Li Îmraliyê çi diqewime?

img

RIHA - Duh li Grava Îmraliyê ya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 21 salin tê tecrîdkirin, şewat derket. Bi derketina şewatê gelê Kurd û nûnerên partî û rêxistinên Kurdan ketin nava fikar û tevgerê. Şewata duh pêkanînên berê anîn bîra mirovan. Ocalan, berê gotina rayedaran a 'Em 150 metre nêzî te ne' wekî gef û îmhaya li dijî xwe pênase kiribû. Berê jî pêkanînên jahrkirin, porjêkirin û tecrîda mutlaq xwestibûn peyamê bidin Ocalan. Bi şewata duh dîsa pirsa 'bi rasti jî agirekî xwezayî bû an jî xwestin peyamê bidin? di mejiyan de ava kir. 

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 21 salin li Grava Îmraliyê di tecrîdê de tê girtin. Heta niha hat jahrîkirin, porê wî jê kirin, li erdê dirêj kirin û gelek caran cezayê hucreyê lê birîn. Duh hat diyar kirin ku li gravê şewat derketiye. Piştî vê agahiyê nûnerên partî û saziyên Kurdan li gelek cihan daxuyanî dan û fikarên xwe anîn ziman. Nûneran xwest bi lez rayedar têkildarî vê mijarê daxuyaniyê bidin. Ji ber pêkanînên 21 salin li ser Ocalan tên meşandin, bûyera duh li Îmraliyê rû da dîsa pirs û fikar di meşî û aqilan de ava kir. Ocalan berê têkildardî gotina rayedaran a “Em 150 metre nêzî te ne" wekî gef, şantaj û hewldana îmhakirinê pênase kiribû. 
 
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu tev li qanalek TV  bû û anî ziman ku şewata li daristana Îmraliyê derketiye hatiye kontrolkirin. Piştî vê yekê agahiya ku li Îmraliyê şewat derketiye belav bû. Piştî şewata li Îmraliyê nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên Kurd ketin nava fikar û meraqê û li gelek navendan daxuyanî hat dayîn. Ji ber ku Ocalan ê 21 salin girtî ye heta niha rastî gelek pêkanînên cuda hatin. Her dem gef lê hatin xwarin. Her dem rastî zextên fîzîkî û derûnî tên. Ocalan 21 salin tecrîdkiriye, bi rêk û pêk rastî tundiyan tê. Pişti zextên li ser Ocalan zêde bûn, di 12'ê Îlona 2012'an degirtî ketin greva birçîbûnê û li ser vê yekê di 3'ê çile de heyet çûn Îmraliyê û heta 5'ê Nîsana 2015’an hevdîtinê berdewam kir. Dîsa piştî hevdîtin ji ser Ocalan qut bûn, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di 7-8'ê Mijdara 2018'an de dest bi greva birçîbûnê kir û li hemû girtîgehan belav bû. Bi hezaran girtî ketin grevê û çalakiya Guven 200 rojan berdewam kir. Li ser çalakiya girtiyan piştî 8 sal şûndeparêzer di 2'ê Gulana 2019'an de çûn Îmraliyê. Parêzeran 5 caran û malbatê 3 caran hevdîtin kir û di 7'ê tebaxê de hevdîtina parêzeranû di 12'ê Tebaxê de hevdîtina malbatê bi temam qut bû. Ocalan di 21 salan de rastî gelek êrîşên fîzîkî hat. Parê Ocalan bi zorê hat jêkirin, Jahrînî kirin. Di 15'ê Tirmehê de hat diyar kirin ku girtîgeh hatiye bombekirin. Duh jî hat diyar kirin ku şewat li Îmarliyê derketiye. Vê yekê bi xwe re fikar û pirs anîn. Ocalan, di serdema AKP'e de 3 caran rastî pêvajoyên krîtîk hatin. Di 1'ê adara 2007'an de parêzeran tayê porê Ocalan birin lêkolîn kirin û hat fêrbûn ku Ocalan hêdî hêdî tê jahrîkirin. Ev yek bû sedem ku Kurd li gelek welat û bajaran dest bi çalakiyan bikin û bi rojan Kurdan bertek û nerazibûnên xwe anîn ziman. 
 
