STENBOL - Li girtîgeha Sîlîvrî û Bûrsayê, kovara ku girtî xwe bi xwe amade dikin hatiye desteserkirin. Li Girtîgeha Bakirkoyê jî mehek e girtî sewqî nexweşxaneyê nayên kirin.
Rêveberê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Vedat Ece, anî ziman ku li Girtîgeha Sîlîvriyeyê gelek binpêkirinên mafan pêk tên û got, kargoyên malbat ji girtiyan re dişînin jî an qet nadin wan jî piştî 3 mehan didin wan. Ece, got: "Malbat, bi kargoyê kinc, pirtûk, kovar hwd. dişînin, lê nadin wan. Gava li girtîgehê bi destan didin, vê carê jî ji wan re dibêjin 'bi kargoyê bişînin'. Polîtîkayeke pir xirab pêk tê. Çend roj berê ez çûm girtîgehê, min hevdîtin bi girtiyan re çê kir. Paşê çûm cem îdareya girtîgehê. Min pirsa pirtûkan kir ku çima nayên dayîn. Gotinî biryareke me ay wisa tuneye. Yanî tiştên ji girtiyan re tên gotin û tiştên ji malbat û parêzeran re tên gotin ne wekhev in."
Ece, anî ziman ku hê jî rojnameya Yenî Yaşamê nadin girtiyan û got: "Têkildarî mijarê me hevdîtin bi rêveberiya girtîgehê re çê kir û pirsî ji bo nedayna rojnameyê biryareke nivîskî heye tuneye. Wan jî got, nedayîna rojnameyê tiştekî bêhiqûqî ye û îdia kirin ku li bayiyan tuneye. Halbûkî em dizanin rojnamey li bayiyan heye. Bi taybetî jî weşanên bi kurdî qet nadin girtiyan. Mesela malbat rojnameya Xwebûnê tînin. Lê rêveberiya girtîgehê dibêje, 'em ê idin komîsyonê paşê em ê bidin.' Lê belê sê meh in nadin girtiyan."
CEZAYÊ HUCREYÊ
Ece, diyar kir ku girtî li girtîgehê kovareke kurdî ya bi navê Serxwebûnê derdixin, lê belê di avêtina ser qawîşan de bi hinceta "dokûmaneke rêxistinî ye" hatiye desteserkirin. Ece, anî ziman ku ji ber vê der barê 29 girtiyan de lêpirsîn hatiye destpêkirin û 12 roj cezayê hucreyê li wan hatye birîn. Her wiha Ece, anî ziman ku girtiyan xwestiye parastina xw ebi kurdî bikin, lê belê gardiyanan heqaret li girtiyan kiriye û gotiye: "Bi navê kurdî zimanek tuneye. Hûn nikarin bi urdî parastinê bikin. Ev der Tirkiye ye, hûn ê parastina xwe bi kurdî bikin." Ece, diyar kir ku piştî girtî li ber vê rabûne, gardiyanan li wan daye û der barê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin cezayê hucreyê li wan hatie birîn.
Ece, diyar kir ku piştî grevên birçîbûnê li Girtîgeha Jimare 5 û 9'an a Silîvriyeyê her hefte lêgerînê tên kirin û got: "Çawa davêjin ser malan, bi vî ahwî jî davêjin ser qawîşan. Yanî wekî ku girtî sûcek kiribin lêgerînê dikin. Amûrên girtiyan belawela dikin û mudaxileyî jiyana wan î taybet dikin."
RADYO JÎ HATIN DESTESERKIRIN
Her wiha li Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê jî du hefte ne polîs û gardiyan pevre davêjin ser qawîşan û lêgerînê dikin. Di dema avêtina ser qawîşan de amûrên girtiyan hatine belawelakirin, pirtûk, lênûsk, pênûs û nameyên girtiyan hatine desteserkirin. Hat diyarkirin ku radyoyên girtiyan jî hatine desteserkirin ku girtiyan radyo ji kantîna girtîgehê stendibûn. Her wiha dîsa hat diyarkirin ku kûpurên rojnameya Ozgr Gundem û Azadiya Welat ku her du jî bi KHK'ê hatine girtin jî hatine desteserkirin.
Her wiha hat diyarkirin ku li girtiyê nexweş Îdrîs Başaran jî, ji ber hin amûrên ne aydê wî 20 roj cezayê hucreyê hatiye birîn. Tê gotin, ligel Başaran 20 roj cezayê hucreyê li 3 girtiyên din jî hatiye birîn.
BANG KIRIN
Girtiyên bi rêya parêzeran eyam şandine, diyar kirine ku li girtîgehê pêkanînên 12'ê Îlonê hene û her diçe zext û zorî zêdetir dibin. Girtiyan aniye ziman ku heftê çend caran bi awayekî kêfî davêjin ser qawîşên wan û di dema avêtina ser qawîşan de amûrên wan hemû tên belawelakirin û gotine, gava li ber cezayê hucreyê, qedexekirina hevdîtinan û telefonê radibin jî îtirazên wan nayên qebûlkirin. Hat ragihandin ku çend meh berê li gelek girtiyan 20 roj cezayê hucreyê hatiye birîn, lê piştî îtiraz kirine ceza hatine betalkirin û ji bo pêkanînên li girtîgehê bang li raya giştî kirin ku di vî warî de hesas bin.
QEDEXEKIRINA REVÎRÊ
Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Jina ya Bakirkoyê jî zêdetirî mehekê ye girtî sewqî nexweşxaney nayên kirin û nahêlin biçin revîrê. Hat gotin ku girtiyên nexweş ku divê bi awayekî rûtîn bên kontrolkirin jî, bi awayekî kêfî sewqa wan î nexweşxaneyê nayê kirin û girtiyên dixwazin biçin revîrê jî daxwaznameyên wan nayên bersivandin. Hat ragihandin ku ji devê hin girtiyan xwîn tê, lê dîsa jî wan naşînin revîrê. Her wiha hat diyarkirin ku ji ber alerjiyê canê nûçegihana ajansa me Sadiye Eserê birînî bûye, lê belê mehek e daxwaza wê ya ji bo revîrê nehatiye bersivandin.
MA / Erdogan Alayûmat - Ferhat Çelîk