NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Parastinê yê Rûyayê, derbarê êrîşa duh bi şev li Idlibê pêk hat û 33 leşkerên tirk tê de jiyana xwe ji dest dan de, daxuyanî da û got: “Diviyabû leşkerên tirk ne li wê herêmê bûna.”
Rûsyayê, piştî daxuyaniya fermî ya 33 leşkerên tirk li bajarê Idlib ê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan, daxuyanî da. Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê, di daxuyaniya da de wiha got; “Artêşa Sûriyeyê, li leşkerên tirk ên li Idlîbê bi çeteyan re bûn xist. Artêşa Rûsyayê, ji bo leşkerên tirk ên birîndar xwest ku Artêşa Sûriyeyê agirbestê îlan bike. Ji bo vê gav hat avêtin. Hezên hewayî yên Rûsyayê di êrîşê de cih negirtin. Em bi navenda koordînasyoan Tirkiyeyê ya li Idlibê re, di nava têkiliyan dene. Li gorî agahiyên meqamên Tirk, diviyabû leşkerên tirk ne li wê herêmê bûna.”