PORÊ OCALAN BI ZORÊ JÊKIRIN
 
Dîsa di pêvajoya ku tecrîd didomiya de bi zorê parê Ocalan ji kok ve jêkirin. Di Tîrmeha 2008'an de bêyî daxwaza Ocalan parê Ocalan hat jêkirin. Ocalan di 4'ê Tîrmeha 2008'an de bi rêya parêzeran diyar kir ku bêyî vîna wî parê wî hatiye jêkirin. Ocalan bi gotina "Parê min ji kok ve jêkirin. Dewlet bi vê yekê dixwaze bêje 'Em dema bixwazin em dikarin te di kontrolê de bigirin. Em çi bixwazin dikarin bikin. Tu di destê me de ye. Du 24 saetan di kontrola me de ye.' " 
 
Di îlona 2007'an doe jî xwestibûn bi zorê parê Ocalan ji kok ve jêkin. 
 
TECRÎDA DI NAVA TECRÎDÊ DE 
 
Ocalan ji ber şertên hewaya li Îmraliyê nexweş ketin û nexweşiyên Ocalan zêde bûn. Di Tîrmeha 2008'an de dîsa  li dijî Ocalan êrîşên fîzîkî pêş ketin. Di cotmeha 2008'an de rastî cezayê hucreyê hat. Ocalan hucre wekî "Darbestê" pênase kir. Dîsa li gel vî cezayê hucreyê rayedaran hat li hucreyê lêgerîn kirin û Ocalan li erdê dirêj kirin. Li ser vê yekê rayedaran Odeya Ocalan guhertin û odeya Ocalan bêtir biçûk kirin. Ocalan ev yek tecrîda di nava tecrîdê de pênase kir. 
 
OCALAN: DIXWAZIN MIN ÎMHA BIKIN
 
Ocalan di çileya 2005'an de 20 rojan rastî cezayê hucreyê hat. Dîsa 7 rojan rastî cezayê fîîlî yê hucreyê hat. Ocalan, zext, tundî û êrîşên li dijî xwe nirxand û anî ziman ku dixwazin wî bêdeng bikin. Di 18'e çileyê de bi rêya parêzeran got “Serokwezîr Tayyip Erdogan û Deniz Baykal di vê meseleyê de hevkarên hev ên stratejîk in. Dixwazin min bêdeng bikin. 7 salin dixwazin vê yekê bikin. Di şertên hucreyê de 7 salin li ber xwe didim. Ji bo aştiyê min hewl da bijîn û li ber xwe didim. Li gel vê yekê dixwazin min bêdeng bikin. Belkî jî dixwazin îmha bikin." 
 
DIKARIN LI VIR MIN BIKUJIN
 
Ocalan, li dijî hewldan û planên li dijî xwe anî ziman ku yên ketine nava hewldana 15'ê Tîrmeha 2016'an dikarin berê xwe bidin wî jî. Ocalan di hevdîtina bi heyeta HDP'ê ya 7'ê Hezîrana 2013'an de bal kişand ser kuştina Hevjînê Pervin Buldan Savaş Buldan û wiha got: “Ez mirovekî polîtik im. Dikarin her kêliyê min li vir bikujin. Ev welat welatê darbeyan e." 
 
150 METRE EM TÛRÎ TE NE
 
Heyeta Îmraliyê rojek beriya Mutabakaqa Dolmabahçe ya 28'ê Sibata 2015'an çûn Îmraliyê. Ocalan, di vê hevdîtinê de diyar kir ku rayedaran anîne ziman ku 150 metre dûrî wî ne û gotine ‘Ji bîr neke em 150 metre li dûrî te ne.' Ez vê yekê tu carî ji bîr nakim. Niha jî dibin ku li vir bin. Dikarin min bikujin. Ez jî dikarim bimirim. Lê dê encama wê pir bi tirs be." 
 
Niha jî hat diyar kirin ku li Îmraliyê şewat derketiye. Gelo dîsa dixwazin bi vê yekê peyamekê bidin. 
 

