BÛRSA – Walîtiya Bûrsayê angaşt kir ku şewata li Girava Îmraliyê hatiye hildane bin kontrolê û xebatên sarkirinê tên birêvebirin.
Di saetên serê sibehê de li Girava Îmraliyê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê girtî ye şewata daristanê rû dabû. Walîtiya Bûrsayê têkildarî şewatê daxuyanî da û angaşt kir ku şewat ji ber çirûskên têlên ceryanê ku bi pûş ketiye derketiye. Valîtiyê di daxuyaniya xwe de angaşt kir ku şewatê hildane bin kontrolê û xebatên sarkirinê li herêmê dane destpêkirin.