MÊRDÎN - Qeyûm Midûra Dibsitanê Gulseren Ozlem Yildiz ku ji ber gelek nelirêtiyan der barê wê de gelek lêpirsîn hatiye destpêkirin, kir midûra MARMEK'ê.
Midûra Lîseya Anadolûyê ya Pîşeyî û Teknîkê ya QOserê Gulseren Ozlem Yildiz, ku ji ber dersên pîvekî û gelek nelirêtiyên der barê wê de lêpirsîn hatiye destpêkirin, tayinî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bû. Yildiz, di 22'yê Çileya 2019'an de daxwaznameyek ji Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ay Bajêr re şandiye û xwestiye li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bixebite. Li ser vê Midûriyeta Perwerdheiyê jî daxwaznameyek ji Midûriyeta Hawirdor û Bajarsaziyê ya Bajêr re nivîsandiye û xwestiye daxwaza Yildizê binirxîne. Midûriyeta Hawirdor û Bajarsaziyê jî daxwaza Yildizi ji Walîtiya Mêrdînê re şandiye û walîtiyê Yildizê kiriye midûra Navenda Perwerdehiyê ya Pîşeyî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê.
NELIRÊTÎ, GENDELÎ Û MOBBÎNG
Di sala 2016'an de piştî qeyûm tayinî Şaredariya Qoserê hatibû kirin, Navenda Jinê ya Nûdayê hatibû guherandin û navê Navenda Jinê ya Hanimelî lê hatibû kirin û qeyûm Yildizê kiribû midûrê navend anavbirî. Piştî hilbijartina 31'ê Adara 2019'an gava HDP'ê şaredarî bi dest xist Yildiz çû dibistanê û dîsa bû midûra dibistanê. Heta niha der barê Yildizê de ji ber bia wayekî nelirê kes dane xebitandin, di dersên pêvekî de nelirêtî kirine û îhaleya xwarinê nebaş kiriye û ji ber mobbîngê gelek lêpirsîn hatine destpêkirin. Her wiha ji ber nelirêtiyekê 70 hezar TL cezayê pereyî jî lê hatiye birîn.