Sernavên din

02/03/2020
10:59 Li Arjantînê bi têkoşîna jinan qedexeya 100 salan radibe
10:59 Li dijî wesayîta Miduriyeta Gumrikê êriş pêk hat
10:41 Newaya Jin: Jin wê cîhanê biguherîn in
10:40 Girîngiya erdnîgariya Şengalê û polîtîkayên serdestan
10:30 Penaberên ku talûkeya fetisandinê derbas kirin vegotin: Piştî ku me daxuyaniyê bihîst derketin rê
10:20 Jinên ku destkeftiyên wan di hedefê de ne raperîn mezin kirin
09:16 Jinên li gel hemû tundiyan dixebitin: Divê em têkoşîna xwe mezintir bikin
09:15 Li Girtîgeha Kalkandereyê li xwe kirina forma û avêtina golan qedexe ye
09:14 Li Mêrdînê hewldana revandinê: Di destê wan de tiştekî mîna bêtêlê hebû
09:13 Çerkezoglû: Bi milyonan kesan hêviyên dîtina kar winda kirine
09:10 ‘Her ku esker tên kuştin gardiyan êrîş dikin’
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2020
01/03/2020
22:01 Kekê leşkerê jiyana xwe ji dest da: Bila êdî kes nemire
19:23 Ji YE'yê ji bo Idlibê banga civînê
19:11 Dema binçavkirina Sayilgan û Kaya hat dirêjkirin
17:38 Rêxistinên çapememeniyê: Bi lez rojnamegeran berdin
17:08 Jinan di çalakiyên 8'ê Adarê de gotin ew li dijî mirinê jiyanê, li dijî şer jî aştiyê diparêzin
16:31 HDP û saziyên sivîl çûn şîna malbata Demîr
15:45 'Divê tecrîda li ser civakê bê şikandin'
15:32 Midurê Giştî yê Weşana Sputnîkê hat binçavkirin
15:06 Rusya: Balafira ne nehatiye xistin
15:01 DFG: Rojnamegeran serbest berdin
15:00 DAKAP: Rêya jiyana azad bi berxwedana jinê pêkan e
14:57 'Tişta bi cenazeyê Han kirin, asta dijminantiya kurdan e’
14:31 'Hûn bi binçavkirina rojnamegeran nikarin rastiyan veşêrin'
14:15 SANA derewand, AA'yê nûçeya xwe paşve kişand: Balafira hat xistin ya Tirkiyeyê
14:05 Rojnameger Sayilgan û Kaya hêj di bin çavan de tên girtin
13:07 Li Idlibê, îdîaya balafira şer a rejîmê hat xistin
12:34 Polîsan 3 xebatkarên Ajansa Sputnikê binçav kirin
12:33 Jin li hev civiyan
12:32 Prz. Înegollu: Wê berpirsyarê komkujiya penaberan em bin
12:05 Şandeya HDP û CHP’ê: Divê konteyniran bibin herêma erdhejê
11:48 Hêjmara 11'mîn a Xwebûn bi nivîskarên nû derket
10:52 Têkoşîna jinan a ji Rojhilata Navîn ber bi Emerîkaya Latin ve belav bû
10:01 ‘Aşitî û biratiya gelan bi rakirina tecrîdê pêkan e’
09:21 Civaka ol û çandeke bi fermanan qir nebûye: Êzidîtî
09:16 57 roj in Dokû windaye: ‘Lêgerîna li bendavê dibe sirf ji bo guherandina hedefê be'
09:13 ‘Pirsgirêka penaberan tenê bi aştiyê dikare bê helkirin'
09:13 Îmîr: Îstimar û tecawizên li Botanê bi zanebûnî tên kirin
09:10 Kesên qeyûm ew anîn şaredariyê 14 hezar lître mazot dizîn!
09:10 Jin dê li Îskenderûnê dakevin qadan
09:06 Têkoşîna Behiyeya Çerkes
09:03 Du jin û du dayikên berxwedêr
09:02 ROJEVA 1'Ê ADARA 2020'AN
08:26 3 rojnamegerên din jî hatin binçavkirin
29/02/2020
22:32 Soylû: 36 hezar û 776 penaber ji Tirkiyeyê çûne
22:03 Nûçegihanên me Sayilgan û Kaya hatin binçavkirin
21:54 Şaredarê AKP'î cenazeyê rewşenbîrê kurd Han ji wesayîta cenaze daxist, qeyûm nehişt nimêja cenaze bê kirin
17:12 Li Şirnexê starta 8'ê Adarê hat dayî
16:49 HDK: Em li dijî şer têkoşîna hevpar xurt bikin
16:40 Hatîmogullari: Divê desthilatdarî dest ji vê şaşiyê berde
