NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî eskerên tirk li Idlibê hatin kuştin, Tirkiye carek din serî li rêbaza derî vekirina ji bo penaberan da. Penaberên vê banga derî vekirinê bihîstin herikîn deriyên sînor ê Yewnanîstanê. Yewnanîstan jî ji aliyê xwe ve tedbîrên ewlehiyê zêde kirin.
Di êrîşa duh bi şev a hêzên Rûs û Sûriyê ya li Idlibê li dijî leşkerên tirk, li gorî daxuyaniyên fermî 33 leşker hatin kuştin û 32 leşker jî birîndar bûn. Tirkiye ya ku bi rêya siyasetê tengav bû ji bo NATO’yê bixe tevgerê dîsa tekane koza di destê xwe de derî vekirina ji bo penaberan anî rojevê. Rayedarên Tirkiyê eşkere kirin ku ew deriyên xwe yên sînor vedikin.
Ajansa Nûçeyan a Reutersê bi nûçeya xwe ku dipêre rayedarek Tirkiyê ragihand ku wê rê li ber çûyîna koçberan neyê girtin û rayedarê tirk gotiye ku hêzên wan ewlehiyê yên li ser sînor hatine agahdarkirin.
Polîtîkaya Tirkiyê ya derî vekirina ji bo penaberan carek din xist dewrê û vê destûr daxuyaniya Tirkiyê penaberan xist tevgerê û penaberên li bajarên wek Stenbol, Edîrne, Çanakkale û Îzmîrê ji bo derbas bibin herikîn sînorê Yewnanîstanê. Hat ragihandin ku Yewnanîstan jî ji aliyê xwe ve tedbîrên ewlehiyê zêde kirin.
Hat gotin gelek penaber jî ji bo bi rêya deryayî derbas bibin çûn qeraxên deryaya Egeyê.