STENBOL - Girtiyan binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Jimare 5'an a Sîlîvriyê ragihandin. Girtiyan, diyar kir ku cezayên dîsîplînê yên kêfî êdî asta herî jor û gotin, girtiyê ku rojek berê ew anîn qawîşê jî cezayê hucreyê lê birîne.
Girtiyên li Girtîgeha Jimare 5'an a Tîpa L a Sîlîvriyeyê binpêkirinên mafan û zext û zoriyên li girtîgehê ragihandin. Girtiyan binpêkirinên mafan ên lig irtîgehê bi rêya malbatên xwe ragihandin. Girtiyan diyar kiriye ku rojname, kovar û pirtûkên ji derve tên andin wan û gotine, îdare kovar û rojnameyên ku li gor kêfa xwe distenî dide wan.
Xizmên girtiyan tiştên li girtîgehê diqewimin gotin:
* Bi awayekî kêfî wextê hewadariyê û sporê tê kêmkirin.
* Nameyên girtî dişînin û ên ji girtiyan re tên şandin dereng teslîmî wan dikin. Car heye name 6 meh şûnde digihê wan.
* Girtiyên bi kurdî parastina xwe dikin, ji wan re dibêjin "Bi navê kurdî zimanek tuneye" û nahêlin parastina xwe bikin.
* Cezayê hucreyê li qawîşa F1 hatiye birîn. Nehatiye diyarkirin ku ka ceza ji bo çi hatiye birîn. Heta cezayê hucreyê li girtiyekî ku rojek berê hatiye qawîşê jî hatiye birîn.
* Weşanên bi kurdî nadin girtiyan û êdî pirtûk û kovarên bi fransî, îngilîzî û zimanên din jî nadin wan.