16:13 'Girtiyên nexweş teslîmî mirinê dikin'
15:02 Ocalan: Li Îmraliya ku ji sivîlan re girtî ne lê dîsa şewat derdikeve!
14:36 Sûriyeyê bang li YE’yê kir: Guh nedin şantajên Tirkiyeyê
14:35 'Em baş dizanin navê êşa mirin û windakirinê çi ye’
14:32 Xizmên windayan: Vir qada heqîqetê ye
14:07 Ji bo kesên li Mêrdînê hatin binçavkirin qedexeya parêzeran
14:07 Ji bo Idlibê pêşniyaza çareseriyê: Bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin
13:59 56 rojin agahî ji Gulîstan Doku nayê girtin
13:44 Karataş: Polîtîkaya 'Bibe serwerê herêmê' li Idlibê asê ma
13:43 Ji pênc deqîqeyan carek otobus penaberan dibin Edîrneyê
13:42 'Emê li dijî kesên qezencên jinan dikin hedef li qadan bin’
13:34 Tora Piştevahiya Koçberan: Ne sînoran, mafên bingehîn biparêzin
12:45 Rûsya: Ji bo rageşiya Tirkiyê û Sûriyê kêm bibe lihevkirin pêk hat
12:31 Erdogan: Li Idlibê 36 eskeran jiyana xwe ji dest dan
12:31 Malbata Demîr 800 roj şunde cenazeyê kurê xwe spart axê
12:30 Bihayê benzîn û motorînê zêde bû
11:29 HDP: Tiştek bê serê penaberan berpirsiyar Îqtîdar e
11:19 Desthilatdarî penaberan dibe ser sînor
10:31 Polîsan Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Agaoglu binçav kirin
10:30 Bayindir: Her roja diçe fikarên gelê kurd mezintir dibe
09:39 Jina kedkar tevî şertên zor jî debara malbata xwe dike
09:17 Îdia: 160 esker mirine, zêdetirî 300 esker jî birîndar bûne
09:15 ‘Mafê tenduristiyê mafê jiyanê ye’
09:11 Li Wanê fikara vîrûsê: Şert û mercên Nexweşxaneya Leşkerî ne guncav in
09:10 ‘Zarokên ku SGK heqê dermanên wan nade di beşa lênerîna awarte de ne'
09:09 Şanoya Bajêr a Amedê ji bo sehneya nû li benda piştgiriyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê SIBATA 2020'Î
28/02/2020
19:08 Ji cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatibûn derxistin 2'yên din jî teslîmî malbatan kirin
16:57 22 roj in Mehmetcan Taşdemîr di bin aşûtê de ye
16:25 Ji Serdozgeriyê tedbîra Idlibê
15:51 Erdogan û Pûtîn dê hevdîtinek rû bi rû bikin
15:41 Jinan li Êlîhê dest bi xebatên 8'ê Adarê kirin
15:35 Ji bo Baxçeyên Hevselê dê serî li Peymana Ramsarê bidin
15:34 Gelê Şengal, Mexmûr û Silêmaniyê ji bo Ocalan daket qadan
15:30 Li Mêrdînê starta 8’ê Adarê hat dayîn
15:20 'AKP bi tecrîda li Îmraliyê hewl dide kaosê zêdetir bike’
15:17 ÎHD: Di salekê de 502 binpêkirin serlêdanî me kirine
15:07 Hediye Levent: Tirkiye an dê şer îlan bike, an jî dê ji Idlibê vekişe
14:44 Penaber ber bi sînor ve diherikin: Yewnanîstanê ewlekariya xwe zêde kir
14:31 Derbarê HDP’iyan de 7 fezlekeyên destnedayînî şandin Meclîsê
14:27 Li Îmraliyê çi diqewime?
14:23 Jin wê li qadan bêjin ‘Êdî bese’
14:16 Ji rewşenbîr û siyasetmedaran banga Idlibê: Ne mirinê jiyanê pîroz bibînin
13:42 Lavrov: Ji ber terorîstan em lihevkirinê qebûl nakin
12:53 Parêzvananên mafê mirovan: Osman Kavala berdin
12:52 Akar: Ligel Rûsya cihê yekîneyên me zanibun jî dîsa lê dan
12:36 Li holê tenê çirava Idlibê ma
12:04 Têkbirina medya civakî: Dixwazin ji destekê nûçeyan serwîs bikin
11:41 Guneştekîn: Li gorî Yaşar Kemal bingeha mirovahiyê ji hilberinê tê