AMED – Li Amedê birûskê li minareya mizgeftekê xistibû û minare texrb bûbû. Piştî vê hatibû gotin, wê minare wekî berê bê çêkirin. Lê belê minareya berê hat xerakirin û li şûna wê minareke ku bi navê plaza tê binavkirin hat çêkirin. Piştî her du minare ne wek hev bûn, vê carê jî rabûn minareya kevirî ya din jî xera kirin.
Di 4'ê Hezîrana 20182an de birûskê li minareyeke Mizgefta Sumerê ya li Qada Îstasyonê ya Amedê xistibû û minare texrîb bûbû. Piştî vê tiştê mayî jî hatibû xerakirin û hatibû gotin ku wê ji nû ve bê çêkirin. Lê belê minare nû wekî plazayekê hatiye çêkirin. Piştî minareya nû û ya naşibin hev, vê carê rab»ne minareya din jî xera kirine. Niha tenê minareyeke mizgeftê heye.
Hevserokê Şaxa Odeya Avahîsazan ê berê Şerefhan Aydin, tişta derketiye holê rexne kir û got: "Wisa xuayye wê di nêz de mizgeftê jî xera bikin û bikin wek minareya nû."
MA / Lezgîn Akdenîz