xwebûn bi nivîskarên nû derket
10:52 Têkoşîna jinan a ji Rojhilata Navîn ber bi Emerîkaya Latin ve belav bû
10:01 ‘Aşitî û biratiya gelan bi rakirina tecrîdê pêkan e’
09:21 Civaka ol û çandeke bi fermanan qir nebûye: Êzidîtî
09:16 57 roj in Dokû windaye: ‘Lêgerîna li bendavê dibe sirf ji bo guherandina hedefê be'
09:13 ‘Pirsgirêka penaberan tenê bi aştiyê dikare bê helkirin'
09:13 Îmîr: Îstimar û tecawizên li Botanê bi zanebûnî tên kirin
09:10 Kesên qeyûm ew anîn şaredariyê 14 hezar lître mazot dizîn!
09:10 Jin dê li Îskenderûnê dakevin qadan
09:06 Têkoşîna Behiyeya Çerkes
09:03 Du jin û du dayikên berxwedêr
09:02 ROJEVA 1'Ê ADARA 2020'AN
08:26 3 rojnamegerên din jî hatin binçavkirin
29/02/2020
22:32 Soylû: 36 hezar û 776 penaber ji Tirkiyeyê çûne
22:03 Nûçegihanên me Sayilgan û Kaya hatin binçavkirin
21:54 Şaredarê AKP'î cenazeyê rewşenbîrê kurd Han ji wesayîta cenaze daxist, qeyûm nehişt nimêja cenaze bê kirin
17:12 Li Şirnexê starta 8'ê Adarê hat dayî
16:49 HDK: Em li dijî şer têkoşîna hevpar xurt bikin
16:40 Hatîmogullari: Divê desthilatdarî dest ji vê şaşiyê berde
16:13 'Girtiyên nexweş teslîmî mirinê dikin'
15:02 Ocalan: Li Îmraliya ku ji sivîlan re girtî ne lê dîsa şewat derdikeve!
14:36 Sûriyeyê bang li YE’yê kir: Guh nedin şantajên Tirkiyeyê
14:35 'Em baş dizanin navê êşa mirin û windakirinê çi ye’
14:32 Xizmên windayan: Vir qada heqîqetê ye
14:07 Ji bo kesên li Mêrdînê hatin binçavkirin qedexeya parêzeran
14:07 Ji bo Idlibê pêşniyaza çareseriyê: Bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin
13:59 56 rojin agahî ji Gulîstan Doku nayê girtin
13:44 Karataş: Polîtîkaya 'Bibe serwerê herêmê' li Idlibê asê ma
13:43 Ji pênc deqîqeyan carek otobus penaberan dibin Edîrneyê
13:42 'Emê li dijî kesên qezencên jinan dikin hedef li qadan bin’
13:34 Tora Piştevahiya Koçberan: Ne sînoran, mafên bingehîn biparêzin
12:45 Rûsya: Ji bo rageşiya Tirkiyê û Sûriyê kêm bibe lihevkirin pêk hat
12:31 Erdogan: Li Idlibê 36 eskeran jiyana xwe ji dest dan
12:31 Malbata Demîr 800 roj şunde cenazeyê kurê xwe spart axê
12:30 Bihayê benzîn û motorînê zêde bû
11:29 HDP: Tiştek bê serê penaberan berpirsiyar Îqtîdar e
11:19 Desthilatdarî penaberan dibe ser sînor
10:31 Polîsan Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Agaoglu binçav kirin
10:30 Bayindir: Her roja diçe fikarên gelê kurd mezintir dibe
09:39 Jina kedkar tevî şertên zor jî debara malbata xwe dike
09:17 Îdia: 160 esker mirine, zêdetirî 300 esker jî birîndar bûne
09:15 ‘Mafê tenduristiyê mafê jiyanê ye’
09:11 Li Wanê fikara vîrûsê: Şert û mercên Nexweşxaneya Leşkerî ne guncav in
09:10 ‘Zarokên ku SGK heqê dermanên wan nade di beşa lênerîna awarte de ne'
09:09 Şanoya Bajêr a Amedê ji bo sehneya nû li benda piştgiriyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê SIBATA 2020'Î
28/02/2020
19:08 Ji cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatibûn derxistin 2'yên din jî teslîmî malbatan kirin
16:57 22 roj in Mehmetcan Taşdemîr di bin aşûtê de ye
16:25 Ji Serdozgeriyê tedbîra Idlibê
15:51 Erdogan û Pûtîn dê hevdîtinek rû bi rû bikin
15:41 Jinan li Êlîhê dest bi xebatên 8'ê Adarê kirin
15:35 Ji bo Baxçeyên Hevselê dê serî li Peymana Ramsarê bidin
15:34 Gelê Şengal, Mexmûr û Silêmaniyê ji bo Ocalan daket qadan
15:30 Li Mêrdînê starta 8’ê Adarê hat dayîn
15:20 'AKP bi tecrîda li Îmraliyê hewl dide kaosê zêdetir bike’
15:17 ÎHD: Di salekê de 502 binpêkirin serlêdanî me kirine
15:07 Hediye Levent: Tirkiye an dê şer îlan bike, an jî dê ji Idlibê vekişe
14:44 Penaber ber bi sînor ve diherikin: Yewnanîstanê ewlekariya xwe zêde kir
14:31 Derbarê HDP’iyan de 7 fezlekeyên destnedayînî şandin Meclîsê
14:27 Li Îmraliyê çi diqewime?
14:23 Jin wê li qadan bêjin ‘Êdî bese’
14:16 Ji rewşenbîr û siyasetmedaran banga Idlibê: Ne mirinê jiyanê pîroz bibînin
13:42 Lavrov: Ji ber terorîstan em lihevkirinê qebûl nakin
12:53 Parêzvananên mafê mirovan: Osman Kavala berdin
12:52 Akar: Ligel Rûsya cihê yekîneyên me zanibun jî dîsa lê dan
12:36 Li holê tenê çirava Idlibê ma
12:04 Têkbirina medya civakî: Dixwazin ji destekê nûçeyan serwîs bikin
11:41 Guneştekîn: Li gorî Yaşar Kemal bingeha mirovahiyê ji hilberinê tê